Li dijî zimanê vederkirinê divê em zimanê aştiyê û rojnamevaniya aştiyê ava bikin'

  • rojane
  • 16:55 10 Îlon 2025
  • |
img
STENBOL – Rojnamevan Tûgçe Tatarî diyar kir ku çapemenî di pêşveçûna erênî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de roleke girîng dilîze û got: "Divê em li dijî zimanê vederkirinê, zimanê aştiyê û rojnamevaniyê ava bikin."
 
Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku bi armanca çareserkirina pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane bi rêya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, balkêş e ku hin dezgehên çapameniyê hewldanên wê yên çareseriyê hedef digirin. Zimanê milîtîtarîst, şerxwaz û nefretê yê ku ji hêla hin dezgehên çapemeniyê yên alîgirê desthilatê û dezgehên çapemeniyê yên neteweperest ve li dijî hewldanên belavkirina banga aştiyê tê bikar anîn, ji hêla hevkarên wan ên rojnamevanên aştiyê ve bi rexneyan tên pêşwazîkirin. Rojnamevan Tûgçe Tatariyê diyar kir ku di pêvajoyên aştiyê de roleke girîng dikeve ser miolê rojnamevanan. 
 
Tûgçe Tatariyê diyar kir ku desthilat, ji ber pêşketinên dawî yên siyasî, bi pêvajoyeke wisa razî bûye û got ku hîn jî hin beşên civakê hene ku vê yekê fam nakin an jî qebûl nakin û her wiha komên neteweperest jî hene. Tûgçe Tatariyê li ser bertekên ku ji ber beşdarî merasîma şewitandina çekan a li Silêmaniyê bû li hemberî wê çêbûn jî got: "Min ji gelek koman bertekeke ecêb dît, digotin, 'Hûn ê welêt parçe bikin, we welat firotiye.' Lêbelê, em rojnamevan in; erka me ew e ku em raya giştî bi awayekî rast agahdar bikin. Wekî rojnamevan, em şahidê pirsgirêkeke mezin in ku Tirkiye 45 sal in nikare çareser bike û pêşketineke dîrokî bi van kêliyên dîrokî ve girêdayî ye. Wekî rojnamevanek, neşopandina van pêşketinan wê ecêb bûya." 
 
Tugçe Tatariyê bal kişand ser rola girîng a rojnamevanan û çapemeniyê di pêvajoyên aştiyê de û got: "Di pêvajoyên aştiyê de, rojnamevan dikarin ji hêla desthilatan ve tenê ji ber ku karê xwe dikin bibin hedef û roja din dikarin werin binçavkirin û girtin. Lê divê kesek di dîrokê de şopek bihêle û ev berpirsiyarî dikeve ser milê rojnamevanan û çapemeniyê. Ger hûn berevajî vê bifikirin, nexwe mirov nikare li vir behsa rojnamevaniyê bike. Di pêvajoyên aştiyê yên berê de, hin rojnamevan tenê ji ber nivîsandinê hatine girtin û hin jî neçar man ku biçin derveyî welêt. Ev koçberî û girtin niha dibin sedema koçeke mêjî ya mezin."
 
Tûgçe Tatariyê diyar kir ku çapemeniya muxalif her çend ne nizanibe wê pêvajoyê çawa şîrove bike jî li gel vê xwedî zimanekî vederkirinê ye î û got: "Li ser televîzyonên êvarê, gelek kes dicivin û li ser Rojhilata Navînê diaxivin. Lê piraniya wan qet neçûne wir û ezmûna wan a rastiya li ser qadê tune. Bi gotineke din, ew tenê dikarin şîrove bikin bêyî ku bi mirovên li wir re têkilî daynin û lêkolîneke cidî bikin. Ji ber ku mekanîzmayek ji bo şopandina wan tune. Ji ber vê yekê ez difikirim ku ev pêvajoya aştiyê ji pêvajoyên din ên aştiyê dijwartir e. Raya giştî jixwe pir hişyar û bêbawer e li hember nezelaliya pêvajoyê. Fikra 'Hûn me parçe dikin,' a di hişê raya giştî ya Tirkiyeyê de, bi taybetî ji aliyê hin derdorên çapemeniyê ve tê gurkirin. Çapemeniya muxalif a Tirkiyê jî di mijara pirsgirêka kurd de xwedî hebûneke xurt e. Lê li şûna wê, zimanekî vederkirinê heye ku li ser bingeha zanîna jiberkirî ye. Ger bi rastî jî ew bi gihîştina agahiyan an jî têgihîştina pirsgirêkê eleqedar bibûna, dê lêkolîn bikirana û bixwendina. Bi hezaran pirtûk, weşan û rojname li ser vê mijarê hene. Ne diyar e ku ew çi agahiyan bi kar tînin da ku tirs, fikar û dijminatiya xwendevanên xwe aram bikin." 
 
Tûgçe Tatariyê diyar kir ku aştî di nav mekanîzmaya nirxan de pir girîng e û wiha domand: "Ji bo ku ev pêvajo ber bi aliyekî erênî ve biçe, divê çapemenî, nemaze yên ku xwe wekî muxalefet nîşan didin, pirsgirêka kurd bi baldarî bixwînin û fam bikin. Dema ku pirsgirêka kurd bi tevahî were famkirin, kî çi dibêje, wê hingê ew dikarin ji perspektîfa rast bixwînin û binivîsin. Kî çi êş kişandiye? Ev pirsgirêk çawa heta roja îro hatiye? Windahî çi ne? Em tenê dizanin ka Dayikên Şemiyê çi jiyane, lê jiberkirina wê têrê nake. Divê em bi têkiliya rasterast bi mirovên ku vê pirsgirêkê dijîn û bi lêkolîna têkiliya mirovên li Rojhilata Navînê, yên ku muxatabên vê pirsgirêkê ne, bi vir re deynin û bixwînin." 
 
Tûgçe Tatariyê destnîşan kir ku di pêvajoyên aştiyê yên wiha de ku raya giştî bi tevahî agahdar nîne, çapemenî di hişyarkirin an provokasyonê de roleke mezintir dilîze. Tûgçe Tatariyê got: "Çapemenî xwedî hêz e ku provoke bike û hişyariyê bilind bike. Ji ber vê yekê, heke ev mijar were çareserkirin, divê ji hêla kesên bi zimanekî pir jêhatî ve were çareserkirin. Ne divê her kes li ser vê mijarê binivîse. Berê, tenê kesên ku zanîna arşîvê û lêkolînên li ser pirsgirêka kurd hene li ser wê dinivîsandin. Niha ne wisa ye; her kes dikare çi bixwaze biaxive û binivîse. Mixabin, wekî di her warî de, me di rojnamevaniyê de qalîteya hilberîna nûçeyên lêkolînî winda kiriye."
 
MERASÎMA ÇEKDANÎNÊ
 
Tûgçe Tatariyê diyar kir ku merasîma şewitandina çekan a dîrokî baş nehatiye vegotin û wiha domand: "Wekî rojnamevanên ku ji bo beşdarbûnê hatin vexwendin, ji ber bertekên ku me wergirtin, me nekarî têra xwe nîqaş bike. Çapemeniya muxalefeta Tirkiyeyê zêde nîqaş nekir. Li şûna ku nîqaş bikin, wan bername li dar xistin û bûyerê bêtir li dor danîna çekan birin û anîn. Bi piranî hewl dan ku mijarê manîpule bikin û bêbaweriyê biafirînin. Lêbelê, gelo heya niha ji aliyê me kurdan qet xapandinek çêbûye? Na. Ji ber vê yekê, gava hûn dipirsin çima hûn ji me bawer nakin, bersiv tune. Ji ber ku tirkan di vî warî de bi kurdan re dîrokeke pirsgirêka baweriyê tune. Ev ji bo rojnamevanan jî derbas dibe. Ez difikirim ku rojnamevan hewce ne ku der barê pirsgirêka kurd de hişê xwe paqij bikin."
 
'DIVÊ EM ZIMANÊ AŞTIYÊ BIAXIVIN'
 
Tûgçe Tatariyê îşaret bi pêwîstiya avakirina rojnamevaniya aştiyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd kir û got: "Meseleya bingehîn a aştiyê têkiliya di navbera du aliyên êşkişandî de ye. Girîng e ku meriv şahidiyê bike û li ser hevdîtina di navbera nêrînên dijber de binivîse. Wekî rojnamevanek, dema ku bûyerek çêdibe, bêyî ku cih çi be, divê hûn biçin wir û lêkolîn bikin ka çi diqewime. Mînak, binpêkirineke mafên mirovan a mezin wekî Roboskî li vî welatî qewimî. Divê çîrokên van kesan werin vegotin. Mînak, nûçeyek li ser Abdullah Ocalan heye. Wekî rojnamevanek, hûn jî dê wê bixwînin; ne meseleya hezkirin an nehezkirinê ye; xwendin di rojnamevaniyê de girîng e. Pêşî, divê em qebûl bikin ku em wekî mirov wekhev in û êşa me wekhev e."
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

10/09/2025
20:13 Walîtiyê li Qoserê meşa zimanê dayikê qedexe kir
20:08 Sîraçê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Têkoşîn didome
20:04 Çelîkê 32 salan girtî ma bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:55 Li dijî zimanê vederkirinê divê em zimanê aştiyê û rojnamevaniya aştiyê ava bikin'
16:14 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê biçin serdana Ozel
16:11 Emîne Erciyes li Mêrsînê hat bibîranîn
15:35 AYM’ê ji bo cezayê ji ber stranên Kurdî hatibû dayin biryara binpêkirinê da
15:14 Li Reqayê operasyona ‘ewlehiyê’ hat destpêkirin
15:07 Kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ a li Sûriyeyê bi dawî bû
14:39 Meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kir
14:35 Şehmûs Sevdînoglû piştî 32 salan hate berdan
14:26 Sazî û parastvanên mafan ji bo berdana Ayşe Gokkanê bang kirin
14:13 Sendîkayên Skoçyayê ji bo Abdullah Ocalan bang li KE’yê kir
13:14 Partiya Çep a Ewropayê têkildarî ‘mafê hêviyê’ name ji KE’yê re şand
13:09 Di doza qetilkirina Cîhan Can de biryara mutalaayê hat dayin
12:57 Li dijî Macron çalakiya ‘Em her tiştî bloke bikin’ hate destpêkirin
12:49 Rapora ÎSÎG’ê ya Tebaxê: Herî kêm 194 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:42 Protestoyên li Nepalê didomin: Artêşa daket kolanên paytextê
11:18 Ekolojîstên ku meşiyan Bestayê: Bi têkoşîna rêxistinî em ê bi ser bikevin
11:02 Hiqûqnas Kanar: Êdî hincet neman û divê ji bo ‘Mafê hêviyê’ gavan biavêjin
10:30 Di nava 24 saetan de li Xezeyê 83 kes hatin qetilkirin
10:30 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê operasyon: 17 kes hatin binçavkirin
10:28 Ji Bestayê çendek nîşe: Bi hesreta 35 salan û bi hêrseke mezin nobet girtin
09:35 Nobeta li Bestayê bi dawî bû: Heta xweza azad dibe dê berxwedan bidome
09:27 Darên cerdevanan birîn di kendalê de avêtin xwarê!
09:18 Nobeta li Bestayê di tevahiya şevê de domiya
09:07 Li ARÎ-DER'ê serlêdanên ji bo Kurdî dê di 20'ê Îlonê de bi dawî bibin
09:06 Saziya Venêrînê ya Cemaweriyê daxwaza ku red kir pêşniyazî wezaretê kir
09:05 Îsal 30 hezar kes hilkişiyan Gilîdaxê
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2025'AN
09/09/2025
17:57 Nobeda li Bestayê dest pê kir
16:25 Li Girtîgeha Kirşehîrê serê her saetê bi ser qawîşan de tê girtin
16:13 Di Şandeya Îmraliyê de ji kîjan partiyan dê kî cih bigire?
16:07 Serokwezîrê Nepalê Sharma Oli îstîfa kir
14:55 13 sendîka û rêxistinan ji bo ‘mafê hêviyê’ bang kirin
13:50 EUTCC'ê ji bo ‘mafê hêviyê’ bang li Komîteya Wezîran kir
13:46 Li Şirnexê bang kirin: Aştiyê ji ewil li Cûdî, Gabar û Bestayê bidin destpêkirin
13:37 Bi hezaran sînemagerên navdar biryara boykotkirina saziyên Îsraîlê dan
13:24 Mehmet Durak piştî 30 salan hate berdan
13:20 Li Gabarê kesek mirî hate dîtin
12:08 Prof. Wallis: Ocalan ji bo tevgerên dij-kapîtalîst hêviyê dide
11:52 Şandeya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê
11:52 Ozel pirsa têkildarî hevdîtina bi Ocalan re bersivand: Komîsyon dikare nîqaş bike
11:37 Li Nepalê çalakiyên li dijî qedexe û nelirêtiyan didomin
11:25 Li Amedê ji bo alîgirên îktîdarê îhaleya taybet
11:07 Berdevka DEM Partiyê: Ocalan got ‘tiştên girîng ên ku ji komîsyonê re bibêjim hene’
10:51 Meclisa şaredariya qeyûm lê hatiye tayînkirin cara duyemîn civiya
10:43 Îsraîlê gefa êrişeke nû ya li dijî Xezeyê xwar
10:04 Li Gabarê birîna daran didome
10:00 Karkerên Mexmûrî yên ji bo kar çûn Bexdayê 15 roj in binçavkirî ne
09:15 Endamê RTUK'ê Îpekyuz: Divê RTUK weşaneke li ser esasê aştiyê teşwîq bike
09:14 Îdareya girtîgehê sal û nîvek e di pirtûkekê de li Ocalan digere
09:04 Di dema nîqaşên li ser aştiyê de li Mûşê girtîgeh tê çêkirin
09:04 Komîsyona Meclisê dê li rêxistinên pîşeyî û civaka sivîl guhdar bike
09:03 Turkmen ku 33 salan di girtîgehê de ma: Divê em li ser 'em ê çawa bi ser bikevin' bisekinin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2025'AN
08/09/2025
21:48 Li Amedê ji bo kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane bîranîn
19:18 Bi milyonan zarok ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar dest bi dibistanê kirin
18:03 Li Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya CHP'ê 10 kes hatin binçavkirin
17:17 CHP'ê biryar girt ku avahiya xwe ya bajêr a Stenbolê bigire
15:55 Şînên Demîr û Tutal ên li Nisêbînê bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:30 KNK'ê bang li KE’yê kir ku têkildarî ‘mafê hêviyê’ biryara xwe bide
14:51 Di 8 mehan de li Herêma Kurdistanê 21 jin hatin qetilkirin
13:53 Şîna Sabriye Dumanê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:51 Şewata li Şemzînanê didome
13:46 Li Bajarê Nû dê ‘Rojên Çand û Hunerê’ bê lidarxistin
13:34 Rêxistinên pîşeyî daxwaza berdana rojnameger Karabay kirin
12:51 DEM Partî: Bi milyonan zarok ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm in
12:42 Polîsan êrişî CHP’iyan kirin: Herî kêm 10 kes hatin binçavkirin
12:36 Li Qudsê li dijî otobûsê eriş: 4 kes hatin kuştin
12:28 Navenda PENa Kurd rêveberiya xwe ya nû diyar kir
11:36 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina jiyanê’ derket
11:03 Qebîne dê bi serokatiya Erdogan bicive
10:59 Li Îzmîrê li dijî qereqolê êriş hate kirin
10:56 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:24 HPG: Emîne Erciyes tevî du hevrêyên xwe şehîd bû
10:14 Ji bo danîşîna Ayşe Înceyolê bang
10:01 Banê malê tebiqî: 2 zarok mirin û dayika wan bi giranî birîndar bû
09:54 Dorpêça li pêşiya CHP’ê didome
09:50 Ji bo çalakiya Bestayê bang: Em bi hev re pêşiya qirkirina xwezayê bigirin
09:07 Girtiyê nayê tedawîkirin mehkûmî erebeya astengdaran kirin
09:06 Ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter bang hat kirin
09:05 Ji bo vegere karê xwe têdikoş e: Qeyûm ne xizmeta gel, ji alîgirên xwe re dike
09:05 Tirkiye li Sûriyeyê çi dixwaze?
09:00 ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2025’AN
07/09/2025
16:26 Rejîma Îranê girtiyek bi veşarî darve kir û bi dizikî defin kir
16:22 Tamer Koç ê HPG’î li Enqereyê hate bibîranîn
15:36 Di 9 mehan de li Sûriyeyê 10 hezar û 672 kes hatine kuştin
15:27 Geçer ê astengdar ji ber bertek nîşanî walî da mûçeyê wî hate birîn
14:28 Feminîst Harriet Fraad piştgirî da pêvajoyê
13:44 Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
12:41 Agirê Jiyan li Dusseldorfê derket ser dikê
10:40 Rûsyayê êrişî Ûkraynayê kir: Pitikek jî di nav de 3 kes hatin kuştin
10:36 Tulay Hatîmogûllari: Yek ji mijarên lezgîn a komîsyonê jî ‘Mafê hêviyê’ ye
10:34 Belgefîlma ’73 Ferman’ a Nazim Daştan kişandibû hate pêşandan
09:44 Yilmaz Hun: Girtiyên li Dumluyê li dijî binpêkirinan amadekariyên çalakiyê dikin
09:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘malbat’ê derket
09:29 Bi milyonan xwendekar ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2025’AN
06/09/2025
23:11 Roja Çapemeniya Azad hate pîrozkirin: Bi têkoşîna xwe hûn bûn bîra gel