NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ÎHD'ê yên ji bo girtiyên nexweş de, hat destnîşan kirin ku jiyana Veysî Abdurrahmanoglû, Emîn Aladag û Cîhat Ozdemîr di xeteriyê de ye.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çalakiyên xwe yên heftane yên ji bo berdana girtiyên nexweş didomîne. Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê îşaret bi rewşa girtiyên nexweş hat kirin.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê di hefteya 360'emîn a çalakiya xwe de bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Emin Aladag ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Xarpêtê tê girtin. Di çalakiya li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê de pankarta bi nivîsa "Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemine nebe şirîkê sûc" hat vekirin.
Hevserokê Şaxê ÎHD a Îzmîrê Ahmet Rodî Polat got: "Emin Aladag ji ber îşkenceya ku di sala 1993'yan de lê hatiye kirin, di destê rast û lingê çepê de lîgamentên wî qut bûne. Di sala 1998'an de serbest hatiye berdan û piştî ku cezayê wî hatiye erêkirin, di sala 2000'î de hatiye girtin û li Wanê hatiye hepskirin. Di dema girtîgehê de, emeliyatên wî hatine paşxistin. Dermankirina wî tenê bi dermanên êşbiriyê hatiye kirin. Daxwazên parêzerên wî yên ji bo dermankirina li derve hatine redkirin û ev yek jî rewşa wî xirabtir kiriye. Girtiyê ku di sala 1968'an de ji dayik bûye, 27 sal in di girtîgehê de ye. Ji ber nexweşiyên giran ên ku bandorek neyînî li ser şert û mercên jiyana Emin Aladag dikin, Aladag nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bike. Ji ber vê yekê, divê ew demildest bê berdan da ku li cem malbata xwe di şertên baş de bê dermankirin."
ENQERE
Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş, di hefteya 574'emîn a çalakiya xwe de li Kolana Sakaryayê daxuyaniyek da. Di çalakiya vê hefteyê de îşaret bi rewşa Cîhat Ozdemîr ê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Kirikkaleyê tê girtin, hat kirin. Hat diyarkirin ku Ozdemîr 25 sal in girtî ye û gelek nexweşiyên kronîk pê re hene.
Ji Rm-êveberên Şaxa ÎHD a Enqereyê Bariş Barişik, got: "Ji ber penceşêra tîroîdê tevahiya tîroîda wî hat derxistin û ji ber ku girseyên li girêkên lîmfê yên di stûyê wî de belav bûne, girêkên wî yên lîmfê hatine derxistin. Ji ber vê nexweşiyê dermanan dixwe. Li binçeng û çokên wî girêk çêbûne û ev girêk bi qasî 15 mîlîmetreyî ne. Ev girêk, mîna yên di pişikên wî de, piştî penceşêra tîroîdê derketine holê. Niha li Beşa Hematolojiyê ya Nexweşxaneya Bajêr a Etlikê tê kontrolkirin. Nexweşiya Behçetê pê re heye û dermanan dixwe. Dema ku ji bo emeliyatê li Enqereyê bû, ligel nexweşiya Behçetê, teşxîsa zonayê jî hat danîn. Di pişikên wî de girêk hene. Fitiq pê re heye û ji stuyê xwe nerihet e. Nexweşiya prostatê jî pê re heye û ji be vê nexweşiyê dermanan dixwe. Vertîgo jî pê re heye. Otîta kronik pê re heye. Guhên wî baş nabihîsin. Guhê wî yê çepê ji sedî 41 û yê rastê ji sedî 29 dibihîse. Ji ber vê amûra bihîstinê bi kar tîne. Ji ber pankreatîta kronîk tim dermanan bi kar tîne."
Barişik anî ziman ku tevî ev qas nexweşînan jî rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dane Ozdemîr û got ku divê Ozdemîrê ji ber nexweşînên xwe nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne demildest bê berdan.
STENBOL
Şaxa ÎHD a Stenbolê jî li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê 702'emîn çalakiya xwe ya "Rûniştina F" li dar xist. Di çalakiyê de rewşa giran a Veysi Abdurrahmanoglû ku 15 sal in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa R a Metrisê tê girtin, hat destnîşankirin. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin û dirûşmeyên wekî "Girtiyên nexweş berdin", "Dermankirin mafek e, nayê astengkirin" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" hatin berzkirin.
Endama Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Mafên Mirovan Meral Nergis Şahînê diyar kir ku Mehmet Emîn Vûral nexweş ku li heman girtîgehê tê girtin, li dijî ferzkirinên keyfî û gefan, dest bi greva birçîbûnê kiriye. Meral Nergîz Şahînê got: "Em bang li Wezareta Dadê dikin ku astengiyên dermankirinê yên ji bo Mehmet Emîn Vural û hemû girtiyên din ên nexweş rake, îdiayên Mehmet Emîn Vûral lêkolîn bike û tevdîrên pêwîst bigire."
Meral Nergis Şahînê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdurrahmanoglû û got: "Ew ji ber sîroz, kolîta ûlseratîf, tromboz û kêmasiya hesin nerihet e. Ew ji kombûna şilavê di valahiya zikê xwe de, êşên mezin û dijwar dikişine û ji atrofiya masûlkeyan, zihîfbûnê, xwîna ji tim ji difna wî tê û ji ber spazm û krampên masûlke û hestiyan eziyetê dikişine. Ji ber vê sedemê, ew di Girtîgeha Tîpa Rehabîlîtasyonê de ye û bi alîkariya in kesên din dikare jiyana xwe bidomîne."
Meral Nergîz Şahînê bilêv kir ku çendî Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora erênî daye Abdûrrahmanoglû jî, karê wî bi derengî tê xistin û got ku jiyana Abdûrrahmanoglû di xetereyê de ye.