ŞIRNEX - Ciwanê ku duh bi şev li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê bi hinceta di lîstika futbolê de formeyê li ser Kurdistan nivîsandî li xwe kiriye hatibû binçavkirin, serbest hat berdan.
Ciwanê bi navê Saît Guler ê ku duh bi şev li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê hatibû binçavkirin, serbest hat berdan. Hat îdiakirin ku Guler ji ber bi formayê li ser Kurdistan nivîsandî li qada bixalî bi gogê lîstiye ji aliyê cendirmeyan ve hatiye binçavkirin. Gulerê ku li qereqolê îfadeya wî hat girtin, pirsa "Te ji bo çi ev forme li xwe kiriye?" hatiye pirsîn
Guler piştî îfadeyê derengê şevê serbest hat berdan.