Ayla Akat Ata: Heya li Îmraliyê tecrîd hebe aştî çênabe

  • rojane
  • 21:18 31 Tebax 2025
  • |
img
RIHA - Aktivîsta TJA'yê Ayla Akat Ata ku di mîtînga Rihayê de axivî, destnîşan kir ku heya li Îmraliyê tecrîd hebe aştî çênabe. 
 
Platforma Saziyên Demokratîk ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Parka Riha Novada bi dirûşmeya “Ji bo Civaka Demokratîk Deng Bidin Aştiyê” mîtîngek li dar xist. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, Hevseroka Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî (KESK) Ayfer Koçak, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Tuncer Bakirhan, parlamenterên Rihayê yên DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan û Omer Ocalan, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî, rêxistinên civaka sivîl û bi deh hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn. Bi hezaran kesan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, "Bê Serok Jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu di mîtîngê de axivî û diyar kir ku ew di rojên dîrokî re derbas dibin û got, “Di 27ê Sibatê de di bin serokatiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêvajoyek nû dest pê kir. Em ji vê pêvajoyê bi hêvî ne. Divê azadiya fîzîkî ji birêz Ocalan re were dayîn da ku di şert û mercên rehettir de bixebite.”
 
Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata diyar kir ku îro her kes dê dengê xwe ji bo aştiyê bilind bike û got: “Werin em hemû bi hev re dengê xwe bilind bikin û silavên xwe ji çar aliyên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê re bişînin. Her kesê ku di bin zilmê de ye wateya Roja Aştiyê dizane. Ji Rihayê heta Îmraliyê, em silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan re dişînin. Werin em bi hev re bibêjin bijî aştî. Bila ji bo me hemûyan rojek pîroz be. Îşev, li vê meydanê, em ê hemû bibêjin aştî. Îro, 1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê li vir wateyeke nû digire. Ev erdnîgarî bi hewldanên me wateyeke nû dide Roja Aştiyê ya Cîhanê.”
 
Ayla Akat Atayê destnîşan kir ku heya li Îmraliyê tecrîd hebe aştî çênabe û got ku heya kesên siyaseta demokratîk dikin girtî bin aştî çênabe. 
 
Ayla Akat Atayê herî dawî strana "Welatê Me Kurdistan e" got. 
 
PEYAMA ABDULLAH OCALAN
 
Piştî axaftina Ayla Akat Atayê, Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kûnt Ayan, peyama 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend. Peyama Abdullah Ocalan bi vî rengî ye:
 
“Ji kesên bo aştî û demokrasiyê têdikoşin re...
 
Banga me ya ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk, ne gaveke siyasî ya jirêzê ye; gaveke stratejîk e û qonaxeke dîrokî ye. Bi vê bangê re hem li Tirkiyeyê hem jî li seranserî Rojhilata Navîn, deriyên serdemeke nû ya jiyaneke demokratîk a ser bingeha aştiyê heta dawiyê hatine vekirin ku dê şûna şer û wêraniyan bigire. 
 
Ev, ne tenê daxwazek e; rastiyeke şênber e ku divê bi derfetên xurt û gavên pratîkî yên cidî were avakirin. Ji ber ku aştiyeke rasteqîn, tenê bêdengbûna çekan an jî bidawîbûna pevçûnan nîne. Aştiya rasteqîn, wê demê pêkan e dema azadî, demokrasî û edaleta civakî di hemû qadên jiyanê de ava bû. 
 
Veguherîna civakî ji bo gelên me ne tenê mafek e; di heman demê de peywira sereke ya serdema nû ya pêşiya me ye. 
 
Aştî, demokrasî û nirxên azadiyê dê bi têkoşîna gelên me re teqez mayinde bibin û di nava jiyana civakî de cihê xwe bigirin. Ev welat êdî dê bibe welatê wan kesan ên ku aştî û jiyana demokratîk hem weke mafê xwe hem jî peywira xwe dibînin. 
 
Bi wesîleya 1’ê Îlonê ez bang li gelên me dikim ku xwedî li vê peywira dîrokî derkevin û meşa aştî û azadiyê hêj bêhtir mezin bikin. 
 
Di wê baweriyê de me ku hemû kes dê cidiyeta vê serdemê fêm bike, xwe li ber çavan derbas bike û li gorî ruhê aştiyê tevbigere. Bi vê baweriyê, ez we hemûyan bi hezkirin û rêzên xwe yên bêdawî silav dikim. 
 
Abdullah Ocalan
 
Girava Îmraliyê.” 
 

Sernavên din

13:11 YRA'yê êrişa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir
13:09 TAJÊ: Veqetandina êzdiyan ji koka wan berdewamiya fermanê ye
12:28 Romana nû ya Rênas Jiyan derçû
12:12 CHP'ê gazî 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê
12:11 Dengbêj Silêmanê Şirnexî jiyana xwe ji dest da
10:59 Hesabê enflasyonê yê TUÎK'ê dîsa kêm derket
10:56 Ciwanê ku li Dêrgulê hat binçavkirin serbest hat berdan
10:50 Şewata li Bestayê hat tefandin
10:33 ENAG: Enflasyon di Tebaxê de ji sedî 3,23 zêde bûye
10:30 Li hemberî şaredariyên CHP'î yên Avcilar û Beşîktaşê operasyon
10:15 NY, bang li Îranê kir ku îdamê rawestîne
10:08 Li Girtîgeha Metrîsê êriş û gef
10:01 32 sal di ser qetilkirina Sîncar re derbas bûn: Berpirsiyariyeke mezin hişt
09:11 Qeyûm guh neda bertekan, careke din dest bi qirkirina daran kir
09:00 Ji Serokê Baroya Amedê pêşniyazên 'çareseriyê'
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2025'AN
02/09/2025
20:58 Rojnamevan Hêmin Mamend di êrişeke çekdarî de birîndar bû
20:32 Bahçelî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar
18:23 Rayedarekî amerîkî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
18:05 Serokatiya Meclisa Giştî ya Bedlîsê derbasî DEM Partiyê bû
17:59 MYK'a CHP'ê bi awayekî awarte civiya
17:54 Kongreya CHP'ê ya Stenbolê hat betalkirin
15:53 Rejîma Îranê 39 girtiyên din darve kir
15:42 Li Silêmaniyeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:51 DBP’ê li Çermûgê silha du malbatan kir
14:39 Li Kurtderesiyê talana ‘îstîmlaqkirina lez’
14:06 Li ser rêya Hesekê-Şedadê qeza çêbû: 11 kes mirin
13:13 Rêxistina Efûyê: Li Siwêdayê 46 Durzî hatin înfazkirin
13:08 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê giran dibe
12:22 Li Bestayê şewat derket
12:21 Li goristana Ermenan hestiyên mirovan li derve ne!
11:51 Li Tirkiyeyê milyonek û 264 hezar û 506 navê qadê û malper hatin sansurkirin
11:36 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserê were pîrozkirin
11:33 MKG: 5 rojnamegerên jin girtî ne
11:01 Serlêdanên ji bo pêşbirkên xelatên rojnamegeriyê didomin
09:43 Li Sûdanê hezaz: Gundek tune bû, zêdetirî hezar kes mirin
09:37 Li Efxanistanê hejmara miriyan 800 derbas kir
09:36 Kesên tev li 1’ê Îlonê bûn: Divê Ocalan azad bibe
09:34 Serokê Baroya Rihayê: Pêdivî bi destûreke bingehîn a li ser esasê hemwelatiya wekhev heye
09:03 Li ÎSTOÇ’ê şewat derket
09:02 Vegeriya gundê xwe yê 30 sal berê hatibû valakirin: Ez ê têkoşîna xwe li vir bidomînim
09:00 ROJEVA 2’YÊ ÎLONA 2025’AN
01/09/2025
21:48 Tulay Hatîmogûllari: Em wêrek bin û gavên berbiçav biavêjin
21:40 Li Amedê bi deh hezaran kes meşiyan: Em nêzî azadiyê ne
19:58 Di çalakiyên 1'ê Îlonê de doza azadiya Ocalan hat kirin
19:32 Der barê Bakirhan û Ozel û 4 parlamenteran de fezleke
19:13 Li Amedê di meşa 1'ê Îlonê de posterê mezin ê Ocalan hat vekirin
15:12 Çalakiyên 1’ê Îlonê: Ji bo çareseriyê divê biisrar û wêrek bin
14:49 Li Şirnexê li qada komirê şewat derket
14:03 Ji baroyan daxuyanî: Ji bo daraza serbixwe û pêvajoyê gavan biavêjin
13:51 Plana Trump a Xezeyê: Dê 10 salan di bin kontrola DYA’yê de be
13:46 Li Darfourê êrişên hewayî: Herî kêm 19 kes mirin
13:45 Baroya Amedê der heqê Cumhuriyetê de serlêdana sûc kir
13:36 TJA: Hevgirtina jinan a li dora banga Ocalan dê misogeriya jiyana azad be
12:36 DFG: Zext didomin, 33 rojnameger girtî ne
12:20 Abdullah Ocalan: Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bibin yek
11:44 Xelkê Wanê: Bila bi nave aştiyê serî li rêyên cuda nedin, divê pêvajoyê temam bikin
11:18 Bîlançoya erdheja li Efxanistanê giran dibe: Hejmara miriyan derket 622'yan
11:09 Psîkanalîst a Fransî Roudinesco: Ez piştgiriyê didim banga Ocalan
10:57 Ji bo rojnamegerên li Xezeyê hatine qetilkirin piştevaniya kûrewî
10:43 Peyamên 1’ê Îlonê: Li dijî şer em mil bidin milên hev
10:42 Akademîsyenê Aştiyê Demîrer: Peywirên me hemûyan hene
10:35 Gokdemîr ê OHD’î: Divê statuya Kurdî bê naskirin û qanûnên pêwîst bên çêkirin
09:57 Xwebûn bi manşeta ‘Aştî weşiya komeliya’ derket
09:52 Îsraîlê biryara dagirkirina ‘Şerîaya Rojava’ da
09:51 Derdora Bendava Tişrînê careke din hate bombebarankirin
09:39 'Bila çand û zimanê Kurdî di destûra bingehîn de bê misogerkirin’
09:06 Daxwazên di mitînga Rihayê de derketin pêş: Wekhevî û azadî
09:02 Kongreya Beluc a Kanadayê hate avakirin
09:00 ROJEVA 1’Ê ÎLONA 2025’AN
08:54 Li Efxanistanê erdhej: Herî kêm 250 kesan jiyana xwe ji dest dan
31/08/2025
22:41 Îsraîl: Berdevkê Hamasê Ebû Ubeyde hat kuştin
22:36 Li Xarpêtê çalakiya 1'ê Îlonê
22:29 Tulay Hatîmgûllari: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
21:27 Bakirhan: Piştî vê saetê hûn nikarin Ocalan di hucreyeke 12 metrekareyî de hepsî bikin
21:18 Ayla Akat Ata: Heya li Îmraliyê tecrîd hebe aştî çênabe
18:43 Polîsan nehişt şîna Şîrîn Işikê bê danîn
18:34 Li Kadikoyê bi beşdariya bi hezaran mîtînga aştiyê
18:30 Li Agiriyê banga meşa aştiyê
16:23 Ji Abdullah Ocalan peyama 1’ê Îlonê: Aştî ne temeniyek, rastiyeke şênber e
16:16 Di ‘Mitînga Aştiyê’ de posterê Abdullah Ocalan hate hilgirtin
14:33 'Mitînga Aştiyê' ya Stenbolê: Divê pêşiya pêvajoyê were vekirin
14:31 'Madem em ê di dewletê de cih bigirin wê demê nasnameya Kurdan qebûl bikin’
14:09 Şîna Bahaddîn Ay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:01 HPG: Êrişên Tirkiyeyê berdewam in
13:53 NY’ê ji bo Şerîfe Mihemedî ji Îranê re name şand
12:51 Kolombiyayê îxrackirina komirê ya ji Îsraîlê re bi temamî qedexe kir
12:50 Civaknasê Amerîkayî Calhoun piştgirî da pêvajoyê
12:05 Li Sûriyeyê 800 kesayetan ji bo hevdîtina bi Ocalan re îmze dan
12:05 Ji bo ‘Meşa Aştiyê’ ya li Agiriyê banga tevlibûnê
11:46 Akademîsyen Berwarî: Iraq di çarçoveya tifaqan de tê dabeşkirin
11:07 Mazlum Ebdî: Sûriye dê nebe Sûriyeya beriya 2011’an
10:56 Li ser X’ê hashtag a #RojinİçinYargıYolunuAçın hate vekirin
10:47 Hamasê mirina Muhammed Sînwar piştrast kir
10:44 Redkarên wijdanî ji bo komîsyon li wan guhdarî bike serlêdan kirin
10:03 ‘Heke hûn pêvajoyekê birêve bibin divê hûn bi muxatabê wê re hevdîtinê bikin’
09:45 Hejmara 131’emîn a kovara Jinê derket
09:36 Guzel ê piştî 33 salan hate berdan: Divê Komîsyon erka xwe pêk bîne
09:12 Daxwaza Komeleya Lêkolînên Kurdî: Ji Kurdî re statu, perwerdeya bi Kurdî
09:00 Qeydên ANKA-DER’ê dest pê kirin