NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), panela bi navê “Peymana 10'ê Adarê, şêwazên li hevkirinê ya ber bi Sûriyeke pirreng û nenavendî ve” li dar xist.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi navê “Peymana 10'ê Adarê, şêwazên li hevkirinê ya ber bi Sûriyeke pirreng û nenavendî ve” li hola Zana ya li bajarê Qamişloyê panelek li dar xist. Endamên saziyên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl, hiqûqnas, akademisyen, siyasetmedar, rojnamevan, mamoste, oldar û bawermend, rewşenbîr û nivîskar ên ji pêkhateyên kantona Cizîrê, koçberên Serêkaniyê û Efrînê beşdarî panelê bûn.
Panelê ji hêla endama Meclisa Giştî ya MSD'ê Hediya Şemo, Hevseroka Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê ya Kantona Cizîrê Derya Remedan û Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê Hesen Mihemed Elî ve hate birêvebirin.
Hedya Şemo piştî bixêrhatina beşdaran kir diyar kir ku piştî ketina rejîma Baasê, hikumeta Şamê tevî nerazbûn û lidarxistina gelek kongreyan danezanek destûrî ragihand ku temsîlî pêkhateyan nake. Her wiha anî ziman ku danezana destûrî bêyî beşdariya pêkhateyan hat ragihandin û mafên jinan mîsoger nake.
Hediya Şemo der barê peymana 10'ê Adarê ya ku di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Serokê Hikumeta Şamê Ehmed El Şeri de hatibû îmzekirin axivî.
Piştre Hesen Mihemed Elî diyar kir ku MSD’ê her dem hewl dide rewşa heyî li herêmê, bi taybetî rewşa Sûriyeyê binirxînin û got: "Heke ew niha nikaribin rewşê baş şîrove bikin, mumkine li Sûriyeyê alozî kûrtir bibin. Ji bo ku ew rewş neyê jiyankirin em di nava tevgerê de ne. "
Hesen Mihemed Elî bal kişand ser guhertinên ku li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê de rû didin û wiha domand: "Herêm di nava guhertinê de ye ku bi destwerdana Iraqê ya li Kiwêtê re dest pê kir. Di wê demê de hate gotin ku wê ew destwerdan derbasî Lubnan û Şamê jî bibe; lê wî demê rewş guncaw nehate dîtin. Bi bihara gelan re ev guhertin careke din dest pê kir, armanca van guhertinan ew e ku ji bo pêşxistina aliyê aborî de ji nû ve sîstem li deveran were danîn. Ji bo sînor nebin asteng korîdorên aborî yên cuda hatin vekirin. Li Rojhilata Navîn hêzên navendî yên weke Îran û Tirkiyeyê li hemberî hêzên cîhanî derkevin rol lîstin, bi vî awayî piştî bûyerên ku li Îran û Sûriyeyê çêbû, Tirkiyeyê hate dorpêçkirin. Pirsa ku niha tê kirine, ew e wê şiklê Sûriyeyê çawa be?"
'SÛRIYE DÊ VENEGERE BERIYA 2011'AN'
Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku Sûriyeyê wê venegere beriya 2011`an û wiha pê de çû "Zehmete ku Sûriyeyê vegera dewleteke navendî, gel jî vê yekê qebûl nake. Wê Sûriyeyê dewleteke be ku sînorên wê hebe. Wê cihê Sûriyeyê. Berê li Sûriyeyê şerê Rûsya û Îran hebû, piştî ketina rejîmê û lawazbûna her du aliyan, di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de alozî derdikevin. Tirkiye dixwaze Sûriye navendî be û dewleteke sunî be ku bi navbênkariya wê pêk bê. Îsralî naxwaze Sûriye navendî be û hêzên tundrew lê hebin. Tevî van li nelehvkirinan jî berjewendiyên wan ên aborî hene. Niha ji me tê xwestin ku em siyasteke hevseng pêş bixin da ku bibin faktorê istiqrarê li Sûriyeyê.”
GAVÊN JI BO AVAKIRINA SÛRIYEYÊ
Hesen Mihemed Elî bal kişand ser gavên ku gelên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo avakirina Sûriyeyeke nenavendî û pirrengî avêtine û got: “Gavên li herêmê bi pêkanîna Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî dest pê kir, pêkhateyên li herêmê jî ji bo yekhelwestê konferansa xwe li dar xist û daxwazên xwe anîn ziman. Bi konferansa yekhelwestê xalên nelihevkirinê ji holê hatin rakirin. Dema ku em bixwazin roleke girîng û pêşeng bilîzin, divê em ji xwe dest pê bikin. Îtîfaqa Kurdan ji bo hemû Sûriyeyê peyamek bû, bandora wê li ser yekhelwesta pêkhateyan li hemû Sûriyeyê hebû. Di konferansa pêkhateyan de jî derkete holê ku hemû pêkhate bi Peymana 10`ê Adarê re ne.”
Hesen Mihemed Elî da zanîn ku niha meseleya wan a esasî ew e ku mafên pêkhateyan di destûra Sûriyeyê ya nû de bên parastin û got ku wê Sûriyeyê di nava ew qas pirsgirêkan de nikaribe pêşbikeve.
'DIVÊ ENTEGRASYON DEMOKRATÎK BE Û NE BI DARÊ ZORÊ BE'
Hesen Mihemed Elî diyar kir ku rêya pêkanîna peymana 10`ê Adarê ne hêsan bû û wiha domand: "Ji bo bicihanîna daxwazan ne hêsan ku di demeke kurt de jî bigihîje encamekê. Peyman gavek bû. Tişta li ser nayê lihevkirin tevlîkirine. Hikumet heyî mîna rejîma berê bi nêrîneke şovenist li mijarê dinêre, dixwaze hemû Sûriyeyê tevlî xwe bike. Bi vî awayî em Sûriyeyeke nû nabînin. Entegrasyona me û destkeftiyên me ji holê rakin, nabe. Divê tevlîkirin ji bo avakirina Sûriyeyeke nû be û bi îtîfaq bê kirin. Ji bo dest bi avakirina saziyan bê kirin, pêwîste entegrasyon demokratîk û ne bi dare zorê be. Hikumeta heyî hewil dide ku temsîla dewleta Sûriyeyê bike, lê faktorên dewletê tune ne û hilbijartin nehatine kirin.”
Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku piştî ku dewleta tirk destwerdanên derve di Sûriyeyê dîtin, dît ku ew ê ji holê were rakirin û got: "Yek ji aliyên ku hişt hevdîtinên li Parîsê bên sekinandin dewleta Tirk bû. Wê jî dixwest di van hevdîtinan de amade bibe. Pêşketinên ku li niha li Tirkiyeyê rû didin ew ê zextên dewleta Tirk kêm bikin."
Piştre beşdaran li ser xalên ku di panelê de hatin gotin, nîqaş pêşxistin. Hate gotin, divê hebûn pêkhateyan û projeya wan a neteweya demokratîk bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê de pêk hat, bên parastin û xalên peymana 10`ê Adarê de jî pêk werin.