SÊRT - Nûreddîn Sofî, Abdulbakî Babur û Metîn Arslan li Sêrtê hatin bibîranîn.
Ji bo endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Metîn Arslan (Koçero Urfa), ji pêşengên Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî û endamê HPG’ê Abdulbakî Babur (Bahtiyar Gabar), li avahiya rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Sêrtê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û welatî tev li bûn.
Nûnerê MEBYA-DER’ê ya Sêrtê Agît Kaçar di bîranînê de got ku ew ê dilsozên bîranînên kesên jiyana xwe ji dest dane bin. Piştre jî sînevîzyoneke ku jiyana Arslan, Sofî û Babur vedigot hate pêşandan.
Bîranîn, bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.