Nûnerê DÎSK'ê yê Stenbolê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wekhevî divê

  • rojane
  • 09:19 16 Tebax 2025
  • |

STENBOL –Nûnerê Herêma Stenbolê yê DÎSK'ê Asalettin Aslanoglû diyar kir ku divê di pêvajoya berdewam de mafên bingehîn ên di destûra bingehîn de werin naskirin û got: "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd wekhevî pêwîst e."

 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dest pê kir, bi xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê berdewam dike. Di çarçoveya xebatê de, partiyên di komîsyonê de ji bo kes û saziyan pêşniyaz pêşkêş kirin ku werin guhdarîkirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) sazî û kesên ku dixwestin werin guhdarîkirin pêşkêşî serokatiya komîsyonê kir. Yek ji saziyên di lîsteya DEM Partiyê de Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) e.
 
Nûnerê Herêma Stenbolê yê DÎSK'ê Asalettin Aslanoglû nêrînên DÎSK'ê yên li ser pêvajoyê û gavên pêwîst ji bo serkeftina wê bi Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kir. 
 
Aslanoglû diyar kir ku helwesta DÎSK'ê ya ji bo aştiyê zelal e. Aslanoglû anîz ziman ku DÎSK nûnertiya çîna karker dike û ji lêçûna şer a li ser karkeran û gel haydar e û got: "Em dibînin ku dewlemendiya ku em di şert û mercên şer de çêdikin çawa vediguhezîne faîzxêr, bazirganên çekan û rantxuran. Ji ber vê yekê, her gav bi zelalî diyar kiriye ku ew alîgirê aştiyê û dabeşkirina adil di nav aştiyê de ye. DÎSK'ê heta niha tu çalakiyek rasterast li ser pêvajoyê nekiriye. Ji ber ku pêvajoyek wisa berê jî hatiye meşandin. Di hawirdoreke pir bêewle de, pêvajo bêyî ku cewhera wê were famkirin an paşxaneya wê were lêkolînkirin, hat rawestandin. Yên ku hewl dan wê pêvajoyê pêk bînin, bedelên pir giran dan. Ji ber vê yekê, hûn dikarin bi hêsanî bibînin ku ne tenê DÎSK, lê di heman demê de gelek rêxistinên mîna DÎSK'ê û yên ku nêrînên wan tên guhdarîkirin, dudil in ku li ser pêvajoyekê biaxivin ku ne diyar e ka ew ê bibe sedema hawîrdoreke bêewle yan na. Ev yek divê bêtir were zelalkirin." 
 
Aslanoglû diyar kir ku divê pevçûnên li ser bingeha siyaseta nasnameyê werin rawestandin û piştgiriya xwe ji bo avakirina şert û mercên aştiyê yên ku her kes xwe wekhev û azad hîs bike anî ziman. Aslanoglû got: "Komîsyon niha di destpêka xebata xwe de ye. Di destpêkê de, mijarên wekî şefafî, temsîl û pergala axaftvanan hatin nîqaşkirin. Ger pirsgirêkek hebe, heke tişt xelet biçin, an jî heke pirsgirêk bi yek rêyê were çareserkirin, bê guman Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şorşeger (DİSK) dê nêrînên xwe li ser vê mijarê eşkere bike. Ez bawer dikim ku hîn zû ye. Pir watedar û rast e ku partîyên ji nasnameyên siyasî yên cuda ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê li meclisê dicivin. Em hêvî dikin ku mijarên ku hatine nîqaşkirin bi rengekî şefaf bi raya giştî re werin parvekirin û pêşveçûn çêbibe."
 
Aslanoglû ku got "Wekhevî ji bo çareseriya mesela kurd pêwîst e" wiha domand: "Divê Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê misoger bike ku hemû welatiyên ku li welêt dijîn mafên xwe yên bingehîn ên mirovî wergirin. Divê mafên kurdan bên naskirin."
 
Aslanoglû destnîşan kir ku çîna karkeran herî zêde dixwaze aştî çêbibe û got ku ew dixwazin hemû civak piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. 
 
MA / Melîk Çelîk
 
 

Sernavên din

10:02 Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket
09:44 Rojnamevan Eren: Divê zimanê medyayê yê provokatîf bê guhertin
09:12 Şêniyên Mexmûrê yên peyama Ocalan gîhişte wan: Em ji bo berpirsiyariyê amade ne
09:12 Awazên Botanê bi ciwanan re zindî dibin
09:10 Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
09:09 Jin pêşengiyê dikin: Daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li cîhanê belav bû
09:00 ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN
17/08/2025
16:42 X’ê têkoşîna jinên Beluc sansur kir
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt
15:26 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
14:44 Kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
14:43 Fîlozof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin
14:17 KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir
13:52 Li Pakistanê karesata lehî û hezazan: 350 kes mirin, 150 kes winda ne
11:57 DEM Partiyê bertek nîşanî erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî da
11:49 Li Mûsilê goreke komî hate dîtin
11:03 Biryarên îstîmlaqkirinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
10:40 Hejmara 129’an a kovara Jinê derket
10:39 Ji sedî 97,9’ê Kurdan di hemû astan de perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
09:59 Li dijî Diyanetê bertek: Jiyana jinan di bin teserûfa jinan bi xwe de ye
09:49 Rojnameger Turkone: Abdullah Ocalan nexşerêyeke rasteqîn pêşkeş dike
09:04 Li Gelîboluyê ji ber şewatê 5 gund hatin valakirin
09:02 Ji bo Girtîgeha Sîncanê banga ‘lêkolînê’
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN
07:49 Li Spanyayê şewatên daristanan: 7 kes mirin
16/08/2025
16:27 Înstagram Çapemeniya Azad sansur dike
15:39 Dadgehê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemediyê erê kir
15:16 Xwestin girtiyên nexweş bên berdan
14:46 Xetereya belavbûna şewatê: Pêdivî bi helîkopterê heye
14:35 Ji xizmên windayan banga 'hevrûbûnê' li hikûmetê
14:04 Dayikên Şemiyê ji bo Acarê ku 31 berê bi ‘Torosa Spî’ hatibû revandin doza edaletê kirin
13:19 Di lehiya Pakistanê de 330 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:03 NY: Ji meha Gulanê heya niha hezar û 760 filistinî hatine kuştin
12:39 Zelenski wê ji bo hevdîtina bi Trump re biçe Washingtonê
12:31 Tehliyeya girtî bi hinceta li 'qawîşa rêxistinkirî' dimîne hate astengkirin
12:27 Li Îranê êriş li qereqola polîsan hate kirin: Kesek mir
12:24 Li Siwêdayê pevçûn didomin
12:19 Li Licê şewatê dîsa dest pê kir
11:56 Li dijî girtiyan gefa ‘bila pêvajo bi dawî be hûn ê bibînin’ hate xwarin
11:55 Ji bo Omer Asafê bi nexweşîna SMA'yê banga alîkariyê
11:26 Civîna jinan a li Dîlokê: Bila dewlet gav biavêje
11:26 Hesabê înstagramê yê Ajansa Welat û Rojnameya Xwebûnê hatin astengkirin
11:12 Ji OHD'ê kampanyaya 'statuya fermî ji bo kurdî'
11:07 Jinên Belûc ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin
11:04 PYD û NY li Şamê hevdîtin pêk anîn
10:41 Ji civîna Trump-Putin biryara ‘lihevkirinê' derneket
10:19 Şewatên li Amedê bi mudaxileya ji bejahiyê ve hatin kontrolkirin
10:01 Li Xelfetiyê qeyûm xizmetê nake: Di vê pêvajoyê de divê qeyûm tunebin
09:34 Akademîsyenê Aştiyê Kaya: Hevdîtina bi Ocalan re dê pêvajoyê bilezîne
09:19 Nûnerê DÎSK'ê yê Stenbolê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wekhevî divê
09:07 Polîtîkaya AKP'ê ya der barê êzidiyên li Ewropayê
09:04 Li Korxanê hilgirên mîrateya bi sedan salan: Bêrîvan
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2025'AN
15/08/2025
16:10 Li Riha’yê jinek hat qetilkirin
16:09 Şewata li Mêrsînê di roja 3’yan de ye: Hezar û 851 kes hatin tehliyekirin
15:41 Ji KESK’ê hişyarî: Heke daxwazên me bicih neyên em ê dest bi çalakiya berdana kar bikin
15:08 Jinan bertek nîşanî Diyanetê dan: Bêyî tawîzê bidin dê têkoşîna me bidome
14:51 Li Pakistan û Hindistanê lehî rabûn: 109 kes mirin
13:47 BES-AR: Mûçeyê kêmtirîn ji sedî 64.81 di bin sînorê birçîtiyê de ma
13:38 Kanyona Qizilxaçê di nava sergoyê de hatiye hiştin!
13:37 Diyanetê mafê mîrasê ya jinan hedef girt
12:28 DEDAŞ’ê li Dêrikê dest danî ser trafoyên cotkaran
12:00 Trump û Putîn dê îro li Alaskayê bicivin
11:48 DEM Partiyê ji wezîr Yilmaz pirsî: Êrişkirina cenazeyê di kîjan qanûn û wijdanê de heye?
11:38 Ayşegul Dogan: Destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ne xetere lê firsend in
10:46 Li Sirbistanê protesto: 60 sivîl û 16 polîs birîndar bûn
09:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tevî tecrîdê jî Ocalan dixwaze aqilê çareseriyê pêş bixe
09:09 'Divê em li dijî tiryakê şiyar bin'
09:08 ‘Her kêliya Koçero ji bo têkoşînê bû'
09:07 Ocalan 27 sal berê gotibû pêdivî pê heye: Îdeolojiya Rizgariya Jinê çima girîng e?
09:00 ROJEVA 15’Ê TEBAXA 2025’AN
08:41 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 44 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
14/08/2025
21:55 Li Amedê 'Meşa Civaka Demokratîk'
16:24 Erdogan ji bo pêvajoyê peyama ‘gava nû’ da
16:23 Welat Zal li ser gora xwe hat bibîranîn
15:07 Îmzeyên li dijî qirkirina daristanan hatin komkirin şandin Meclisê
14:58 Der heqê çawişê pispor ê destê zarokekî şikandî de serlêdana sûc hat kirin
14:26 Akengîn li warê xwe Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:20 Şîna ji bo Metîn Arslan hatibû danîn bi dawî bû
14:18 ÎHD: Li Êlihê mafê tenduristî û jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
14:15 Li Girtîgeha Karabukê tehliyeya 14 girtiyan hate taloqkirin
14:05 Der heqê Bîrîncî ê AKP’î de lêpirsîn hat destpêkirin
14:01 Ozel: Bîrîncî yê AKP’î ji Kapkî 2 milyon dolar xwest
13:09 Kesên di Komkujiya Dîgorê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
11:32 Îşçî ku ji bo komîsyonê hat vexwendin: Heke li Ocalan guhdarî nekin dê pêvajo temam nebe
10:56 Li Mêrsîn û Hatayê şewat: Gelek kes hatin tehliyekirin
10:44 Parêzer Epozdemîr hate girtin
09:54 Akademîsyen Neşe Ozgen: Mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e
09:49 10 sal bere hatin qetilkirin hê jî dosyaya wan veşartî ye
09:27 Qirkirina daran li cih lêkolîn kir: Encamek ji polîtîkaya dagirkeriyê ye
09:22 'Ji bo aştiyê hiqûq, edalet û demokrasî divê'
09:21 Li Wanê şahiya ciwanan: Azadî nêz e
09:01 ‘Divê civaka sivîl ji bo cîvakîkirina pêvajoyê bixebite'
09:00 Li Dêrsimê bi awayekî komunî mala çandê ava kirin
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2025’AN
09:00 Li Hewagê hevdîtina jinan
13/08/2025
22:26 'Em amade ne, bila desthilat jî amade be'