10 sal bere hatin qetilkirin hê jî dosyaya wan veşartî ye

  • rojane
  • 09:49 14 Tebax 2025
  • |

MÛŞ - Li Gimgimê di dema qedexeyên derketina derve de bavê 3 zarokan Rahmî Kiziltaş û xizmê wî Abdullah Toprak 10 sal berê hatin qetilkirin û hê dosyaya wan veşartî ye û kuştina wan nehatiye zelalkirin. 

 
Piştî bidawîbûna pêvajoya diyalogê ya salên 2013-2015’an pêvajoya şer  destpê kir û li gelek navçeya û bajaran qedexeyên derkitina derve hat îlankirin û ji ber van qedexeyan gelek sivîl hatin qetilkirin. Qedexeya ewil li navçeya Gimgim ya Mûşê hat îlankirin, 2 jê sivîl 4 kes hatin qetilkirin. Endama YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) di 10’ê Tebaxê de hat qetilkirin û ji ber teşhîrkirina bedena wê hêrsa gel zêde bû û li gelek taxan barikat hatin danîn. Ji ber pevçûnan li navçeyê di 14’ê Tebaxê de qedexeya derketina derve hat îlankirin. Qedexeya derketina derve di 18’ê Tebaxê de bi dawî bû. Di dema pevçûnan de karkerên înşaetê bavê 3 zarokan Rahmî Kiziltaş (35) û xizmê wî Abdullah Toprak (24) bi guleyan hatin qetilkirin. Piştre şahidên bûyerê ji malbatê re ragihandin ku Kiziltaş û Toprak hatine înfazkirin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin, biryara veşartî ya dosyayê hat dayîn û 10 sal in dosya veşartî ye. 
 
‘BILA KESEK JIYANA XWE JI DEST NEDE’  
 
 
Devrîm Toprak anî ziman ku birayê wî û xizmê wî ligel ku sivîl bûn hatin qetilkirin. Toprak diyar kir ku cenaze şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê, nexwestin cenazeyan bidin û piştî hewldana 4 rojan cenaze wergirtine û anîne Gimgimê û wiha axivî: “Xizmên me jiyana xwe ji dest dan; Lê dibe ku tu kesên din jiyana xwe ji dest nede. Weke gel em aştiyê dixwazin. Di vê mijarê de pêvajoyek tê meşandin. Û ji ber ku ez ji vê bawer nabim û ji ber ku pêvajo jî bi lez dimeşe, bêguman em hinekî bi fikar in. Fikarên me yên wekî, dê ji vê çi derkeve? Gel mafdar e ku meraq bike; Lê hêvî dikim ku tu pirsgirêk dernekeve. Bila kes neêşe. Em dixwazin li vî welatî di nava şert û mercên herî baş de bi hev re bijîn. Ev xeyala me hemûyan e, ya her kesî ye.”
 
Toprak da zanîn ku têkildarî kuştina xizmên xwe serî li rêyên hiqûqî dane, heta niha tu bersiv nehatiye dayîn. 
 
BEHSA BIRAYÊ XWE RAHMÎ KIR 
 
 
Mahsar Kiziltaş behsa birayê xwe Rahmî Kiziltaş ê hat qetilkirin kir û anî ziman ku roja bûyerê birayê wî bi kincên înşaetê hatiye malê û dûre çûye navenda navçeyê û heta hatiye kuştin agahî jê negirtine. Kiziltaş ragihand piştî qedexeya derketina derve ji bo li birayê xwe bigere çûye navendê diyar kir ku ew pê hesiyane ku birayê wî Rahmî jiyana xwe ji dest daye. Kiziltaş bibîr xist ku li Meletiyê dema çûn cenazeyan bînin hewldanên provokatîf hebûn û anî ziman ku piştî zor û zehmetiyan cenaze di dawiya dawî de radestî wan hatine kirin.
 
BI 12 GULEYAN HAT KUŞTIN  
 
Kiziltaş diyar kir ku derbarê dosyaya birayê wî û Abdullah Toprak de ji ber ku biryara veşartî heye hê jî xwe negihandine dosyayê û wiha got: “Birayê min bi 12 guleyan hat kuştin. Ger ketibe pevçûnê jî dikaribûn wî sax bigirin. Gulê serê pêçiya wî jî ketibû. Guleke ji qirika wî dikeve û serê wî de derdikeve. Çawa dibe ku guleyek ji durve tê avêtin, ji qirikê dikeve û di serî de derdikeve.”
 
BAVÊ 3 ZAROKAN BÛ 
 
Kiziltaş da zanîn ku di wê pêvajoyê de polîs her tim dihatin taxa wan, li ser gel zextên psikolojik dikirin, bal kişand ser pêvajoya ku hatiye destpêkirin û wiha got: "Ji niha û pê ve bila kes nemire. Bi taybetî bila ciwan nemirin. Birayê min 35 salî bû û bavê 3 zarokan bû. Hevalê me yê din jî 24 salî bû û hatin kuştin. PKK'ê çeka xwe danî û şewitand; lê em nizanin aliyê din çiqas gavan bavêje Eger pêvajoyeke aştiyê hebe, bêguman em ê pêvajoya hiqûqî ya der heqê birayê min de dewam bikin. 10 sal an jî 20 sal şûnde jî em ê dest ji vê bernedin. Heta niha di dozê de hê jî biryara veşartî heye. Înşalleh wê di vê pêvajoya aştiyê de jî ev prosedurên qanûnî bilez bibin."
 
Kiziltaş bibîrxist ku piştî pêvajoya diyalogê bi dawî bû gelek kes çûn Ewropayê û kesên ku çûn metropolên Tirkiyeyê li wir jî rastî êrîşan hatin û wiha got:  “Em dibêjin bila weke xwîşk û bira bijîn. Bi salan Kurd û Tirk bi hev re wek xwîşk û bira jiyane. Em dixwazin di pêşerojê de jî bi hev re bijîn. Hêvîdarim ev pêvajoya aştiyê dewam bike. Em naxwazin kesek bimire.”
 

Sernavên din

10:02 Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket
09:44 Rojnamevan Eren: Divê zimanê medyayê yê provokatîf bê guhertin
09:12 Şêniyên Mexmûrê yên peyama Ocalan gîhişte wan: Em ji bo berpirsiyariyê amade ne
09:12 Awazên Botanê bi ciwanan re zindî dibin
09:10 Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
09:09 Jin pêşengiyê dikin: Daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li cîhanê belav bû
09:00 ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN
17/08/2025
16:42 X’ê têkoşîna jinên Beluc sansur kir
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt
15:26 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
14:44 Kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
14:43 Fîlozof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin
14:17 KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir
13:52 Li Pakistanê karesata lehî û hezazan: 350 kes mirin, 150 kes winda ne
11:57 DEM Partiyê bertek nîşanî erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî da
11:49 Li Mûsilê goreke komî hate dîtin
11:03 Biryarên îstîmlaqkirinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
10:40 Hejmara 129’an a kovara Jinê derket
10:39 Ji sedî 97,9’ê Kurdan di hemû astan de perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
09:59 Li dijî Diyanetê bertek: Jiyana jinan di bin teserûfa jinan bi xwe de ye
09:49 Rojnameger Turkone: Abdullah Ocalan nexşerêyeke rasteqîn pêşkeş dike
09:04 Li Gelîboluyê ji ber şewatê 5 gund hatin valakirin
09:02 Ji bo Girtîgeha Sîncanê banga ‘lêkolînê’
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN
07:49 Li Spanyayê şewatên daristanan: 7 kes mirin
16/08/2025
16:27 Înstagram Çapemeniya Azad sansur dike
15:39 Dadgehê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemediyê erê kir
15:16 Xwestin girtiyên nexweş bên berdan
14:46 Xetereya belavbûna şewatê: Pêdivî bi helîkopterê heye
14:35 Ji xizmên windayan banga 'hevrûbûnê' li hikûmetê
14:04 Dayikên Şemiyê ji bo Acarê ku 31 berê bi ‘Torosa Spî’ hatibû revandin doza edaletê kirin
13:19 Di lehiya Pakistanê de 330 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:03 NY: Ji meha Gulanê heya niha hezar û 760 filistinî hatine kuştin
12:39 Zelenski wê ji bo hevdîtina bi Trump re biçe Washingtonê
12:31 Tehliyeya girtî bi hinceta li 'qawîşa rêxistinkirî' dimîne hate astengkirin
12:27 Li Îranê êriş li qereqola polîsan hate kirin: Kesek mir
12:24 Li Siwêdayê pevçûn didomin
12:19 Li Licê şewatê dîsa dest pê kir
11:56 Li dijî girtiyan gefa ‘bila pêvajo bi dawî be hûn ê bibînin’ hate xwarin
11:55 Ji bo Omer Asafê bi nexweşîna SMA'yê banga alîkariyê
11:26 Civîna jinan a li Dîlokê: Bila dewlet gav biavêje
11:26 Hesabê înstagramê yê Ajansa Welat û Rojnameya Xwebûnê hatin astengkirin
11:12 Ji OHD'ê kampanyaya 'statuya fermî ji bo kurdî'
11:07 Jinên Belûc ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin
11:04 PYD û NY li Şamê hevdîtin pêk anîn
10:41 Ji civîna Trump-Putin biryara ‘lihevkirinê' derneket
10:19 Şewatên li Amedê bi mudaxileya ji bejahiyê ve hatin kontrolkirin
10:01 Li Xelfetiyê qeyûm xizmetê nake: Di vê pêvajoyê de divê qeyûm tunebin
09:34 Akademîsyenê Aştiyê Kaya: Hevdîtina bi Ocalan re dê pêvajoyê bilezîne
09:19 Nûnerê DÎSK'ê yê Stenbolê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wekhevî divê
09:07 Polîtîkaya AKP'ê ya der barê êzidiyên li Ewropayê
09:04 Li Korxanê hilgirên mîrateya bi sedan salan: Bêrîvan
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2025'AN
15/08/2025
16:10 Li Riha’yê jinek hat qetilkirin
16:09 Şewata li Mêrsînê di roja 3’yan de ye: Hezar û 851 kes hatin tehliyekirin
15:41 Ji KESK’ê hişyarî: Heke daxwazên me bicih neyên em ê dest bi çalakiya berdana kar bikin
15:08 Jinan bertek nîşanî Diyanetê dan: Bêyî tawîzê bidin dê têkoşîna me bidome
14:51 Li Pakistan û Hindistanê lehî rabûn: 109 kes mirin
13:47 BES-AR: Mûçeyê kêmtirîn ji sedî 64.81 di bin sînorê birçîtiyê de ma
13:38 Kanyona Qizilxaçê di nava sergoyê de hatiye hiştin!
13:37 Diyanetê mafê mîrasê ya jinan hedef girt
12:28 DEDAŞ’ê li Dêrikê dest danî ser trafoyên cotkaran
12:00 Trump û Putîn dê îro li Alaskayê bicivin
11:48 DEM Partiyê ji wezîr Yilmaz pirsî: Êrişkirina cenazeyê di kîjan qanûn û wijdanê de heye?
11:38 Ayşegul Dogan: Destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ne xetere lê firsend in
10:46 Li Sirbistanê protesto: 60 sivîl û 16 polîs birîndar bûn
09:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tevî tecrîdê jî Ocalan dixwaze aqilê çareseriyê pêş bixe
09:09 'Divê em li dijî tiryakê şiyar bin'
09:08 ‘Her kêliya Koçero ji bo têkoşînê bû'
09:07 Ocalan 27 sal berê gotibû pêdivî pê heye: Îdeolojiya Rizgariya Jinê çima girîng e?
09:00 ROJEVA 15’Ê TEBAXA 2025’AN
08:41 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 44 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
14/08/2025
21:55 Li Amedê 'Meşa Civaka Demokratîk'
16:24 Erdogan ji bo pêvajoyê peyama ‘gava nû’ da
16:23 Welat Zal li ser gora xwe hat bibîranîn
15:07 Îmzeyên li dijî qirkirina daristanan hatin komkirin şandin Meclisê
14:58 Der heqê çawişê pispor ê destê zarokekî şikandî de serlêdana sûc hat kirin
14:26 Akengîn li warê xwe Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:20 Şîna ji bo Metîn Arslan hatibû danîn bi dawî bû
14:18 ÎHD: Li Êlihê mafê tenduristî û jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
14:15 Li Girtîgeha Karabukê tehliyeya 14 girtiyan hate taloqkirin
14:05 Der heqê Bîrîncî ê AKP’î de lêpirsîn hat destpêkirin
14:01 Ozel: Bîrîncî yê AKP’î ji Kapkî 2 milyon dolar xwest
13:09 Kesên di Komkujiya Dîgorê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
11:32 Îşçî ku ji bo komîsyonê hat vexwendin: Heke li Ocalan guhdarî nekin dê pêvajo temam nebe
10:56 Li Mêrsîn û Hatayê şewat: Gelek kes hatin tehliyekirin
10:44 Parêzer Epozdemîr hate girtin
09:54 Akademîsyen Neşe Ozgen: Mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e
09:49 10 sal bere hatin qetilkirin hê jî dosyaya wan veşartî ye
09:27 Qirkirina daran li cih lêkolîn kir: Encamek ji polîtîkaya dagirkeriyê ye
09:22 'Ji bo aştiyê hiqûq, edalet û demokrasî divê'
09:21 Li Wanê şahiya ciwanan: Azadî nêz e
09:01 ‘Divê civaka sivîl ji bo cîvakîkirina pêvajoyê bixebite'
09:00 Li Dêrsimê bi awayekî komunî mala çandê ava kirin
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2025’AN
09:00 Li Hewagê hevdîtina jinan
13/08/2025
22:26 'Em amade ne, bila desthilat jî amade be'