ERZIROM - Zaroka bi navê Aylîn Sarikan a 13 salî ku li Tatosê ber Çemê Arasê ket, jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Tatosê ya Erziromê 3 zarok ber Çemê Arasê ketin. Ji zarokan 2 jê bi alîkariya xelkê li derdorê ve hatin xelaskirin. Ji zarokan Aylîn Sarikan a 13 salî demek piştre li rex avê hate dîtin û ser hişê xwe çûbû.
Aylîn Sarikan ku rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.