AMED - Li navçeya Licê, 6 çêlekên ku 5 jê avis bûn, bi ceyranê ketin û mirin. Welatiyan diyar kirin ku wan giliyê DEDAŞ'ê kirine ku ji piştguhkirinê berpirsyar in.
Li gundê Bamidnê ya navçeya Licê ya Amedê piştî şewata ku di 21'ê Tîrmehê de xetên veguhastina elektirîkê xirabûyî tamîr kirin, di 26'ê Tîrmehê de ji ber xetên binketî 6 çêlek ku 5 jê avis bûn bi elektrîkê ketin. Der barê bûyerê de ji aliyê cendirme û Şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ve raporek hat dayîn. Lê belê ji bo telawîzkirina zerarên piştî raporê ti gav nehatiye avêtin.
Tevî bûyera mirinê jî DEDAŞ'ê li ser stûnên ku rîsk li ser wan heye xebatên tamîrkirinê nekirin. Li herêma ku 6 çêlek mirin, 2 stûnên dibe ku bikevin. Şêniyên navçeyê ji ber vê rewşa ku qezayên gengaz, bi fikar in, ji ber ku tevî hişyariyên li ser polan ên li ber ketinê ne jî ti mudaxele nehatiye kirin.
'EM MEXDÛR IN, EM MAFÊ XWE DIXWAZIN'
Menduh Hantaş ku 3 dewara wî ji ber bûyerê mirin wiha axivî: "Berê ji şewat derketibû. DEDAŞ'ê 5 roj beriya bûyerê hat lê li şûna stûnê biguherîne, qut kirin û dîsa heman stûn bi kar anîn. Ya ku wan kir, têra xwe ne saxlem bû. Piştî bûyerê me agahî da DEDAŞ'ê û ew jî ji bo guhertina hatin. 5 roj berê tedbîr negirtin, tenê piştî bûyerê hatin. Polîs û cendirme hatin û têkildarî bûyerê not girtin, piştre ji wir veqetiyan. Piştî wê tu kesî li me negeriya û nepirsî. Heywanên me mirin, em mexdûr in, em mafên xwe dixwazin. Divê DEDAŞ berdêla zerarên me bide."
STÛNA KU ŞEWITÎ DÎSA BI KAR ANÎN
Ekrem Eryilmaz ê di bûyerê de 3 çêlek winda kir diyar kir ku wan der barê stûna elektrîkê ya di şewatê de xera bûye agahî dane DEDAŞ'ê. Eryilmaz anî ziman ku bi bikaranîna deynekî ji şêniyên taxê, DEDAŞ'ê stûn ji bilindahiya xwe ya normal a ji 12 metreyî heta 6 metreyî kurteber kiriye. Eryilmaz wiha axivî: "Piştî qutkirina stunê, careke din li heman cihî danîn, hewl dan bi tenê bi 4-5 keviran stabîle bikin. Ev 5 roj in nayên stunan kontrol nakin. Dû ra, cemser dikeve ser rê. Heywanên me dema derbas dibûn li stûna ceyranê qelibîn. Her çend gavanên bi heywanan re hewl dan wan xilas bikin jî, nekarîn. Tevî bangên me yên li DEDAŞ'ê jî dema bûyer qewimî, nehatin."
Eryilmaz diyar kir ku piştî wan rewş ji qereqolê re ragihandine rayedarên DEDAŞ'ê û jenderme hatine cihê bûyerê û got, "Hatin û wêneyên heywanên me kişandin. Lê careka din tu kes nehat ku li me bigere an jî alîkariyê bide me. Divê li gazinên me bê nihêrin. Em giliyê DEDAŞ'ê dikin."
MA / Heval Onkol