NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê, bertek nîşanî neberdana girtiyên ji ber Doza Kobanê girtî, da û got: "Dadgeh, hiqûqa navneteweyî û xala 90'emîn a Destûra Bingehîn binpê dike û sûc dike."
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bertek nîşanî neberdana girtiyên ji ber Doza Kobanê girtî da ku çendî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) cara sêya biryara binpêkirinê daye.
Di daxuyaniya DEM Partiyê de ev tişt hatin destnîşankirin: "Tevî ku DMME'yê cara sêyan biryar daye jî, di serî de Figen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, serlêdana ji bo berdana girtiyên Doza Kûmpasê ya Kobaniyê ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. Dadgeh, hiqûqa navneteweyî û xala 90'emîn a Destûra Bingehîn binpê dike û sûc dike. Serbestberdana hevrêyên me yên ji ber sedemên siyasî di girtîgehê de, tenê ne divêtiyeke hiqûqê û edaletê ye, di heman demê de divêtiyeke Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e jî."
ÇI BÛBÛ?
Piştî DMME'yê cara sêyan biryara binpêkirinê da, serlêdana ji bo berdana Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Figen uksekd û Selahattîn Demîrtaş û girtiyên din ên Doza Kobanê, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê ve hatibû redkirin. Dadgehê di sedema biryarê de diyar kiribû ku biryara DMME'yê ne teqez e.