STENBOL - Abdullah Ocalan ji bo şandeya Ewropayê ku dixwest pê re hevdîtinê bike, peyam şand û got: “Ez, hewldanên bi vî rengî, weke parçeyeke îradeya aştiya civakî, çareseriya demokratîk û pêkvejiyana azad a gelan dibînim.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji şandeya Ewropayê re ku bi daxwaza hevdîtina li Îmraliyê hatibû Stenbolê û ji 39 akademîsyen, parlamenter, hiqûqnas û rojnamegeran pêk dihat, peyameke nivîskî şand.
Şandeyê peyama Abdullah Ocalan di civîna “Maseya Gilover” a li hotêleke li Taksîmê de xwend.
Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:
“Ji dostên hêja re...
Hûn ji rêyeke ewqas dirêj hatin, hewldana we ya ji bo anîna rojevê ya lêgerîna azadiyê ku di şexsê min de şênber bûye û daxwaza we ya ji bo hevdîtina bi min re, ji bo min gelek watedar û biqîmet e. Beriya her tiştekî, ez hewldaneke bi vî rengî ne tenê weke piştevanî û lêgerîneke azadiyê ya şexsî; weke parçeyeke îradeya aştiya civakî, çareseriya demokratîk û pêkvejiyana azad a gelan dibînim.
Min tu caran azadiya xwe ya şexsî ji azadiya civakî cuda negirt dest. Jixwe, min her tim gotiye ku di mercên civakeke azad nehatiye avakirin de azadiyên şexsî jî tu wateyeke xwe nabe. Bi vê sedemê; ez vê gava we, ji bo pêşeroja demokratîk a hevpar a gelên me gelek watedar, sûdewer û weke bangekî gelek wêrek dibînim.
Min jê hay bû ku hûn dixwazin bi min re hevdîtinê bikin. Hêvîdarim ku di pêvajoya pêş de mercên hevdîtineke wiha ava bibin. Di vê çarçoveyê de, silav û rêzên xwe ji hemû kesên- ne tenê ji bo min, ji bo lêgerîna îradeya demokratîk û azadiyê ya gelên me sûdewer bûn - keda wan tê de heye re dişînim.
Bi hêviya ku di rojên azad de, di rewşeke civaka demokratîk hatiye avakirin de em rû bi rû hev bibînin...
Abdullah Ocalan
Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê”