ENQERE - Li gorî ENAG’ê enflasyona salane ji sedî 68,68 û li gorî TUÎK’ê jî ji sedî 35,05 e.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên xwe yên enflasyonê yên meha Hezîranê aşkera kir. Li gorî daneyên TUÎK’ê; di meha Hezîranê de enflasyona mehane ji sedî 1,37 û ya salane jî bû ji sedî 35,05. Enflasyona 6 mehan jî weke ji sedî 16,67 hate aşkerakirin.
ENAG: ENFLASYON JI SEDÎ 68,68 E
Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) ku ji akademîsyenên serbixwe pêk tê jî daneyên meha Hezîranê aşkera kir. Li gorî ENAG’ê enflasyona meha Hezîranê ji sedî 3,05 û ya salane jî ji sedî 68,68 e.