RIHA - Tevî peymana ku di navbera HSD'ê û rêveberiya Şamê de hatiye îmzekirin jî, dagirkeriya komên paramîlîter a li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê didomin.
Bi sed hezaran welatiyên ku ji ber êrişên Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê neçar man ji Efrîn, Serêkaniyê û Grê Spî koçber bibin, li benda vegerê ne. Di 10'ê Adarê de, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêveberiya demkî ya Şamê de peymanek ji heşt xalan pêkhatî hat îmzekirin. Di peymanê de xala "Misogerkirina vegera hemû sûriyeyiyên koçber li bajar û gundên xwe û misogerkirina parastina wan ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve" heye. Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) gelek caran daxwaz kir ku şertên xala têkildar a peymanê werin bicîhanîn. Lêbelê hêzên paramîlîter ji her sê bajaran derneketine û hê jî rê li ber vegera welatiyan nehatiye vekirin.
Berpirsê Têkiliyên Derve yê Komîteya Koçberiyê ya Serêkaniyê Ciwan Îso û Berdevkê Hevberdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê Îbrahîm Şêxo li ser rewşa dawî ya herêmê axivîn.
REWŞA SEREKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ
Ciwan Isso got ku rewşa li Serekaniyê û Girê Spî ji dema hilweşîna rejîma Esad ve neguheriye. Isso got: "Li Serekaniyê û Girê Spî ji aliyê hiqûq, mirovahî û ewlehiyê ve tu guhertin çênebûye. Rewş ji sala 2019'an, ji roja dagirkeriyê heya niha ve heman tişt e. Meclisên ku ji hêla hêzên dagirker ve hatine damezrandin hîn jî dixebitin."
Isso bangên MSD'ê yên ji bo hikûmeta Şamê bi bîr xistin û destnîşan kir ku Tirkiyeyê ev rewş asteng kiriye. Isso got: "Lêbelê, em hêvîdar in ku di rojên pêş de gavên erênî werin avêtin."
Isso destnîşan kir ku divê vegera welatiyên koçberkirî were misogerkirin û got: "Rejîm propagandayê dike û dibêje 'her kes dikare vegere welatê xwe, pirsgirêk tune'. Lê welatiyên me yên ku li kampan dimînin li benda gavekê ne. Hemû dixwazin vegerin. Propagandaya di vî warî de wekî xapandinê dibînin."
Isso got: "Divê hikûmeta Şamê berpirsiyariyê bigire ser xwe da ku welatî careke din neyên koçberkirin û ewlehiya wan a aborî û siyasî were misogerkirin. Divê komên paramîlîter ên li vir çekên xwe deynin. Divê ew kesên ku li cihên ku welatiyên vir bi cih bûne derkevin û divê neclisên hatine avakirin bên fesixkirin. Malbatên hêzên dagirker li malên 5 hezar niştecihên Serêkaniyê bi cih bûne. Bi sedan kargeh di bin kontrola wan de ne. Bi sed hezaran donim erdên çandiniyê di destê wan de ne. Divê hikûmeta Şamê berpirsiyariyê bigire û vê tekê çareser bike."
'TIRKIYE DIXWAZE DEMOGRAFIYÊ BIGUHERÎNE'
Isso ku diyar kir ku wan piştî hilweşîna rejîma Şamê ji bo vegera welatiyan dest bi xebatê kiriye û got: "Piraniya hêzên dagirker ên ku li vir bi cih bûne ji bajarên Sûriyeyê yên wekî Heleb, Hema, Humusê ne. Hin ji wan di rojên pêşîn de vegeriyan bajarên xwe yên jidayikbûnê, lê ev hejmar pir kêm e. Piraniya kesên ku li wir bûn jî dixwestin ji van bajaran derkevin. Me wê demê jî daxuyaniyek dabû. Me got ku dê ji bo komên paramîlîter ên dagirker û malbatên wan rihetî were peyda kirin. Her çend ev daxwaza malbatan bû jî, Tirkiyeyê destûr neda. Ji ber ku Tirkiye ji bo guherandina demografiya vir, mirov anîn vir. Ji bo vê yekê pir xebitî. Ji ber vê yekê hewl dide ku van mirovan li vir bihêle."
'DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN'
Isso destnîşan kir ku divê hikûmeta Şamê gavan biavêje û wiha domand: "Di raporan de hatiye xuyakirin ku li vir sûcên mezin hatine kirin. Tirkiyeyê ji vir heta Lubnanê torek ava kiriye. Pergala kevn hîn jî tê parastin. Qanûna ku li Şamê hatiye derxistin li herêmên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin kar nake. Torên terorîst ên li vir hatine avakirin dikarin bigihîjin wê astê ku ne tenê bandorê li rêveberiya xweser, lê li tevahiya herêmê bikin. Ji ber vê yekê, pir girîng e ku demildest ji bo vegerandina koçberan gav werin avêtin."
REWŞA EFRÎNÊ
Îbrahîm Şêxo jî got ku ji bo gelê Efrînê tu gav nehatine avêtin. Şêxo got: "Ne ewlehiya wan hatiye misogerkirin û ne jî warên dagirkirî û talankirî hatine vegerandin. Belê, peymanek siyasî hat îmzekirin. Lê belê, em di pratîkê de tiştekî nabînin. Em dizanin ku bi taybetî Tirkiye astengiyê datîne pêşiya bicihanîna xala di peymanê de."
Şêxo destnîşan kir ku bi hezaran welatiyên efrînî piştî îmzekirina peymanê yekser vegeriyane û rêjeya kesên ku vegeriyane ji sala 2018'an vir ve gihîştiye ji sedî 60-65'an. Şêxo diyar kir ku kesên ku vegeriyane bi binpêkirinên mafan re rû bi rû mane û got: "Erê, ferman ne wekî berê ye. Dibe ku revandin ne wekî berê be. Hin ji wan jî tên berdan. Lêbelê, mal û erdên wan nayên dayîn. Komên paramîlîter ên li vir navên xwe guhertine û çalakiyên xwe di bin navê 'ewlehiya giştî' an navên din de didomînin. Niha pevguherandina dîlgirtiyan berdewam dike. Hêzên ewlehiya navxweyî dest bi bicihkirina xwe li Şêx Meqsûdê kirine. Heman tişt wê li Efrînê jî bihata kirin. Bi heman awayî, em li bendê ne ku xala der barê koçberan de di peymanê de were bicîhanîn. Lêbelê, ev nayê kirin. Tirkiye li pişt komên paramîlîter ên li Efrîn e. Hêzên Şamê nikarin bikevin van deran û xebatê bikin. Em li bendê bûn ku piştî Cejna Qurbanê gavên cidî werin avêtin, lê ew çênebû. Em dizanin ku desteya Rêveberiya Xweser dê li ser van xalan bixebite."
MA / Ceylan Şahînlî