NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê, ji bo Şêx Seîd ku piştî li Dadgehên Îstîqlalê hat darizandin hatibû darvekirin, daxwaza “îade-î îtîbarê” kir û got ku ev yek dê ji bo pêvajoyê gaveke girîng be.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi boneya 100’emîn sala darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em, di sala 100’emîn a qetilkirina Şêx Seîd û hevalên wî de ku li dijî polîtîkayên înkarkirina îradeya gelê Kurd seknekî xurt raber kirin û di bîra Kurdan de xwedî cihekî girîng in, wan bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Îade-î îtîbara Şêx Seîd, hevrûbûna bi rabûrdiyê re û aşkerakirina cihê gorên wan dê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî gaveke girîng be.”