STENBOL - Hewldana Ji Bo Aştiya Civakî, di çarçoveya pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de û ji bo nîqaşên der barê polîtîka û têkoşîna hevpar de dê konferansê li dar bixe.
Hewldana Ji Bo Aştiya Civakî, dê bi sernava “Rêya diçe aştiyê” konferansê li dar bixin. Dê di konferanê de çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ji aliyê aştî û demokrasiyê ve rêyên bo polîtîka û têkoşîna hevpar bê nîqaşkirin.
Konferans dê di 22'yê Hezîranê de li Navenda Çandê ya Eyyup Sultanê ya Stenbolê bê lidarxistin. Rojeva sereke ya konferansê dê aştî û demokrasî ya ji bo pêşeroja Tirkiyeyê be. Beşdar dê der barê pêşxistina polîtîka û rêyên hevpar ên bo aştî û demokrasiyê nîqaş bikin.
Axaftina destpêkê ya konferansê dê ji hêla hiqûqnas û dîplomat Riza Trurkmen ve bê kirin. Rûniştina yekemîn a konferansê dê bi sernavê “Em di qonaxa çareseriya Kurd de li ku ne?” bê pêşkeşkirin. Di konferansê de Cigirê Serokwezîrê yê berê Bulent Arinç, Endama Damezirîner a Federasyona Komeleyên Kafkas Ayça Atçi, siyasetmedara Kurd Gulten Kişanak, Serokê CHP’ê berê û diplomat Hîkmet Çetîn, Serokê Giştî yê Yekitiya Federasyonên Elewî Mûstafa Arslan biaxivin.
Di rûniştina duyemîn a konferansê de dê sernavê “Ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê divê kîjan polîtîkayên hevpar bên afirandin?” bê nîqaşkirin. Dê moderator Tûnç Soyar be. Di vê rûniştinê Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Tayîp Temel, nivîskar Erdogan Aydin, ji Hewldana Jinan a Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye Ferîde Eralp, Cîgirê Hevserokê Giştî yê CHP’ê Gokçe Gokçen biaxivin. Rûniştina sêyemîn a konferansê jî dê bi sernavê “Ji bo serketina aştiyê kîjan gavên lezgîn divê bên avêtin? Gavên hiqûqî û îdarî çi ne” bê lidarxistin û li ser pêşniyarên çareseriyê nîqaş bên kirin.