NAVENDA NÛÇEYAN - Wêneyê nivîskar Ahmet Aktaş ê 42 sal berê li Şamê bi Abdullah Ocalan re hatibû kişandin ji aliyê Rojnameya Xewbûn ve hate weşandin.
Nivîskar Ahmet Aktaş wêneyê ku 42 sal berê li Şamê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kişandibû bi rêya rojnameya Xwebûn bi raya giştî re parve kir. Rojnameyê xwe gihand Aktaş ku wêneyê ku wî di sala 1983'an de bi Abdullah Ocalan re kişandiye bi xwendevanên xwe re parve bike. Aktaş diyar kir ku cara yekê ye bi rêya rojnameyê bi raya giştî re wêne parve dike.