NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ku ji aliyê girtiyên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye ragihandin, diyar kir ku ji serê meha Gulanê heta niha 96 girtî ji hêla rejîmê ve hatine darvekirin.
Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 68’emîn de didome. Kampanyayê der barê darvekirinan de daxuyaniyeke nû da. Di daxuyaniyê de hate gotin darvekirin û dayîna cezayên darvekirinê didomin û wiha hate gotin; “Ji serê meha Gulanê (2025) heya niha 96 girtî li girtîgehên bajarên Îran û rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin û ji wê hejmarê yek jê jin e.”
Herwiha hate diyarkirin ku cezayê darvekirinê li 2 girtiyên din ên siyasî yên bi navê Emîn Ferec Awirgîsawendanî û Îhsan Ferîdî yê ku xwendevanê zanîgeha Tewrêz hatiye birîn. Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafê mirovan hate kirin ku dijî darvekirinan xwedî helwest bin.