NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî encama danezana Kongreya 12’emîn a PKK’ê aşkere bû, hîseyên ASELSAN’ê qîmeta xwe winda kir.
PKK’ê, di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku dawî li têkoşîna çekdarî aniye. Piştî vê daxuyaniyê bazara borseyê zede geş bû lê parên ASELSAN a ku di pîşesaziya berevaniya Tirkiyeyê de xwedî cihek girîng e, qîmeta xwe winda kir û ji sedî 9 ket.
Îro bi giştî rewşa borseyê zede geş bû lê piştî daxuyaniya PKK'ê, hîseyên ASELSAN’ê bêqîmet bûn. Di nava rojê de hîseyên ASELSAN'ê ji sedî 9 qîmeta parên xwe winda kir û vê rewşê bala veberdêran kişand.
Piştî biryara PKK'ê, di Borsa Îstanbulê de gelek hîse bilind bûn. Bazara gelek tiştan biha bû lê tenê hîseyên şîrketa ASELSAN a berevaniya Tirkiyeyê qîmeta xwe winda kir.