ENQERE - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li ser kongreya PKK'ê axivî û wiha got: "Avakirina bingeha demokratîk û hiqûqî wê bibe pêşketina herî girîng a ku pêwîstiya welat pê heye. Îro, ne roja dawî ye; am şahidên destpêkeke nû ne."
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari têkildarî 12’emîn Kongreya PKK'ê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Tulay Hatîmogullari diyar kir ku îro di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de destpêka serdemeke nû ye û wiha got: "Îro 9’ê Gulana 2025’an di dîroka siyaseta Tirkiyeyê de destpêka serdemeke nû yeEm dikarin vê yekê weke mîladekê qebûl bikin."
CIVAKA DEMOKRATÎK
Tulay Hatîmogullari anî ziman ku ji 50 salan zêdetir e pevçûn hene û wiha got: "Niha derfet hene ku çek bêdeng bibin, em ber bi hêvî, gotin û îradeyê ve gavên nû diavêjin. Me qedereke hevpar derbas kir, niha dem hatiye em qedera hevpar mezin bikin. Hemû kesên li çiya û bajaran tên kuştin canê me ne û êşa me hemûyan hevpar e.”
BANG LI PARLEMENTOYÊ HAT KIRIN KU BI BERPIRSYARÎ RABE
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ew amade ne ku wek partî berpirsiyariyê bigirin ser xwe û wiha got: "Di vê merheleya dîrokî de; ji bo çareseriya demokratîk û aştiyeke bi rûmet em amade ne her berpirsyariyê hilgirin ser milê xwe. Ji ber vê yekê, em bang li hemû saziyên siyasî, bi taybetî bang li parlamentoyê dikin ku xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Wek DEM Partî em spasiyên xwe pêşkêşî birêz Abdullah Ocalan dikin ku di vê pêvajoyê de roleke diyarker lîstiye; em spasiyên xwe pêşkêşî Serokkomar Erdogan û Devlet Bahçelî dikin ku piştgirî dane vîna çareseriyê û hemû partiyên muxalîf û bi taybetî jî muxalefeta sereke, saziyên siyasî yên demokratîk ku bi erênî nêzî pêvajoyê bûne. Em bang li hemû aktor û saziyên siyasî dikin ku ji bo vê firsenda dîrokî veguherînin aştiyeke mayînde, bi berpirsyariya xwe rabin."
BINGEHA DEMOKRATÎK Û QANÛNÎ
Tulay Hatîmogullari da zanîn ku dema avakirina zemîneke demokratîk û zagonî hatiye û wiha got: "Pêşketina herî girîng a ku pêwîstiya welat pê heye dê avakirina zemîneke demokratîk û zagonî ye. Em îro şahidiyê ji destpêkeke nû re dikin, ne dawî ye. Haya me jê heye ku rojên gelekî dîrokî li benda siyaseta demokratîk in."
MA / Mehmet Aslan