NAVENDA NÛÇEYAN - Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê yên li Êlih, Erzîngan, Xarpêt, Çewlig, Dêrsim û Sêrtê de banga têkoşîna li dijî newekhevî û zextan hate kirin. Di mitîngan de daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd û perwerdeya bi zimanê dayikê hate kirin.
Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê derket pêş. Çalakiyên 1’ê Gulanê bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) hatin lidarxistin.
DÊRSIM
Girseya ku ji Kolana Hunerê heta Qada Seyîd Riza meşiyan, bal kişandin ser qirkirina karkeran û talana xwezayî. Di axaftinan de li dijî polîtîkayên qeyûmê, zextên sendîkal û xerakirina xwezayê îşaret bi têkoşîna birêxistinkirî hat kirin.
ÊLIH
Li Êlihê jî meşek hat lidarxistin û li Parka Yilmaz Guney bi dawî bû. Di meşê de daxwazên “ked, aştî û demokrasiyê” derket pêş. Hevserokê Şaxa SES’ê Cîhan Tuzun di meşê de axivî û peyama “Em ê bi rêxistinbûnê qezenc bikin” da. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.
ERZINGAN Û XARPÊT
Di mitîngên ku li Erzînganê li Qada Cumhuriyetê û li Xarpêtê jî li Bazara Pênçşemê hatin lidarxistin de daxwaza ked, aştî û azadiyê hatin kirin û govend hatin gerandin.
ÇEWLÎG
Serokê Şaxa Egîtîm Senê Murat Korlaelçî di çalakiya li Çewlîgê de bal kişand ser polîtîkayên dijberê penaberan, xerakirina xwezayê û êrîşên li ser keda jinê. Çalakî bi gerandina govendê û dirûşmeyan bi dawî bû.
SÊRT
Di çalakiyên li Qada Demokrasiyê de banga “Ji bo serkeftina kedê berxwedanê mezin bikin” hate kirin. Gel û esnaf jî bi nîşaneyên serkeftinê û tilîliyan piştgirî dan meşê.