ENQERE - Danişîna biryarê ya doza rêveberên SES’ê tên darizandin, taloqî 8’ê Cotmehê hate kirin.
Danişîna doza ku Hevserokên Giştî yên Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) yên berê Selma Atabey û Gonul Erden jî di nav de 8 kes tê de bi bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê” û “rêveberiya rêxistinê” tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate lidarxistin. Li bendê bû ku di danişîna îro de biryara were dayin. Lê belê danişîn, piştî serokê dadgehê hincet nîşan dayî, taloqî 8’ê Cotmehê hate kirin.