Xizmên windayan: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rabirdûyê re hevrûbûyîn divê

  • rojane
  • 14:48 12 Nîsan 2025
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan ji bo aqûbeta windayan bipirsin û ji bo darizandina faîlan li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê hatin ba hev.
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina kiryarên wan, li 3 bajaran çalakiyên xwe domandin.
 
AMED
 
Xizmên windayan û Şaxa ÎHDê ya Amedê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Parka Koşuyolu kom bûn û li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiya vê hefteyê de akûbeta Ali Îhsan Dagli yê ku di 14 Nîsana 1995an de li Farqînê di bin çavan de hate windakirin pirsîn.
 
Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Ercan Yilmaz daxuyanî da. Ercan Yilmaz diyar kir ku nêzî heft mehan e ku nîqaşên çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên diyalog û muzakereyê tên kirin û got:” Ev hêviyê dide me. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê destpêkê hewcedarî bi rabirdûyê re rûbirûmayînê heye. Gere dewlet komisyona edalet û bi rabirduyê re rûbirûmayinê ava bike.”
 
Parêzer Berfîn Elçî, çîroka Ali Îhsan Dagli xwend. Berfîn Elçî diyar kir ku Dagli fi 14 Nîsana 1995'an de tê binçavkirin û piştre tê wendakirin û got: “Li gor nûçeya rojnameya Evrenselê ya di 11'ê Cotmeha 1997 an de Malbat ji ber ku serî li ÎHDê dide hêzên dewletê di ser gund de digirin û li hember malbatê tundiyê bikar tînin. Dîsa di heman nûçeyê de wêneya Ali İhsan Dagli ya ku dema dibin çavan de bûye tê parvekirin û bi vî awayî inçavkirina wî tê belgekirin. Di wêneyê de dixuyê ku deste Ali İhsan Dagli pêçayî ye. Malbat di 16'ê Cotmeha 1997'an de bi vê wêneyê serî li şaxa ÎHDê ya Amedê dide.
 
Berfîn Elçiyê diyarkir ku malbatê serî li hemû mekanîzmayên hiqûqê daye lê tu encam negirtiye û got: Doz biriye Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (AİHM) û AİHMê Tirjiye mehkûm kiriye. Divê akubeta windayan bê aşkerekirin û kujer bên darizandin.
 
ÊLIH
 
Li Êlihê jî Şaxa ÎHD’ê û xizmên windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” cara 680’an li Cadeya Gulistan hatin ba hev. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ahmet Bûlmûş pirsîn ku 1’ê Nîsana 1994’an li navçeya Cizîr a Şirnexê piştî hate binçavkirin êdî agahî jê nehat girtin. Ji Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê Rezan Baytar çîroka Bûlmûş xwend. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
COLEMÊRG
 
Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan, di hefteya 170’an a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya li navçeya Geverê hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Hevşaredarên Geverê, endamên rêxistina DEM û DBP’ê yên navçeyê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de kujerên Fahrettîn Şedal hatin pirsîn ku 24’ê Adara 2008’an li Geverê di encama gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest da. Endamê Şaxa ÎHD’ê Ozan Akbaş çîroka Fahrettîn Şedal ê bavê 6 zarokan, vegot. Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
 
ÎZMÎR
 
Di çalakiya li ber Sumberbanka berê ya Konakê hatî kirin de, pankartên “Winda wijdan in, xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in, winda li ku ne” hatin vekirin. Vê hefteyê çîroka Sabahattîn Kurt ê ku 30’ê Adara 1972’yan li Kizildereyê hatî qetilkirin, hate vegotin. Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya bi 5 deqeyî, bi dawî bû.
 

Sernavên din

12/04/2025
16:37 Xwestin Akay û Aladag bên berdan
15:36 Cenazeyê nivîskar Îbrahîm Sungur hat veşartin
14:48 Xizmên windayan: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rabirdûyê re hevrûbûyîn divê
13:17 Li Colemêrgê mirineke biguman
12:54 Ji Egîtîm Senê komxebata perwerdehiya bi zimanê dayikê
12:46 Tevî biryara agirbestê jî êriş didomin: 2 HPG'î jiyana xwe ji dest dan
12:38 Ji Weşanên Aramê 8 pirtûkên nû
09:31 Ji hiqûqnasan ji bo 'mafê hêviyê' amadekariya serlêdanê
09:07 Ji Weşanxaneya Aryenê du jê rêziman 4 pirtûkên nû
09:05 Êrişî abîdeya 10'ê Cotmehê kirin: Malbat dixwazin kiryar bên tespîtkirin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2025'AN
11/04/2025
16:05 Rojnamegerên tên darizandin: Em ê parastina rûmeta rojnamegeriyê bidomînin
16:01 Jin li Mûglayê li ser aştiyê axivîn
15:54 Başboga û Akkurt piştî 32 salan hatin berdan
15:46 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
15:44 Di doza rojnamegeran de dê mutalaa bê amadekirin
14:49 Ji bo 59 kesan biryara tehliyeyê hat dayin
14:46 Uveyş Ocalan hat bibîranîn: Em ê aştiyê bi civaka demokratîk tacîdar bikin
14:38 'Bila girtîgehên bi tîpa bîrê bên girtin’
13:29 Li Rojhilat 4 kes hatin binçavkirin
13:27 Di şewata mala prefabrîk de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:22 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê got dê hilbijartin di dema xwe de bên kirin
13:20 Giliyê kesên piştgiriyê didin komkujiya Elewiyan hate kirin
13:08 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê: Em şansekî rastîn didin dîplomasiyê
13:06 Ramazan Karataş piştî 32 salan hate berdan
12:29 Çawişê pispor ê ku Aydin qetil kirî hewldaye hevalê wî jî bikuje
12:21 Di nava sê rojan de 9 Beluc hatin darvekirin
10:41 Girtiyê nexweş Çam rakirin nexweşxaneyê
10:20 MYK’a DEM Partiyê civiya
09:53 14 caran gilî kir lê necezakirin weke tundî lê vegeriya
09:38 'Divê şert û mercên bangê demildest pêk bên'
09:37 Dê jin ji bo cîvakîbûna bangê xwe bi rêxistin bikin
09:27 Ji bo lîteratura hiqûqê ya bi Kurdî gaveke nû: DADSAZ hat avakirin
09:01 Qeyûm, ji bo serokê AKP'î ajovanek girt kar!
09:00 ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
10/04/2025
18:49 Ji Şandeya Îmraliyê têkildarî hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî
16:35 Îdianameya der heqê Ahmet Saymadî de hate amadekirin
16:27 102 ciwan hatin berdan
16:21 Mutlu ku piştî 31 salan hate berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
16:05 Sirri Sureyya Onder: Hêviya me niha mezintir e
15:09 Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê û Erdogan de bi dawî bû
14:50 Kongreya Neteweyî ya Kurd dê hefteya pêş bê lidarxistin
14:44 Li Dihokê derdora gundekî hate bombebarankirin
14:03 DEM Partî têkildarî 'bangê' dest bi serdanên malan dike
13:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
13:47 Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket
13:46 Qayûm dest bi firotina mal û milken Şaredariya Akdenîzê kir
13:37 Levent Dolek jî di nav de 4 kes hatin berdan
13:25 Li Rihayê lêgerîna tazî li malbatên girtiyan hate ferzkirin
13:20 Xalê Aslan ê ji aliyê çawîşekî pispor ve hat qetilkirin axivî: Ev nayê qebûlkirin
13:13 Li Îranê 5 girtî hatin darvekirin
13:08 Komkujîya Gara Enqereyê di meha 114’an de ye
12:17 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:15 Rojnameger Vîda Rabbanî li Îranê hate berdan
12:03 Li Colemêrgê govek tebiqî: 25 karik û berx mirin
11:59 Li Sûdanê bûyerên destdirêjiyê yên li dijî jin û zarokan zêde dibin
11:58 Li ser rêya Colemêrg-Wanê qeza: 8 kes birîndar bûn
11:51 Piştî peymanê 7 hezar malbat vegeriyan Efrînê
11:43 Malbatên ku gundên wan hatin şewitandin û xizmên xwe winda kirin çareseriyê dixwazin
11:21 Uveyş Ocalan dê di sala 32’yemîn a wefata xwe de bê bibîranîn
11:02 Komîte wê li ser 'mafê hêviyê' bê agahdarkirin ku Tirkiyeyê gav neavêtiye
10:37 MPKE: Banga Ocalan erênî ye, binçavkirin û girtin cihê fikaran e
10:28 'Ji bo pêvajo jidil bimeşe divê girtiyên nexweş bên berdan’
09:56 Li Enqereyê di kana madenê de hezaz çêbû: 13 kes birîndar bûn
09:55 Pirtûka Abdullah Ocalan wergerandin zimanê Swêdî
09:52 Rojnameger Şoxan Mîrza: Tirkiye bi çekên giran êrişî herêmê dike
09:45 'Ger li dijî qeyûman deng bihata derxistin îro me li ser Îmamoglû nîqaş nedikirin'
09:30 Saadet Oklu ya ku du zarokên xwe winda kirine: Niha dora gavavêtinê ya dewletê ye
09:01 Li Amedê bertek li dijî tundiya li ser jinê: Çareserî xweparastin e
09:00 ROJEVA 10’Ê NÎSANA 2025’AN
08:58 Rojnameger Soykan û Agirel hatin binçavkirin
09/04/2025
22:25 Hîvzullah Mûtlû piştî 31 salan hat berdan
21:40 Çalakvanên Cenevreyê: Heya Abdullah Ocalan azad nebe wê têkoşîn bidome
20:05 Tê xwestin Shala Pirastah a ku sîxurtiyê qebûl nekir bê dersînorkirin
16:21 Dayika Denîz Poyrazê rakirin nexweşxaneyê
16:12 Di borsayê de 2 trîlyonên winda: DEM Partiyê xwest komîsyon bê avakirin
15:15 Abdulazîz Ok piştî 32 salan hate berdan
15:03 Di navbera Çîn-DYA’yê de şerê ‘bacê’
14:36 'Daxwazên xwendekarên girtî daxwazên me ne’
13:35 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
13:09 Tevî agirbestê jî êriş didomin: Gazên kîmyewî û bombeyên fosforê hatin bikaranîn
12:43 Cezayê hefsê dan dayik û bavê Berkîn Elvan
12:40 Ji bo Firat Epozdemîr heta 15 salan ceza tê xwestin
12:39 Bi îdiaya ‘rojnameger nînî’ doz li rojnamegeran hate vekirin
12:28 Hêlîn Umît: Divê pêwîstiyên siyasî û hiqûqî yên pêvajoyê bên cîbicîkirin
11:58 Abdullah Ocalan: Hêviya min heye û dê vê pêvajoyê heta dawiyê bidomînim
09:39 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:28 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiyên lêgerîna nava dev red kirin
09:07 Malbatên 5 endamên YBŞ'ê yên dîl hatine girtin hefteyeke di çalakiyê de ne
09:03 Di 3 mehên dawî de herî kêm 14 hezar û 478 kes hatine girtin
09:01 Birayê Ferhat Kurtay: Ger xwedî li bangê bê derketin wê dewlet mecbûr gavê bavêje
09:00 ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2025’AN
08/04/2025
20:09 DEM Partiyê, Partiya Keskan a Almanyayê ezimand
19:48 Şandeya DEM Partiyê li Rûsyayê hevdîtinan pêk tîne
15:54 ÎHD’ê ji girtîgehan re daxwaznameya ‘pere’ şand
15:47 Girtiyên li Îranê: Darvekirin zêde bûne
14:54 Bakirhan: Şandeya me dê vê hefteyê bi Erdogan re hevdîtinê bike
14:05 Li Xezayê rojnamevanê ku birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
14:01 Li Wanê mirina bi guman a jinekê