Ji girtiyê krîza dil derbas kirî re gotin ‘tansiyona te rabûye’ û şandin qawîşê

  • rojane
  • 10:46 7 Nîsan 2025
  • |
img

STENBOL - Soydan Akay ê li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin krîza dil derbas kir û rakirin nexweşxaneya girtîgehê. Hat zanîn ku li nexweşxaneyê ji Soydan re gotin “tansiyona te rabûye” û şandin qawîşa wî. 

Rewşa tenduristiyê ya Soydan Akay ku yek ji girtiyên nexweş e û li Girtîgeha Hejmar 9 a Marmarayê tê ragirtin, her ku diçe girantir dibe. Akay, di meha Adarê de 3 jê bi lezgînî bi giştî 7 caran rakirin nexweşxaneya li kampusê. Akay, 4 caran ji ber giliyên kardiyolojik û enfeksiyonê û 3 caran jî ji ber krîza dil û tansiyonê rakirin nexweşxaneyê. Akay, di 26’ê Adarê de jî careke din rakirin nexweşxaneya kampusê. Nexweşxaneya girtîgehê ji Akay re got “tansiyona te bilind dibe” û dîsa şand qawîşa wî. 
 
Piştî malbata Akay hay ji rewşê dibe, ewraqên nexweşxaneyê nîşanî bijîşkeke din da. Bijîşkên li raporê nihêrtin, diyar kirin ku Akay krîza dil derbas kiriye. 
 
DI HUCREYA YEKKESÎ DE YE
 
 
Parêzera Akay, Esra Bîlen da zanîn ku diviyabû Akay 2 sal berê bişert bihata berdan lê bi biryarên keyfî û bêbingeh ên Lijneya Îdare û Çavdêriyê hatiye astengkirin. Esra Bîlan, diyar kir ku tevî Akay ne girtiyê cezaya muebbeda girankirî jî ye û 8 sal berê li Girtîgeha Marmarayê di hucreya yekkesî de hatiye ragirtin û got: “Ji roja anîne Marmarayê heta niha hevdîtinên wî yên bi parêzeran re di kamerayan tên qeydkirin. Tevî vê şopandina zêde jî tehliyeya wî hate taloqkirin.”
 
JI KRÎZA DIL RE GOTIN TANSIYON Û PAŞVE ŞANDIN 
 
Esra Bîlen, got ku gelek nexweşiyên Akay hene û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya pandemiyê de nexweşiyeke giran a weke penceşêrê jiya. Lê tevî vê jî di hucreya yekkesî de ragirtin. Ev, miameleyeke dijminane ye. Hefteyek berê krîza dil derbas kiriye lê dema birin nexweşxaneyê, jê re gotine ‘tansiyona te rabûye’ û dîsa şandine girtîgehê. Lê dema li ser e-nabizê encamên ekgê nîşanî bijîşkan hatin dayin, malbat hîn bû ku Akay krîza dil derbas kiriye. Ev tişt, li binpêkirina rûmeta mirovahiyê ye û miameleyeke dijminane ye.” 
 
TEHLIYEYA WÎ 4 CARAN HATE TALOQKIRIN
 
Di Hezîrana sala 2018’an de ji bo Soydan Akay teşhîsa penceşêra prostatê hate kirin. Di heman demê de nexweşiyên wî yên weke romatîzma gehikan, zerik (Hepatît B), spazma dil û gelek nexweşiyên wî yên din hene. Tevî nexweşiyan jî Akay nayê tedawîkirin. Tehliyeya Akay, di 10’ê Sibatê de cara 4’emîn ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hate astengkirin. 
 
Akay, di sala 1993’yan de li Îzmîrê hate binçavkirin û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” hate girtin. Ji ewil cezayê îdamê lê hate birîn. Piştre bi guherîna qanûnan re vegerandin cezayê muebbedê. Akay, di van 32 salên girtîgehê de li gorî rêzê li girtîgehên Îzmîr, Aydin, Amed, Sêrt, Mûş û Stenbolê ma.  
 
DANEYÊN 2024’AN
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 9 mehên ewil ên sala 2024’an de herî kêm 50 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Piraniya van girtiyan girtiyên nexweş bûn. Li gorî daneyên Wezareta Dadê jî di 11 mehên ewil ên sala 2024’an deli girtîgehan 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di heman demê de Lijneya Îdare û Çavdêriyê ku di sala 2021’ê de kete meriyetê jî tehliyeya gelek girtiyên siyasî taloq kir û berdana wan asteng kir. Wezareta Dadê di Cotmeha 2024’ê de ragihand ku tehliyeya 8 hezar û 521 girtiyan bi hinceta “nebaşhaliyê” hatine taloqkirin. 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû 
 

Sernavên din

15:34 Li Qoserê bang li dewletê kirin: Gavên pratîk biavêjin
15:33 Halîde Turkoglu: Em ê pêvajoyê ji însafa hikûmetê re nehêlin
15:21 OHD’ê ji bo girtiyê nexweş Akay banga berdanê kir
14:50 Şîna Binevş Altay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:33 Artêşa Îsraîlê konê rojnamegeran bombebaran kir
14:29 Baroya Amedê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafê parastinê bidome
13:41 Iraq: Milîsên ku Îran piştgiriyê dide ji çekberdanê re amade ne
13:21 Daxuyaniya wezîr a têkildarî 'lêgerîna tazî': Li welatê me tiştek wisa nîn e
13:05 Êrişên ser Xezeyê didomin: 44 kes hatin qetilkirin
12:58 Îmamoglû ji bo Polat bertek nîşan da: Sedema vê nefretê çi ye?
12:53 Boykota li YTU’yê didome
12:26 Xwebûn bi manşeta ‘Encama bangê serkeftin e’ derket
12:05 Hinceta ‘Cezayê weazî’: Armanca wan belavkirina îdeolojiya rêxistinê bû
11:32 Sezaî Temellî ji îktîdarê re got: Cidî bin û gavan biavêjin
11:30 Daxwaza jinûvedarizandinê ya Pexşan Ezîzî cara duyemîn hate redkirin
10:47 Şara tê Tirkiyeyê
10:47 Mahîr Polat sewqî ATK’ê hate kirin
10:46 Ji girtiyê krîza dil derbas kirî re gotin ‘tansiyona te rabûye’ û şandin qawîşê
10:08 Kariane Westrheim: Pêşemerca pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:08 Norçîn bi rengên biharê xemilî
09:02 Birayê Mahsum Korkmaz: Em aştiyeke birûmet dixwazin
09:01 Girtiyê 31 salan: Bang li girtîgehê bi dil û can hat qebûlkirin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2025'AN
06/04/2025
16:38 Li Şirnexê çalakiya Adarokê hat lidarxistin
16:34 Ji bo Bulent Aydin şîn hate danîn
16:26 Çalakiya 4’ê Nîsanê: Aştiya Tirkiyeyê hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike
15:30 Ozgur Ozel dîsa bû serokê CHP’ê
14:45 Bîlançoya erdhejên Myanmarê her ku diçe girantir dibe
14:33 DEM Partiyê têkildarî ‘Rojnamegerên Hatine Kuştin’ daxuyanî da
14:21 Wezaretê li dijî biryara ku ‘polîsên talanker’ diparêze serî li îstînafê da
13:48 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
13:44 Polîsên rejîma Îranê îşkence li nivîskara jin kirin
13:21 Şerîfe Mihemedî ev 3 meh in nikare bi girtiyên din re danûstandinan bike
12:53 Ozel: Êdî rewatiya Erdogan nîne
12:20 Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin: Di 5 salan de 15 rojnameger hatin qetilkirin
12:09 Siyasetmedar Adams: Banga Ocalan ji bo avakirina civaka demokratîk firsend e
11:13 ‘Em dixwazin êdî 4’ê Nîsanê tevî Ocalan pîroz bikin’
10:29 Tulay Hatîmogûllari: Tecrîda li Îmraliyê didome
10:09 JINNEWS: Di Adarê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Hejmara 110’emîn a kovara Jinê derket
09:58 Dayika 2 zarokên xwe winda kirî: Aştî bi guftûgoyê pêkan e
09:38 Çîftçî yê 84 salî îcar rêwiyê Amarayê bû
09:22 Cara ewil MA parve dike: Di bin dêrê de bi sedan kilox û hestî hatin dîtin
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2025’AN
05/04/2025
16:04 Hêzên Asayîşê ewlehiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewr girtin
15:55 Meşa Roja Parêzeran: Em li pîşeya xwe û hiqûqê xwedî derdikevin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Erdem, Kocaturk û Fîlîz banga serbestberdanê
14:50 Rojnameger Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
14:00 Dayikên Şemiyê bang li Erdogan kir: Berpirsyariya xwe bîne cih
13:58 Xizmên windayan: Ji bo aştiya civakî divê paşeroj bê rûhevkirin
13:11 Ciwanên enternasyonal ên meşiyan Amarayê: Ocalan rê li ber me vedike
12:50 Dozgeriyê îdîanameya Umît Ozdag amade kir
12:48 Maşîna karkeran li hev qelibî: 20 kes birîndar bû
12:42 Li Stenbolê mij
12:34 Li Xezayê êrîşa Îsraîlê: 11 Filistînî hatin kuştin
12:31 Rapora meha Adarê ya MKG'ê: Herî kêm 54 binpêkirinên mafan
12:01 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
12:00 Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' wê li Romayê bê nîqaşkirin
10:23 Wezaret: Li Stenbolê 455 kîlo tiryak hate desteserkirin
10:21 Şahînoz: Maliyeta 'Bûyera 19 'ê Adarê' wê mîna krîza sala 2001'ê be
09:49 Rojnameger Oznur Deger qala girtîgeha ku lê dimîne kir: Navenda zexta psîkolojîk
09:05 Pîrozbahiyên 4 'ê Nîsanê: Eger Ocalan azad bibe, civak jî wê azad bibe
09:03 Li Herêma Federal a Kurdistanê 6 meh in hikûmet nehatiye avakirin
09:00 ROJEVA 5 'Ê NÎSANA 2025
04/04/2025
19:20 Di rojbûna Abdullah Ocalan de dar hatin çandin
16:59 Li Wanê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
15:51 Rojbûna Abdullah Ocalan li mala ku lê çêbû hat pîrozkirin
15:35 Ji bo Taş ê ku jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn
12:37 Li Egeyê bota koçberan noq bû: 9 kes mirin
12:21 Bi deh hezaran kes ber bi Amarayê ve meşiyan: Divê dewlet gav bavêje
11:47 Sozdar Avesta: Bi gotinê nabe, pratîk divê
10:49 Festîvala 4'ê Nîsanê di roja 2'yemîn de didome
10:07 Kurd Archive dê arşîva 30 salan a televîzyonên kurdî biweşîne
09:42 ‘Rojnamevan ji ber rastiya li qadê radigihînin dibin hedef'
09:13 Dozger xwest ji ber strana 'Şervano' ceza lê bê birîn
09:06 Ji bo 32 bajaran hişyariya baranê
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2025'AN
03/04/2025
16:55 HDK'ê bertek nîşanî binçavkirinên ji ber ‘boykotê’ da
15:26 Rêxistina Efûyê: Divê hesab ji kiryarên komkujiyên li dijî elewiyan bê pirsîn
15:11 Li Xelfetiyê Festîvala 4'ê Nîsanê
13:11 Tarik Taş hat veşartin
12:28 Meşvanên Amarayê Mûstafa Dag bibîr anîn
12:11 Li Xelfetiyê coşa festîvalê zû dest pê kir
11:43 Meşa ciwanan di roja 3'yemîn de ye: 33 rêwiyên xeyalan hatin bibîranîn
11:15 Sabîha Aslan a ku piştî 6 salan çû Îmraliyê: Tenduristiya wan û moralê wan baş bû
10:05 20 meh cezayê qedxekirina 'hevdîtinê' li girtiyan hat birîn
09:38 Ayşe Çelîkbîlek: Divê 'Mafê Hêviyê' pêk bê
09:11 Li quntarên Çiyayê Cîloyê dîmenên mizgîniya biharê
09:07 Li Colemêrgê li madenê cinayet
09:03 Li Stenbolê 16 kes hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2025'AN
02/04/2025
16:46 Ji bo Werîşe Muradî kampanyaya hastagê
16:17 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bîranîn
16:12 Rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin
15:45 Ciwan bi coş hatin pêşwazîkirin: Roja li Amarayê hilat li Îmraliyê bilind dibe
15:16 160 malbat ji Kampa Holê vegeriyan Iraqê
15:01 Serokkomarê Iraqê Reşîd û Bafil Talabanî civiyan
14:39 Îsraîlê ji bejahiyê ve dest bi êrişan kir: 16 filistînî hatin qetilkirin
14:11 YE’yê civînên bi Tirkiyeyê re betal kirin
14:07 Ji malbatên 5 YBŞ'iyên hatin desteserkirin çalakî