Ji girtiyê krîza dil derbas kirî re gotin ‘tansiyona te rabûye’ û şandin qawîşê 2025-04-07 10:46:17 STENBOL - Soydan Akay ê li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin krîza dil derbas kir û rakirin nexweşxaneya girtîgehê. Hat zanîn ku li nexweşxaneyê ji Soydan re gotin “tansiyona te rabûye” û şandin qawîşa wî.  Rewşa tenduristiyê ya Soydan Akay ku yek ji girtiyên nexweş e û li Girtîgeha Hejmar 9 a Marmarayê tê ragirtin, her ku diçe girantir dibe. Akay, di meha Adarê de 3 jê bi lezgînî bi giştî 7 caran rakirin nexweşxaneya li kampusê. Akay, 4 caran ji ber giliyên kardiyolojik û enfeksiyonê û 3 caran jî ji ber krîza dil û tansiyonê rakirin nexweşxaneyê. Akay, di 26’ê Adarê de jî careke din rakirin nexweşxaneya kampusê. Nexweşxaneya girtîgehê ji Akay re got “tansiyona te bilind dibe” û dîsa şand qawîşa wî.    Piştî malbata Akay hay ji rewşê dibe, ewraqên nexweşxaneyê nîşanî bijîşkeke din da. Bijîşkên li raporê nihêrtin, diyar kirin ku Akay krîza dil derbas kiriye.    DI HUCREYA YEKKESÎ DE YE     Parêzera Akay, Esra Bîlen da zanîn ku diviyabû Akay 2 sal berê bişert bihata berdan lê bi biryarên keyfî û bêbingeh ên Lijneya Îdare û Çavdêriyê hatiye astengkirin. Esra Bîlan, diyar kir ku tevî Akay ne girtiyê cezaya muebbeda girankirî jî ye û 8 sal berê li Girtîgeha Marmarayê di hucreya yekkesî de hatiye ragirtin û got: “Ji roja anîne Marmarayê heta niha hevdîtinên wî yên bi parêzeran re di kamerayan tên qeydkirin. Tevî vê şopandina zêde jî tehliyeya wî hate taloqkirin.”   JI KRÎZA DIL RE GOTIN TANSIYON Û PAŞVE ŞANDIN    Esra Bîlen, got ku gelek nexweşiyên Akay hene û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya pandemiyê de nexweşiyeke giran a weke penceşêrê jiya. Lê tevî vê jî di hucreya yekkesî de ragirtin. Ev, miameleyeke dijminane ye. Hefteyek berê krîza dil derbas kiriye lê dema birin nexweşxaneyê, jê re gotine ‘tansiyona te rabûye’ û dîsa şandine girtîgehê. Lê dema li ser e-nabizê encamên ekgê nîşanî bijîşkan hatin dayin, malbat hîn bû ku Akay krîza dil derbas kiriye. Ev tişt, li binpêkirina rûmeta mirovahiyê ye û miameleyeke dijminane ye.”    TEHLIYEYA WÎ 4 CARAN HATE TALOQKIRIN   Di Hezîrana sala 2018’an de ji bo Soydan Akay teşhîsa penceşêra prostatê hate kirin. Di heman demê de nexweşiyên wî yên weke romatîzma gehikan, zerik (Hepatît B), spazma dil û gelek nexweşiyên wî yên din hene. Tevî nexweşiyan jî Akay nayê tedawîkirin. Tehliyeya Akay, di 10’ê Sibatê de cara 4’emîn ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hate astengkirin.    Akay, di sala 1993’yan de li Îzmîrê hate binçavkirin û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” hate girtin. Ji ewil cezayê îdamê lê hate birîn. Piştre bi guherîna qanûnan re vegerandin cezayê muebbedê. Akay, di van 32 salên girtîgehê de li gorî rêzê li girtîgehên Îzmîr, Aydin, Amed, Sêrt, Mûş û Stenbolê ma.     DANEYÊN 2024’AN   Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 9 mehên ewil ên sala 2024’an de herî kêm 50 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Piraniya van girtiyan girtiyên nexweş bûn. Li gorî daneyên Wezareta Dadê jî di 11 mehên ewil ên sala 2024’an deli girtîgehan 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.    Di heman demê de Lijneya Îdare û Çavdêriyê ku di sala 2021’ê de kete meriyetê jî tehliyeya gelek girtiyên siyasî taloq kir û berdana wan asteng kir. Wezareta Dadê di Cotmeha 2024’ê de ragihand ku tehliyeya 8 hezar û 521 girtiyan bi hinceta “nebaşhaliyê” hatine taloqkirin.    MA / Omer Îbrahîmoglû