Komeleyên herêmî ji bo Newrozê bang kirin: Bila firsenda dîrokî ji dest neçe

img

STENBOL - Serokên komeleyên herêmî ji bo Newroza Stenbolê banga tevlîbûnê kirin û diyar kirin ku pêvajo firsendeke dîrokî ye û Newroz girîng e daxwazên xwe bînin ziman.

Amadekariyên Newroza ku wê di 23 'ê Adarê de li Stenbolê bê pîrozkirin, dewam dikin. Di Newroza ku wê li Qada Yenîkapiyê di pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27'ê Sibatê de hat îlankirin bê pîrozkirin, tê payîn ku rojeva sereke be. Di pîrozbahiyê de wê hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Kadîr Çat û Grup Praksîs derkevin ser dikê. Di Newrozê de hevberdevka HDK'ê Alî Kenanoglu, siyasetmedar Gultan Kişanak, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel, Endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder dê axaftinan bikin.
 
Pêkhateyên HDK'ê yên ku pîrozbahiya Newrozê organîze dikin, ji bo pîrozbahiyan banga tevlîbûnê kirin. Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat (DGD) Abdulhakîm Daş diyar kir ku Newroz vejîn e û destnîşan kir ku gelê Kurd li qadên Newrozê têkoşîna xwe ya azadiyê bilind kiriye. Daş destnîşan kir ku ew ê bi "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biçin Newrozê û destnîşan kir ku ev gav gaveke ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. 
 
Daş banga tevlîbûna Newrozê kir û wiha got: “Kurdên ku li Stenbolê dijîn divê bêhtir li Newrozê xwedî derkevin. Divê Kurd bibin yek û doza mafên xwe bikin. Her tişt di rojekê de pêk nayê. Hinekî sebir divê. Bi ya min ev pêvajo wê bigihije encamê. Gelê Kurd heta ku mafê xwe bi dest nexe divê bi rihetî tevnegere. Zilm li gelê Kurd hat kirin, gundên me hatin şewitandin û gelek mirovên me hatin qetilkirin. Vî gelî berdêlên giranbuha da û hê jî ji bo rizgariya xwe têdikoşe. Ez bang li gel û baweriyên din jî dikim ku beşdarî Newrozê bibin.”
 
WATEYA NEWROZÊ
 
Serokê Federasyona Komeleyên Dêrsîmê (DEDEF) Alî Riza Bîlîr bal kişand ku Newroz têkoşîna hevpar a gelên bindest a li dijî zalim Dehak e û Newroz sembola têkoşînê ye. Bîlîr wiha axivî: "Çawa ku 1 'ê Gulanê ji bo gelên bindest rojeke girîng a hevgirtina gelan e, Newroz jî xwedî wateyeke bi vî rengî ye. Em wek komeleyên Dêrsimê bang li gelê xwe dikin ku tevlî bibin. Girîngiyeke din a vê Newrozê jî wê xwedîderketina li komkujiya li Elewiyan li Sûriyeyê be. Ji vê hêlê ve divê ji her qada jiyanê mirov beşdarî Newrozê bibin û li hemberî van hemûyan bertekên xwe nîşan bidin. Ev yek ji bo biratiya gelan girîng e. Em bang li hemû dêrsîmiyên li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene û li her derê welat dijîn dikin ku tevlî bibin. Divê gelê me li her cihê ku lê ye beşdarî Newrozê bibe û dawî li zilm û komkujiyan bîne. Eger em li bendê bin û li van temaşe bikin, wê me tine bikin."
 
GIRÎNGIYA NEWROZÊ HÊ ZÊDETIR BÛYE
 
Serokê Federasyona Komeleyên Karakoçanê (KAR-DEF) Abdulazîz Akyol bi bîr xist ku Newroza Stenbolê ya 2024'an bi girseyî pêk hat û got ku Newroza îsal dê bêhtir girseyî be. Akyol da xuyakirin ku bi pêvajoya nû re girîngiya Newrozê hîn bêhtir zêde bûye û anî ziman ku ew xebatên xwe yên Newrozê didomînin û wiha got: "Ez difikirim ku di vê pêvajoya ku herî zêde aştî tê bilêvkirin de qadên Newrozê hem gelê Kurd hem jî gelên din wê dagirtî bin. Pêvajo girîng e. Divê ev civakî bibe. Lazim e her kes tevkariyê li vê pêvajoyê bike. Di vî warî de komeleyan jî xwedî gelek wezîfeyan e. Pêwîste yên herî zêde li dijî vê ne ji bo aştiyê îqna bikin. Ev fersendeke dîrokî ye. Lazim e vê firsendê baş bi kar bîne. Lewma ev Newroz ji bo aştî û biratiyê gelekî girîng e. Em li bendê ne ku her kes beşdar bibe."
 
MA / Melîk Çelîk
 

Sernavên din

21/03/2025
19:43 Rêveberiya Baroya Stenbolê ji peywirê hat girtin
17:00 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin
17:00 Newroza Amedê bi banga ‘Azadiyê’ bi dawî bû
16:41 Karayilan: Ji bo kongre bicive divê êriş bisekinin
16:35 Ji bo Newroza Îzmîrê bangewazî
16:28 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila kesek hesabên şaş neke, divê Ocalan azad bibe
15:48 Enqere ji bo Newrozê amade ye
15:44 Bakirhan: Siyaseta şaş nagihîne cihê rast
15:43 îfadeya Îmamoglû ya li emniyetê dest pê kir
15:20 Cezayê hefsa malê dan Îsmaîl Saymaz
15:00 Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo aştiyê amade ne
14:57 Peyama Talabanî ya ji bo Newrozê: Em aştiyeke mayinde pêk bînin
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin
14:28 Peyama Newrozê ya Barzanî: Hêvîdar im ku Ocalan serbest bê berdan
14:22 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye