Akademîsyen Çîçek: Meseleya Kurd meseleya gel e

img

AMED - Akademîsyen Cûma Çîçek anî ziman ku ji bo aştiyê divê civak were qanehkirin û got: “Li gorî min hem nexşerêya dewletê hem jî ya Abdullah Ocalan pir zelal e. Meseleya Kurd ne tenê meseleya PKK’ê ye, meseleyeke gel e.” 

Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê komxebata “Ji bo çareseriya meseleya Kurd hevdîtina civaka sivîl” li dar xist. Komxebat, bi beşdariya nûnerên rêxistinên civaka sivîl û serokên baroyên herêmê hat lidarxistin. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç di serî de axivî. Guleç, ji ewil kesên di Komkujiya Helebceyê de hatin qetilkirin bi bîr anî û komkujî şermezar kir. Guleç, anî ziman ku di çarçoveya pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de li Enqereyê bi partiyên siyasî re û li Amedê jî bi partiyên Kurdistanî re hevdîtin kirine û ev hevdîtin erênî derbas bûne. 
 
Akademîsyen Cûma Çîçek jî di komxebatê de mijara “Rola rêxistinên civaka sivîl” pêşkeş kir. Çîçek, anî ziman ku pêvajoyên aştiyê ji gelek astan û piraktor in û wiha got: “Aştî nayê wateya rawestîna pevçûnan. Mimkin nîne di demekî kin de û bilezûbez pêş bikeve. Pêvajoyeke dirêj û tevlihev e. Pêvajoyeke demdirêj ê veguherîna civakê ye. Aştî, ne tenê girêdayî kiriyarên aliyên li dijî hev şer dikin e. Bi tena serê xwe karekî siyasî nîne. Nêzî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Raste rast zêdetirî 250 hezar kesan pêvajoyên girtîgehan, sirgun, koçberî jiyane. Di halê hazir de nêzî 3 milyon kes ji ber vê pêvajoyê êşiyaye. Anku mimkin nîne mesele tenê bi pêvajoyên siyasî çareser bibe.” 
 
Çîçek, got ku aştî tenê li ser kaxizê pêk nayê û heke nifşên piştre xwe weke hemwelatiyên wekhev bibînin dikare çêbibe. Çîçek, bi domdarî wiha bal kişand ser rola civaka sivîl a di pêvajoya aştiyê de: “Yek ji van parastin e. Li dijî hêz û xwediyên îktîdarê maf û hiqûqa civakê diparêze. Di hinek hevkêşeyan de divê ew bi xwe sivîlan biparêzin û bibin mertalên zindî. Hewl dide bike ku civak bi hev re bijî ji hêla aştî, maf û hiqûqê ve veguhere. Ya sêyemîn jî di navbera wan de pêwendiyan datîne. Di navbera aliyên li qadên şer bûne dijberên hev, pêwendiyan pêş dixe. Avakirina civakê û yekparebûna wan pêk tîne. Ya çaremîn jî di navbera dewlet û welatiyan de navbeynkariyê dike.” 
 
'CIVAKA SIVÎL NE DIYARKER, BANDORKER E’ 
 
Bi domdarî Çîçek têkildarî erk û berpirsyartiyên civaka sivîl jî wiha got: “Alîkariya mirovî, şopandina peymanê, pêvajoya derbasbûnê, rewakirina aştiyê, piştgirî û berfirehkirina wê dikare bên rêzkirin. Civaka sivîl, di pêvajoyên şer û çareseriyê de diyarker nînin lê bandorker in. Bala wê li ser qadeke berfireh û aktoran e. Divê civaka sivîl ji daxwazên aktorên navendî zêdetir, bala xwe bide ser qadên nehatine ferqkirin û nehatine dîtin.” 
 
'LI TIRKIYEYÊ REJÎMEKE HÎBRÎT AVA BÛ’
 
Çîçek, ji bo guherîna rejîma ya di nava 10 salan de li Tirkiyeyê çêbûyî got “rejîmeke hîbrît ava bû” û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê qada siyasî teng bûye. Hikûmet bi xwe rêxistinên civaka sivîl ava dike, rêxistinên girseyî xwe ji qadan vekişandine, akademî hatiye bêdengkirin û medya aştiyê esas nagire. Em di serdemeke ku rêxistinên pîşeyî qelsbûyîn de ne. Hikûmeta navendî li her derê ye. Li Tirkiyeyê di her qadê de getto çêbûne.” 
 
'ROJEKE ŞÎNÊ YA KOMÎ DIBE KU GIRÎNG BE’ 
 
Çîçek, destnîşan kir ku di demekê ku hemû windahî û tecrubeyên Kurdan li ser “terorê” tên pênasekirin de kes nikare şîna xwe jî bigire û ev tişt anî ziman: “27’ê Sibatê dikare bibe roja şîngirtinê ya ji bo temamiya windahiyên me.  Divê pêvajoyeke ku rûmeta Kurdan tê parastin were meşandin. Di mijara mafên sereke yên Kurdan de hêj jî nediyarî heye. Pêdivî bi xeteke têkoşîna ya nû û siyasî heye. Divê ev meseleye ji aştiya negatîf veguhere aştiya pozîtîf. Divê aştiyeke polîtîk, aborî hebe. Bi sedan sala ye Kurd windahiyeke mezin a aborî dijîn. Ji bo aştiyê, qanehkirina civakê gelek girîng e. Bangekî ji bo şîna komî ku hemû şînên Tirkiyeyê bike yek dibe ku ji bo vê pêvajoyê girîng be.” 
 
PÊVAJOYÊN PÊŞKETINA MESELEYA KURD VEGOT 
 
Rojnameger Handan Coşkun jî di komxebatê de mijara “Ji berê heta niha lêgerînên ji bo çareseriya meseleya Kurd” pêşkeş kir. Handan Coşkun, Zindana Hejmar 5 a Amedê weke diyardeyeke girîng a veguherîna pirsgirêka Kurd a ser zemîna tundiyê nirxand û îşkenceyên li wir hatine kirin bi bîr xist. Her wiha Handan Coşkun, qala binçavkirin, tunekirina rêxistinên Kurdan ên di serdema 12’ê Îlonê de li Bakur xebat dimeşandin, pêvajoya avakirina PKK’ê û tiştên li Kurdistanê qewimîn vegot. 
 
Handan Coşkun, diyar kir ku ew di salvegera Komkujiya Helebceyê de hewl didin li ser aştiyê biaxivin û mînakên tundiyê yên di salên 1990'an de li dijî tundiya dewletê pêş ketin û geşedanên neçareseriya pirsgirêka Kurd xweyî dikir rêz kir. 
 
'GIRÎNG E KU AŞTÎ BÊ CIVAKÎKIRIN’
 
Handan Coşkun, got ku hewceye kesên di pêvajoya pevçûnan de zirar gihiştiye tenzîm bibin û ev tişt anî ziman: “Li her devera Kurdistanê gorên komî hene. Cenazeyên hêj nehatine dîtin hene. Ji bo qonaxa şîngirtinê bitendurist pêş bikeve, divê malbat bikarin cenazeyên zarokên xwe defin bikin. Heta ku ew cenaze neyên anîn dê ev pêvajoya travmatîk her ibdome. Dîroka Kurdistanê dîroka komkujiyan e. Girîng e ku aştî civakî bibe. Girîng e ku faîl bên darizandin û edalet bê cîbicîkirin. Hewceye xebatên hafizeyê bên kirin û jin tev li pêvajoyê bibin. Barê şer jin û zarok dikişînin. Divê di pêvajoyên aştiyê de ev hevsengî bi hev re bên destgirtin.” 
 
Piştre jî komxebat bi pirs û bersivan domiya. Beşdarekî bal kişand ser hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji ber ê ji bo aştiyê û got ku dewletê tu bersiv nedaye van hewldanan. Cûma Çîçek jî li ser vê yekê wiha got: “Ji berê ve hem îktîdar hem jî muxalefetê siyaseta xwe li ser dijminatiya Kurdan kirin. Siyaseta li ser aştiya bi Kurdan re girîng e. Partîkên ku li Tirkiyeyê aliyan tînin gel hev kêm in. Rêxistinên partîzaniyê nakin, baro û odeyên pîşeyî dikarin bibin navbeynkar. Heke hevrûbûn û efûkikrin çêbibe, dikare aştiyeke adaletê bê cîbicîkirin.” 
 
Têkildarî yekparebûna dewlet û civakê jî Çîçek wiha got: “Banga Abdullah Ocalan bangekî rasyonel e. Tê wateya sivîlbûnê. Mezinbûna li gel Tirkiyeyê esas digire. Gelo dewlet ji bo vê amade ye? Kurd amade ne lê dewlet dê gavan biavêje? Li gorî min dewletê jî hindik jî be qadek vekiriye. Her avakirinek, di heman demê de hilweşandineke. Firsendeke girîng heye. Heke Kurd vê firsendê baş bi kar bînin dê bigihijin mafên xwe. Pêvajoyek li holê heye. Li gorî min nexşerêya dewletê û ya Abdullah Ocalan elek zelal e. Plansaziyek heye û naxwazin bi raya giştî re parve bikin. Li gorî min ji ber pêvajoya qanehkirina civakê ev bername bi civakê re nayê parvekirin. Meseleya Kurd ne tenê meseleya PKK’ê ye, meseleya gel e. Heke dewlet nexwaze jî divê em bêhtir li ser meseleya mafên Kurdan biaxivin.” 
 
Komxebat, bi nêrîn û pêşniyarên nûnerên rêxistinên civaka sivîl domiya.
 

Sernavên din

21/03/2025
19:43 Rêveberiya Baroya Stenbolê ji peywirê hat girtin
17:00 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin
17:00 Newroza Amedê bi banga ‘Azadiyê’ bi dawî bû
16:41 Karayilan: Ji bo kongre bicive divê êriş bisekinin
16:35 Ji bo Newroza Îzmîrê bangewazî
16:28 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila kesek hesabên şaş neke, divê Ocalan azad bibe
15:48 Enqere ji bo Newrozê amade ye
15:44 Bakirhan: Siyaseta şaş nagihîne cihê rast
15:43 îfadeya Îmamoglû ya li emniyetê dest pê kir
15:20 Cezayê hefsa malê dan Îsmaîl Saymaz
15:00 Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo aştiyê amade ne
14:57 Peyama Talabanî ya ji bo Newrozê: Em aştiyeke mayinde pêk bînin
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin
14:28 Peyama Newrozê ya Barzanî: Hêvîdar im ku Ocalan serbest bê berdan
14:22 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye