Bakirhan: Bi bangê re meşa me ya demokratîk dest pê kir

STENBOL - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan anî ziman ku ji Edîrneyê heta Qersê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo her kesî demokrasiyê dixwaze û got: “Bi vê bangê re meşa me ya demokratîk jî dest pê kir.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hatibû parvekirin, dest bi serdanên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl kiribû. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re di vê çarçoveyê de çûn serdana Federasyona Komeleyên Herêmî. Hevdîtin, li eywaneke dawetan a li Okmeydani ya Stenbolê hat lidarxistin. Endam û rêveberên federasyonê di civînê de cih girtin. Di civînê de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. 
 
Tuncer Bakirhan di civînê de axivî û ji ewil kesên di Komkujiya Helebceyê û Komkujiya Beyazitê hatin qetilkirin bi bîr anî. 
 
‘DÊ DEMOKRASÎ BI SER KEVE’
 
Bakirhan, bal kişand ser hevdîtina bi Abdullah Ocalan re û got: “Tendurisiya birêz Ocalan baş bû, mirûzê wî xweş bû û bihêvî bû. Gelek silavên wî ji bo her kesî hebûn. Birêz Ocalan dema pêvajo dinirxand, got; ‘Ev ne banga têkçûn an jî têkbirinê ye.’ Lê dê demokrasî bi ser keve. Gelên Tirkiyeyê, Kurd, Elewî, ciwan, jin û hemû bindest dê qezenc bikin. Dema birêz Ocalan banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dikir, ji me re wiha got; ‘Bawerim hûn min baş fêm nakin. Ji Edîrneyê heta Qersê ez ji bo her kesî dibêjim demokrasî.’ Got; ‘Ez ne tenê ji bo Kurdên li Amed, Sêrt, Mêrdîn û Kurdistanê, ji bo Kurd, gel û baweriyên din ên li Stenbol, Tekîrdag, Edene, Mêrsînê û cihên din dijîn jî civakeke demokratîk ku wekhev, bi zimanê xwe û bi nasnameya xwe birûmet dijîn pêşniyar dikim.  Ez demokratîkbûn û demokrasiyê pêşniyar dikim. Ez çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêşniyar dikim. Di civaka min a demokratîk de jin jî heye, Kurd jî hene, Elewî jî hene; hemû gel û baweriyên rastî cihêkariyê hatine hene. Tenê bi herêmekê re bisînor nîne.’ Em îro li vê eywanê dibînin ka çiqas rast gotiye.  
 
‘BANG JI BO HER KESÎ YE’
 
Bi sedan sal berê Selahedîn Eyûbî pergaleke ku her kes lê wekhev dijî û cihêkarî lê nedihat kirin ava kir. Vaye em ji vê kevneşopiyê tên. Birêz Ocalan, peragleke ji Selaheddîn Eyyubî heta roja me tu kes ji ber ziman û nasnameya xwe cihêkarî lê nayê kirin pêşniyar dike. Bi nûjenkirina Selaheddîn Eyyubî re hem ji bo me hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê zemîn û firsendê diafirîne. Lewma ev bang ji bo her kesî ye. Ji ber vê yekê em li her çar aliyên Tirkiyeyê digerin û vê rastiyê vedibêjin. Ji ber ku ev ji bo pêşeroja zarokê te ye. Birêz Ocalan demokrasiyê, edaletê dixwaze. Dixwaze zemîneke ku 85 milyon kes tê de bijîn ava bike. Pêşniyara civaka demokratîk a birêz Ocalan, pisûleya pêkvejiyanê ye. 
 
DEMOKARSÎ DERMANÊ HER TIŞTÎ YE 
 
Birêz Ocalan ji rêgezên xwe tawîzê nade, berevajî vê pir dilsoz e. Ji sala 1993’yan heta niha birêz Ocalan qala komara demokratîk û Neteweya Demokratîk dike. Demokrasî dermanê her tiştî ye. Lewma jî banga start û jinûvedestpêkirina têkoşînê ye. Ji me re dibêje ez ê vî ço yê di destê pergala dijdemokratîk ji destê wan derxînim û bo we zemîna siyaseta demokratîk ava bikim. Ji ber şer me heta niha nedikariya xwe vebêjin lê dê niha diyar bibe ka kî adil e, biedalet e û kî çi dixwaze. Birêz Ocalan ji rêxistina xwe re dibêje ‘xwe fesih bikin.’ Lê ji vê feraseta ev 100 sal in Kurdan tune dihesibîne re dibêje ‘xwe fesih bike.’ Jê re dibêje xwe biguherîne. 
 
GEŞEDANÊN LI SÛRIYEYÊ 
 
Em ê bi hev re bijîn lê bi nasnameya xwe, wekhev bijîn. Bandora vê bangê li Sûriyeyê jî heye. Hikûmeta Şamê û serokkomar demkî ne. Yên bi erêkirina hemû gelan neyên hilbijartin, demkî ne. Di navbera hikûmeta demkî û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mutebeqetek hate îmzekirin. Vaye bi banga birêz Ocalan li wê xaka veguheriye gola xwînê deriyek vebû. Got; ‘Bila Sûriye demokratîk be, Kurd bi nasname û zimanê xwe û bi Durzî, Elewî, Xiristiyan û gelên din re bi hev re bijî.’ Vae ev veguherî mutebeqetê. 
 
EM BI XWE BAWERIN
 
Dizanim di serê we de pirs hene. Lê em bi xwe bawerin. Em ji paradîgmayeke ji Selaheddîn Eyyubiyan dest pê kirî û bi Ocalanan didome bawerin. Yên xeletiyê dikin dê biguherin. Yên di vê sedsalê de xwe neguherînin û di yekperestiyê de israr dikin dê têk biçin. Birêz Ocalan bang kir û got; ‘Got ez ji bo mafên demokratîk ên Kurdan û nîqaşkirina vê meseleyê amade me.’ Êdî divê rêveberên vî welatî tişta pêwîst bikin. 
 
DIVÊ JI EWIL ŞERT Û MERCÊN JIYANÊ BÊN BAŞKIRIN 
 
Ji ewil divê şert û mercên jiyanê û têkilîdanînê yên birêz Ocalan bên başkirin. Em qala pirsgirêkeke 200 salan didome dikin. Divê zemîna ev pirsgirêk afirandiye ji holê were rakirin. Tirkiyeyeke ku îradeya Kurdan esas tê girtin, qeyûm nayên tayînkirin, demokrasiya herêmî pêş ketî, Kurd bi awayekî azad zimanê xwe diaxivin, dinivîsin û perwerde dibin û tu reng rastî cihêkariyê nayên dê gelek xweşik be. Ev meseleye tenê bi axaftina li Îmraliyê çareser nabe. Heke çareserî bibe em ê pêk bînin. 
 
MEŞA ME YA DEMOKRATÎK DEST PÊ KIR 
 
Bi vê bangê re êdî meşa me ya demokratîk dest pê kir. Em ê bi hev re bimeşin. Dê li dora DEM Partiyê bicivin û xwe birêxistin bikin. Em ê berpirsyartiyê li xwe bigirin. Meseleyê ji her kesî re vebêjin. Heke em bi civakê bidin bawerkirin, heke aştî civakî bibe dê ev pirs jî ji holê rabin. Heke li kolan, li qadan û Newrozan de em milyonek kes dakevin qada Yenîkapiyê, bawer bikin dê yên din jî qaneh bibin. Divê em di Newrozan de nîşan bidin ka ev meseleye çiqas biqîmet e. Ji niha ve cejna we ya Newrozê pîroz dikim.” 
 
 

Sernavên din

21/03/2025
19:43 Rêveberiya Baroya Stenbolê ji peywirê hat girtin
17:00 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin
17:00 Newroza Amedê bi banga ‘Azadiyê’ bi dawî bû
16:41 Karayilan: Ji bo kongre bicive divê êriş bisekinin
16:35 Ji bo Newroza Îzmîrê bangewazî
16:28 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila kesek hesabên şaş neke, divê Ocalan azad bibe
15:48 Enqere ji bo Newrozê amade ye
15:44 Bakirhan: Siyaseta şaş nagihîne cihê rast
15:43 îfadeya Îmamoglû ya li emniyetê dest pê kir
15:20 Cezayê hefsa malê dan Îsmaîl Saymaz
15:00 Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo aştiyê amade ne
14:57 Peyama Talabanî ya ji bo Newrozê: Em aştiyeke mayinde pêk bînin
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin
14:28 Peyama Newrozê ya Barzanî: Hêvîdar im ku Ocalan serbest bê berdan
14:22 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye