Cemîl Bayik: Serkeftina banga Rêber Apo girêdayî gavên Tirkiyeyê ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku serkeftina “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” girêdayî gavên Tirkiyeyê û got: “Bahçelî dibêje ‘Bila bê Meclisê, di koma DEM Partiyê de biaxive.’ Ji bo vê divê Rêber Apo ji hêla fîzîkî ve azad bibe, mercên xebatê yên azad bên avakirin, Meclis komîsyonekê ava bike û di makezagon û qanûnan de hinek guhertin bên kirin.” 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkildarî geşedanên piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji ANF’ê re axivî. Bayik, got ku serkeftina bangê girêdayî gavên dewlet dê biavêje ye. 
 
Nirxandinên Cemîl Bayik bi vî rengî ne:
 
“Rêber Apo manîfestoya sedsala 21’emîn weşand. Bi rastî jî divê cewhera vê manîfestoyê baş were fêmkirin. Ev yek hem ji bo me hem jî ji bo gelê me û dostên me derbasdar e. Helbet em hewl didin ku Rêber Apo fêm bikin û girêdayê vê yekê pêvajoyê û erk berpirsiyariyên pêvajoyê fêm bikin û wan bi cih bînin.
 
RÊBER APO DIXWAZE FERESATEKE SOSYALÎZMÊ YA KU DIKARE WERE SEPANDIN PÊŞ BIXE
 
Rêber Apo bi vê manîfestoyê hin pirsgirêkên sereke û çareseriya van pirsgirêkan daniye li pêşiya her kesî. Bi nirxandin û bangên têkildarî vê manîfestoyê pisgirêka Kurd ji zemîna şer derxistiye û armanc dike û bi rêyên siyasî û demokratîk çareser bike. Rêber Apo ji roja destpêkê heya niha, tim di nava hewldana çareserkirina pirsgirêka Kurd de ye. A niha jî nîşanî her kesî da ku dê pirsgirêka Kurd çawa were çareserkirin. Ji ber wê yekê bi navê paradîgmaya aşitî û demokrasiyê ev yek îfade kir.
 
Li gel vê yekê modernîteya kapîtalîst li dijî gelên Rojhilata Navîn tev geriyan. Û bi vê destwerdanê li Rojhilata Navîn gelek tişt ser û bin bûn. Ev yek hê jî berdewam dike. Rêber Apo li hemberî van destwerdanan têkoşîna gelan pêş xist. Rê û rêbazên ku gelên Rojhilata Navîn xwe ji wan rizgar bikin û avakirina Rojhilateke Navîn a demokratîk nîşan da. Perspektîfa vê yekê danî li pêşiya gelan.
 
Dîsa bi vê manîfestoyê sedema hilweşîna sosyalîzma reel û li şûna vê divê feraseta sosyalîst û pêşxistina têkoşînê ya girêdayî kîjan esasan nîşan da. Sosyalîzma reel di rastiyê de ji ber sedemên navxweyî hilweşiya. Dibe ku faktorên derve jî bandor li vê yekê kirin. Lê belê sedema sereke sedemên navxweyî ne.  Ferasetên wê yên dewlet, desthilatdarî û netewî ne. Dîsa girêdayî feraseta wê ya partiyan e. Rêber Apo bi vê manîfestoyê armanc dike ku bandorên sosyalîzma reel ji holê rake û feraseteke sosyalîzmê ya ku rasttir were sepandin pêş bixe. Bi hilweşîna sosyalîzma reel a li Sovyetan, dewlet, partî û rêxistinên ku li gorî sosyalîzma reel şikil girtin jî hilweşiyan.
 
Gelo li şûna vê dikare feraseteke sosyalîst a rasttir çawa were pêşxistin? Rêber Apo di vê mijarê de jî feraseta xwe datîne li pêşiya hêzên sosyalîst û hemû derdor û rêxistinên ku têkoşîna sosyalîst bi rê ve dibin. Girêdayî vê yekê dixwaze giraniyê bide sosyalîzmê.
 
Tişta esas jî ew e ku hevrêyên jin vê mamnîfestoyê weke ronesansekê dinirxînin û mafdar in jî. Nirxandina wan a bi vî rengî jî nirxandineke rast e. Karekterê Rêber Apo azadî û demokrasî ye. Pêşxistina jiyan, civak û kesayetek e azad e, azadiya jinan li ser xîmê feraseta azadiyê daye rûniştandin. Bi awayekî zelal nîşan daye ku heya azadiya jinan neyê pêşxistin, ji tu azadiyan encam nayên standin. Azadiya jinan bi hemû azadiyan ve girê daye. Têkiliya jinan ya li gel civak, demokrasî, azadî û sosyalîzmê bi awayekî zelal nîşan daye. Nîşan daye ku kesên ku di armanca xwe de civakîbûn, azadî, demokrasî û sosyalîzmê digirin, divê azadiya jinan esas bigirin. Pîvana sosyalîstbûna rêxistin, têkoşîn û kesayetan weke nêzîkatiya li hemberî jinan û nêzîkatiya li hemberî xeta azadiya jinan diyar kiriye.
 
Ji ber vê yekê Rêber Apo manîfestoya sedsala 21’emîn li ser van stûnan ava kiriye û ev yek daniye li pêşiya her kesî. Tevgera me jî li ser van yekan dixebite, encamên hewce jê distîne û girêdayî van yekan hewl dide têkoşînê pêş bixe.
 
TIFAQA GELÊN KURD-TIRK A DÎROKÎ
 
Bicihbûna Tirkan a li Anatolyayê bi Tifaqa gelên Kurd-Tirk pêk hatiye. Her wiha pêşxistina împaratoriyan ya ji aliyê Tirkan ve xwe dispêre vê tifaqê. Dewleta Tirk, Dewleta Osmaniyan û gelê Tirk kengê bi talûkeyeke cidî re rû bi rû mabe, dîsa bi saya vê tifaqê û piştgiriya gelê Kurd ew talûke derbas kirine.  Ev rastî tên zanîn. Tu kes nikare van rastiyan paşguh bike û ji holê rake.
 
Hê di destpêkê de tifaqeke ku li gel Siltan Sencer hatî pêşxistin, heye. Vê tifaqê piştre li Mazgîrtê û Çaldiranê û di pêşketina Împaratoriya Osmaniyan de rola xwe lîstiye. Piştre dema ku Osmanî bi hilweşînê re rû bi rû man, dema ku dewleta Tirk û gelê Tirk bi talûkeyeke mezin re rû bi rû man dîsa Mûstafa Kemal xwe spart Tifafa gelên Kurd-Tirk û dîsa wê demê ji Sovyetan piştgirî stand, dewleta Tirk û gelê Tirk xwe ji wê rewşê rizgar kir. Lozan girêdayî vê yekê pêş ket.
 
Heya Lozanê dewleta Tirk, girîngiyeke mezin daye gelê Kurd. Bi piştgiriya gelê Kurd xwe ji rewşên xirab rizgar kiriye û çûye Lozanê. Heya wê demê ji Kurdan re xweserî hatiye naskirin. Her wiha têkildarî vê yekê gelek nivîs hene. Dîsa Qanûna Bingehîn a 21’an heye. Piştre dema ku dewleta Tirk li Lozanê tapû wergirt û talûkeyên li hemberî wê ji holê rabûn, vê carê jî fikirî ku hewcehiya wan bi piştgiriya ku ji gelê Kurd û Sovteyan distand, nemaye û girêdayî Qanûna Bingehîn a 21’an hin guhertin kirin. Yanî tifaqa gelê Kurd xirab kir. Ji bo ku berê xwe bide gelê Kurd jî di sala 1924’an de destpêkê Qanûna Takrîrî Sukûnê derxist û girêdayî vê yekê Qanûna Bingehîn a 1924’an derxist û piştre jî gelek tişt pêş xistin.
 
Helbet bandora Modernîteya Kapîtalîst a li ser vê yekê heye. Ji ber ku Modernîteya Kapîtalîst feraseta netewedewletê xist li pêşiya Tirkiyeyê. Bi tenê pêşxistina vê yekê ya li Tirkiyeyê ew erkdar nekir, di heman demê de erk û berpirsiyariya pêşxistina feraseta netewedewletê ya li Rojhilata Navîn jî dayê. Dewleta Tirk ji ber vê yekê li Tirkiyeyê yekperestî esas girt. Yanî dewleta Tirk feraseteke faşîst ya weke yek netew, tek welat û yek ziman esas girt. Aha înkarkirina gelê Kurd û tunekirina gelê Kurd di encama vê yekê de derket û hate domandin. Gelek komkujiyên li ser gelê Kurd girêdayî vê yekê hatin pêşxistin.
 
Têkiliyên gelên Kurd- Tirk di esasê xwe de piştî avakirina dewleta Tirk kêm bûn. Ev jî bi temamî encama feraseta netewedewletê ye ku ji aliyê kapîtalîzmê ve hate afirandin. Ji ber ku netewedewlet yekperestiyê esas digire. Tunekirina hemû çand, gel û zimanan û avakirina yek neteweyê esas digire. Tişta ku dewleta Tirk jî esas girt, ev e. Tifaqa gelên Kurd-Tirk ya demdirêj hate jehrîkirin. Derbeyeke mezin li têkiliyên gelên Kurd-Tirk hatiye xistin.
 
Dewleta Tirk û hikûmetên wê tim gelê Kurd sûcdar dikin. Propagandayên weke ku gelê Kurd îxanet li wan kiriye û dixwazin welêt perçe bikin pêş dixe. Girêdayî vê yekê civakê jehrî dike. Xwiş-biratiyê û yekîtiyê ji holê radike. Tim û tim li hemberî gelê Kurd dijminahiyê pêş dixe.
 
DI DEMÊN HERÎ KRÎTÎK DE KURDAN PIŞTGIRÎ DA TIRKAN
 
Lê yên ku xiyanetê dikin, dabeşkeriyê dikin ew bi xwe ne. Dema em li dîrokê dinêrin, di hemû demên krîtîk de Kurdan piştgiriya herî mezin dane Tirkan. Bi piştgiriya Kurdan hemû talûkeyan derbas kirine. Eger ku Tirkiyeyê ji bo xwe kirine welat, ev bi saya Kurdan e. Em dibînin ku ev rastî tê berovajîkirin. Eger têkilî xira bûne, xwişk-biratî xira bûye, ne Kurdan xira kirine, dewleta Tirk, hikûmetên Tirk bi xwe ne, pergala modernîteya kapîtalîst a li pişt wan e ku xira kirine. Feraseta netewedewletê ye.
 
Di roja me de êdî feraseta netewedewletê tê hilweşandin bi taybet jî li Rojhilata Navîn. Rojhilata Navîn ji nû ve tê şêwandin, tê vesazkirin. Hîna ne diyar e ku bê ka çawa were kirin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk ku netewedewletê li Tirkiyeyê esas digire, li Rojhilata Navîn esas digire, êdî rûbirûyê merhaleyeke cidî ye. Êdî nikare weke berê di netewedewletê de israr bike. Hîna jî israr dike, lê êdî çiqas israr bikin jî ev rewş êdî li paş ma. Ev yek divê êdî ji aliyê her kesî ve baş were fêmkirin. Gengaz e ku dîsa têkiliyên Tirk-Kurd sererast bibe û çareserî û têgihiştina neteweya demokratîk esas were girtin. Heta ku têgihiştina neteweya demokratîk esas neyê girtin, heta li ser vê bingehê guhertina zihnî pêk neyê û eger di zîhniyeta kevn de israr bikin, yanî di netewedewletê de israr were kirin helbet ne pêkan e ku ev têkilî werin sererastkirin.  Rêber Apo ji ber vê yekê dîroka Tirk-Kurd ji nû ve danî pêşiya her kesekî. Rê li ber pêşxistina tifaqa dildar a ji nû ne ya du gelên di dîrokê de vekir û danî pêşiya her kesekî. Xwişk-biratî û yekîtiya Tirk-Kurd encax bi qebûlkirina hebûn û mafên civaka Kurd pêkan e. Yanî bidevjêberdana polîtîkaya înkar-îmhayê, bi qebûlkirina mafên xwezayî yên gelê Kurd û bi pêşxistina neteweya demokratîk ji bo çareseriyê dikare were pêkanîn. Di bingeha bang û manîfestoya ku Rêber Apo pêş xist de ev jî heye.
 
Em hêvî dikin ku dewlet û hikûmeta Tirk, bi taybetî jî hezkerên Tirkiyeyê, welatparêz, gelê Tirk vê rastiyê bibînin, êdî dev ji israra di siyaseta înkar-îmhayê de berdin û têkiliya ku bi Kurdan re xira bû ji nû ve li ser bingeheke siyaseta demokratîk ava bikin.
 
Rêber Apo, gelê Kurd û tevgera azadiyê ji bo ku ev têkilî careke din were kirin û berevajîkirina hatî kirin ji holê were rakirin, hewl dide berpirsyariya dîrokî ku dikeve ser wan careke din bi cih bînin. Ez hêvî dikim ku dewlet û hikûmeta Tirk û bi esasî jî civaka Kurd vê berpirsyartiya dîrokî bi cih bînin.
 
TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ JI BO VEKIRINA RÊYA SIYASETA DEMOKRATÎK HATE PÊŞXISTIN
 
Ji ber ku li ser civaka Kurd siyaseta înkar-îmhayê dihat meşandin, her tiştê aîdê Kurdan dihate îmhakirin. Rewşa gelê Kurd gelekî xirab bû. Rêber Apo destwerdaneke dîrokî ji vê re kir. Ji ber ku rewşa heyî bi qasî ku li dijî Kurdan bû, li dijî Tirkan jî bû. Rêber Apo vê gelek caran kir rojev. Got, Tirk bê Kurd; Kurd bê Tirk nikare jiyan bike, îmhakirina Kurdan îmhakirina Tirkan e. Ev yek gelek caran anî rojevê. Ji ber ku hemû rê hatin girtin û gelê Kurd rûbirûyê talûkeyeke pir mezin hat, Rêber Apo neçarî bi armanca vekirina rêya siyaseta demokratîk têkoşîna çekdarî da destpêkirin. Ji xeynî pêşxistina têkoşîna çekdarî tu rê nemabûn ku Kurd xwe îfade bikin, ji holê hatibûn rakirin. Ji bo meşandina siyaseta demokratîk divê hebûna xwe parastiban. Eger hebûna xwe biparêzî dikarî vê rêyê vekî.
 
Heta şehadeta heval Hakî Karer armanca pêşxistina têkoşîna çekdarî tunebû. Heta wê demê di nava civakê de xebat dihate kirin. Xebata ku dihat kirin xebateke siyasî bû. Dema heval Hakî Karer hat qetilkirin ev hate dîtin; ne xwe ji bo bikaribin xebatê bikin divê xwe biparêzî. Tu rêyeke din nîne. Têkoşîna çekdarî wê demê ket rojeva me. Armanc ew bû ku ji bo Kurdan hawirdora siyasetê were afirandin; Va ye bi têkoşîna çekdarî re ev hate afirandin. Têkoşîna çekdarî ku di vî aliyê de hate pêşxistin rast bû, rewa bû. Gelê Kurd bi vê re careke din ruh dît, zindî bû, rabû ser piyan û bi serhildanên xwe bû gelê Newrozê.
 
HEWLDANÊN AGIRBEST Û AŞTIYÊ HATIN SABOTEKIRIN
 
Rêber Apo vê armanca xwe di vê tarzê de bi ser xistibû. Gelekî ku di her şert û mercê de xwedî li azadî û nirxên xwe derdikeve derxistibû holê. Êdî gelê Kurd bibû evîndarê azadî û demokrasiyê. Êdî tişta ku were kirin ew bû ku vejîn bi rizgarkirinê were temamkirin. Rêber Apo ji ber vê got, ‘Vejîn temam bû, dora rizgarkirinê ye.’ Yanî xwest pirsgirêka Kurd ji zemîna têkoşîna çekdarî derxe û bibe ser zemîna siyaseta demokratîk û xwest li ser vê bingehê pirsgirêka Kurd çareser bike. Di sala 1993’yan de gavên vê avêtin. Turgut Ozal hewl da vê zemînê biafirîne. Ji ber ku Turgut Ozal ji bo bidawîkirina tevgera hatî pêşxistin hewldanek mezin da. Lê di encamê de dît ku wê bi vê tarzê neyê çareserkirin. Fêm kir ku Tirkiye wê zirarê bibîne. Ji ber vê armanc kir ku pirsgirêkê bi rêbazên siyaseta demokratîk çareser bike. Dît ku ev di berjewendiya Tirkiyeyê de ye, li ser vê bingehê gav avêt. Rêber Apo ji bo pêşxistina vê pêvajoyê, agirbestê yek alî ragihand. Mam Cemal di wê demê de ji bo pêşxistina vê pêvajoyê di navbera Tirkiye û Rêber Apo de navbeynkarî kir, hewl da.
 
Lê ji ber ku zîhniyeta dewleta Tirk li ser bingeha înkar-îmhayê ye ev yek sabote kir. Turgut Ozal hate tesfiyekirin. Lê Rêber Apo dev ji vê armancê xwe berneda. Bi berdewamî ji bo tevger û têkoşînê bikşîne ser zemîna demokratîk hewl da. Erkekî wiha danî pêşiya Kongreya 5’emîn. Rapora ku pêşkêşî Kongreya 5’emîn kir, her kes dikare bixwîne. Guhertin û veguhertina tevgerê, jinûveavakirinê anî pêşiya Kongreyê. Li gel ku Kongre di vî aliyî de hin gav avêtin jî, nekarî vesazkirin, guhertin û veguhertina ku Rêber Apo xwest, derxe holê. Rêber Apo ev yek dîsa berdewam kir. Xwest vê armanca xwe pêk bîne.
 
Li Tirkiyeyê Necmettîn Erbakan Hoca ji bo çareserkirina pirsgirêkê name şandin. Rêber Apo bersiva van nameyan da. Erbakan Hoca jî dîtibû ku berjewendiya Tirkiyeyê di çareserkirina pirsgirêka Kurd de derbas dibe. Di wê bingehê de hewl dida zemîna vê biafirîne. Lê Erbakan Hoca jî ji desthilatdariyê hate dûrxistin. Rêber Apo xwest pêvajoya ku di 1993, 1995’an de bi Erbakan Hoca re da destpêkirin, di nirxandina xwe ya 15’ê Tebaxê de ku 1998’an de kir, bigihîne armanca xwe. Xwest ji nû ve vesazkirinê, guhertin û veguhertinê temam bike. Bi vê armancê dîsa agirbesta yekalî ragihand. Lê bi komployeke navneteweyî bersiva vê dan. Çima? Ji ber ku mayîna pirsgirêka Kurd di zemînê şer de, ne tenê rantê li Tirkiyeyê ji bo gelek derdoran dida qezenckirin, di qada navneteweyî de jî yên ku rantê qezenc dikirin hebûn. Ji ber vê yekê nedixwestin pirsgirêka Kurd bi rêbazên siyaseta demokratîk were çareserkirin, sabote dikirin. Hêza me jî têre nekir ku em van hewldanên saboteyê bê bandor bikin. Her çiqas me xwestiye em van bê bandor bikin jî hewldanên me kêm man.
 
Dema Rêber Apo bi komployeke navnetweyî dîl hate girtin, di şert û mercên Îmraliyê de ku şert û mercên herî zehmet ê cîhanê ye, di nava ewqas neheqiyan de guhertin, veguhertin û jinûvevesazkirinê ku ji 1993’an ve pêş dixe, temam kir. Tevgerê ji nû ve gihand paradîgmayeke nû. Paradîgmaya avakirina civaka ekolojîk, azadîxwaziya jinê û demokratîk pêş xist. Bi vê yekê re xwest tevgerê bikşîne ser zemîna siyasî û hiqûqî û li ser vê bingehê pirsgirêkê çareser bike. Lê komploya navneteweyî û hêzên girêdayî wê, hin hêzên li Tirkiyeyê, dîsa li Başûr, ên di nav me de mudaxeleyê vê kirin. Bi tesfiyeyê re bersiv dan. Armanc kirin ku tevgerê biqedînin. Lê tevger li dijî vê rabû û Rêber Apo di 2003, 2005, 2009, 2013’yan de ev hewldanên xwe domandin.
 
Dema ku ev hewldanên xwe didomand, her tim bi saboteyê re bersiv dan. Ji ber vê yekê kir û nekir nekarî pêwîstiyên paradîgmayê tam bi cih bîne.  Her çiqasî gav hatin avêtin jî, lê tam têketina paradîgmayê pêk nehat. Li gorî pêwîstiyên wê rêxistinbûn û têkoşîn nehate pêşxistin.  Dibe ku piştî komploya navneteweyî, li ser bingeha paradîgmaya nû hat rojevê ku êdî emrê PKK’ê temam bûye, erk, berpirsiyarî û rola xwe bi cih aniye û ji ber vê yekê li şûna wê rêxistinbûneke li gorî paradîgmayê hat pêşxistin. Heta di Kongreyê de biryara vê hat girtin. PKK hat tesfiyekirin, KADEK ket şûna wê. Lê bi derbasbûna KADEK’ê re rêxistinbûneke li gorî paradîgmayê nehat pêşxistin. Rewşa talûke nehat derbaskirin. Ji ber vê yekê Rêber Apo diyar kir ku PKK’ê ji nû ve hebûna xwe bidomîne. Ev bi temamî ji bo berterefkirina talûkeya tesfiyeker bû ku di wê demê de derket holê.
 
PKK’Ê ROLA XWE LÎST
 
Vê ji bo wê dibêjim, yanî tesfiyekirina PKK’ê ne nû hatiye rojevê. Pêvajoyek e ku ji 1993’yan destpê kir û heta niha tê pêşxistin. Ji ber ku PKK’ê rola xwe lîst. Di heman demê de ji ber ku di şert û mercên sosyalîzma reel de hate avakirin, ji ber bandorên sosyalîzma reel heye, di hewldana pêşxistina têgihiştina sosyalîzmê ya Rêber Apo de ne têrker e, her wiha ji ber ku PKK’ê êdî rola xwe temam kir, xwe derbas kir, ji ber ku tevgerekî mezin derket holê, divîyabû cihê xwe ji rêxistinbûn û têkoşînekî nû re bihêle.
 
Va ye ev bû ku Rêber Apo danî pêşiya tevgerê xwe. Dema bi tu rengî di asta ku dihat xwestin de pêk nehat, niha dixwaze vê pêk bîne. Tişta ku tê xwestin bê kirin ev e. Yanî tu guhertin di îdeolojî, felsefe û paradîgmayê de tune ye. Guhertin di têgihiştina rêxistinbûn û têkoşînê de ye. Divê ev bi vî rengî were fêmkirin.
 
KÎ PIŞTGIRIYA KURDAN BIKE WÊ EW ENCAMÊ BIGIRE
 
Rêber Apo hem rewşa li Tirkiyeyê, hem rewşa li Rojhilata Navîn pêş dikeve, hem jî têkoşîna ku tevger didomîne nirxand û di encama van nirxandinên xwe de banga aşitî û civaka demokratîk kir. Dema ku ev bang kir helbet ne bi kirina bazarekî kir. Rêber Apo bi însiyatîfê xwe vê gavê avêt. Ji ber ku Rêber Apo vê tespît kir; Êdî şert û mercên li Tirkiyeyê, şert û mercên li Rojhilata Navîn, têkoşîna ku tevger pêş xist û encamên wê derfet da ku gavekî wiha bavêje. Zemîna ku dixwest ji sala 1993’yan ve pêş bixe lê nekarî pêş bixe bi dest xist. Xwest vê binirxîne. Ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Tirkiye, ji bo Rojhilata Navîn û ji bo mirovahiyê vê nirxand. Û ev yek got, ‘Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku pirsgirêkê derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim û çareser bikim.’ Ev yek pir zelal îfade kir. Tişta ku dixwest ev bû.   Û hin vebijark danî pêşiya Tirkiyeyê. Got, ‘Eger li Tirkiyeyê demokratîkbûn pêş bikeve, înkar û îmhaya Kurdan were berdan, gavên çareseriya demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd werin avêtin, wê ev di berjewendiya her kesî de be. Tirkiye qezenceke mezin ji vê bike. Gelên Rojhilata Navîn dîsa mirovahî wê mezin qezenc bike. Eger ev gav neyê avêtin, siyaseta heyî were meşandin, di vê de israr were kirin, ev wê pirsgirêkên Tirkiyeyê girantir bike, Tirkiye zirareke mezin ji vê bibîne û mezin winda bike.’ Çima? Ji ber ku Tirkiye encam ji siyaseta xwe ya înkar-îmhayê negirt. Hemû derfetên xwe yên hundir-derve bi kar anî. Piştgiriya NATO’yê girt, piştgiriya PDK’ê girt, piştgiriya Iraqê girt, tevî vê jî encam negirt. Ev siyaset têk çû. Dema ku ev siyasetê dimeşand, bi hizra ku wê encamê bigire hemû derfetên xwe xerc kir, êdî di destê wî de tîştek nema ku bi kar bîne. Gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê giran bûn, Tirkiye rûbiriyê talûkeyekî mezin hat.  Li Rojhilata Navîn guhertinekî mezin diqewime, wê hê jî bidome. Ev geşedanên li Rojhilata Navîn jî ji nêz ve Tirkiyeyê eleqeder dike, geşedanên li dijî Tirkiyeyê ne. Ev jî dema giha pirsgirêkên li Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurd gelekî girîngî qezenc kir, li Rojhilata Navîn derket pêş. Ji bo hêzên ku dixwazin li Rojhilata Navîn encamê bigirin, piştgiriya Kurdan diyarker bû. Kî piştgiriya Kurdan bike, wê ew hem pirsgirêkên xwe çareser bikin hem jî wê encamê bigirin.
 
SERKEFTINA BANGÊ GIRÊDAYÎ GAVÊN TIRKIYEYÊ YE
 
Îsraîl li ser disekine, Îran li ser disekine û Tirkiye disekine. Eger Tirkiye gavên demokratîkbûnê neavêje û pirsgirêka Kurd çareser neke, pirsgirêka demokrasiyê çareser neke, helbet wê Tirkiye zirareke mezin ji vê bibîne. Rêber Apo Tirkiyeyê esas digire, dixwaze Tirkiye demokratîk bibe. Ev jî encax bi piştgirî û tifaqa Kurdan dibe. Dîsa îşaret bi felsefeya damezranina Komara Tirkiyeyê kir, got ‘Eger Tirkiye gav bavêje, wê esas bigire vê çêbibe’ û ev gavê avêt.
 
Di vî aliyî de serketina bangê helbet girêdayî gavên Tirkiyeyê ye. Li cîhanê tu pirsgirêk bi gavên yekalî nehatine çareserkirin. Mînaka vê tune ye. Rêber Apo di aliyê xwe de gavên ku divê bên avêtin, avêtin û got, ‘Ez berspirsê vê pêvajoyê me, berpirsê dîrokê me, ez dabînkar im.’ Got, ‘Ji bo ku ez vê pêvajoyê pêş ve bibim, divê hûn jî vê derfetê bidin min. Yanî divê şert û mercên min werin guhertin, divê ev pergala Îmraliyê were tesfiyekirin.’”
 

Sernavên din

21/03/2025
19:43 Rêveberiya Baroya Stenbolê ji peywirê hat girtin
17:00 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin
17:00 Newroza Amedê bi banga ‘Azadiyê’ bi dawî bû
16:41 Karayilan: Ji bo kongre bicive divê êriş bisekinin
16:35 Ji bo Newroza Îzmîrê bangewazî
16:28 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila kesek hesabên şaş neke, divê Ocalan azad bibe
15:48 Enqere ji bo Newrozê amade ye
15:44 Bakirhan: Siyaseta şaş nagihîne cihê rast
15:43 îfadeya Îmamoglû ya li emniyetê dest pê kir
15:20 Cezayê hefsa malê dan Îsmaîl Saymaz
15:00 Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo aştiyê amade ne
14:57 Peyama Talabanî ya ji bo Newrozê: Em aştiyeke mayinde pêk bînin
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin
14:28 Peyama Newrozê ya Barzanî: Hêvîdar im ku Ocalan serbest bê berdan
14:22 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye