Xelfetî ji bo Newrozê amade ye: Em ê li banga dîrokî xwedî derkevin

img

RIHA – Li Xelfetiya memleketê Abdullah Ocalan dê sibê agirê Newrozê bê vêxistin. Bang li her kesî hat kirin ku bi coşa banga dîrokî hemû kes biherikin qadê û beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin. 

Newroz dê îsal bi dirûşmeyên; ‘Rêbertiya Azad Civaka Azad’ û ‘Newroza ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk’ bê pîroz kirin û dê sibê li navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye Newroz bê pîrozkirin. Pîrozbahî dê li Parka 4’ê Nîsanê bê lidarxistin û amadekarî temam bûne. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevseroka DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û bi hezaran kes dê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin. Agirê Newrozê dê saet 10:00’an de bê vêxistin û hunermend Arhat jî dê derkeve ser dikê.
 
Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan ku li şûna wî qeyûm hat tayînkirin diyar kir ku Newroz ji bo hemû gelan girîng e û wiha got: "Newroz şiyarbûna xwezayê ye. Ew dîrok e ku gel ji zivistanan derdikevin û digihêjin biharê. Li gel Tevgera Azadiya Kurd ev roj ji bo Kurdan bûye roja vejînê. Newroza 2025 'an me zêdetir kelecanî dike. Yek ji sedemên herî mezin ên vê kelecanê, banga dîrokî ya birêz Abdullah Ocalan e. Ev bang bi yekbûna bi Newrozê re wê watedartir bibe. Qadên Newrozê wê bibin peyama herî baş a xwedîderketina li bangê. Gelê Xelfetî wê silaveke xurt ji hevrê û Serokatî re bişîne. Em bang li her kesî dikin ku tevlî vê coşê bibin."
 
'EM Ê XWEDÎ LI BANGA DÎROKÎ DERKEVÎN'
 
Hevşaredara Xelfetî Saniye Bayram ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin bal kişand ser girîngiya Newrozê wiha got: "Em hemû gelê Xelfetî bi coş Newrozê pêşwazî dikin. Bi taybet jî pêwîste jin beşdarî vê pîrozbahiyê bibin. Werin em dest bidin hev û bi hev re agirê Newrozê gur bikin. Em ê Newrozê li ser esasê Banga Aştî û Civaka Demokratîk pîroz bikin."
 
Endamê Meclîsa Şaredariya Xelfetiyê Cemal Guzel diyar kir ku salên dirêj e Newroz li Xelfetiyê ji ber pevçûna bi xemgînî tê pîrozkirin û wiha got: "Îsal em ê bi morala banga birêz Ocalan biherikin qadên Newrozê. Divê her kes tevlî vê coşê bibe. Newroza îsal ji bo siyaseta demokratîk girîng e. Divê her kes bi vê hesasiyetê biherike qadan. Ev agir wê li Xelfetiyê bê vêxistin, lê wê li tevahiya Kurdistanê belav bibe."
 
'LI DIJÎ ZILMÊ SERHILDAN E'
 
Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Mehmet Karayalçin diyar kir ku hemû amadekariyên Newrozê temam bûne û destûrên pêwîst hatine girtin û wiha got: "Newroz ji bo gelên Aryanî rojeke girîng e. Hemû gelê me ji bo pîrozkirina Newrozê wê dakeve qadan. Newroz serhildana li dijî zilmê ye. Her civak xwedî roj û cejnên girîng e. Cejna Kurdan Newroz e. Xelfetî bajarê birêz Ocalan e, lewma Newroza ku em pîroz dikin, ji bo me xwedî girîngiyeke taybet e. Di Newrozê de em li benda her kesî ne."
 
Ciwanê bi navê Ciwan Keskîn diyar kir ku girîng e ciwan beşdarî Newrozê bibin û wiha got: "Newroz mizgîniya biharê ye. Em bang li hemû ciwanan dikin ku Newrozê bi hev re pîroz bikin û bi hev re û stranên xwe bistirên."
 
GEL DÊ DAKEVIN QADAN
 
Yek ji Tirkmenên navçeyê Mehmet Yildirim jî diyar kir ku Newroz ji bo hemû gelan girîng e û wiha got: "Ji bo me girîngiya herî mezin a Newrozê ev e ku banga Birêz Abdullah Ocalan a 'Aştî û Civaka Demokratîk' bi agirê Newrozê û biharê re aştiyê bîne vî welatî. Em ê weke gelên li vir dijîn, banga aştiyê ya birêz Abdullah Ocalan bi Newrozê re kiriye hembêz bikin û vîna jiyana bi hev re ya gelan diyarî gelên li Rojhilata Navîn dijîn bikin. Baş e ku mirov li bajarê xwe birêz Abdullah Ocalan be û ji vir dest bi Newrozê bike. Em hemû gelan vedixwînin qadên Newrozê."
 
'NEWROZ PÎROZ BE'
 
Dayika Aştiyê Şemse Eraslan (68) wiha hestên xwe anî ziman: "Newroz cejna me ye. Mizgîniya biharê rizgariya jinê ye. Di Newrozê de coş heye, her tiştê xweşik heye. Em îro Newrozê pîroz dikin, lê em bi hêsanî nehatine vê rojê. Em bi berdêlên mezin hatine van rojan. Me di sala 1990’î da bi berdêlekî mezin pîroz kir. Em îro bi hev re li hemû gelan pîroz dikin. Em hemû jinan bi xêrhatina Newrozê dikin. Newroz pîroz be.”
 
MA / Emrullah Acar
 
 
 

Sernavên din

19/03/2025
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê
10:45 Serbestberdana Rozerîn Kalkan dîsa 11 meh hat taloqkirin
10:31 Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike
10:26 Ji DEM Partiyê ji bo Îmamoglû daxuyanî: Tolhildana têkçûnê ye
10:25 Ji bo Newroza Mêrsînê bang
10:23 Dozgeriyê binçavkirina Îmamoglû girêdayî KCK’ê kir
09:59 Dîroknas Aydin: Aştî li ser bingeha welatîbûna wekhev pêkan e
09:58 Doç. Dr. Demîrer: Divê şert û mercên xebatên yên Ocalan bên başkirin
Hakan Tahmaz: Hewldana sabotekirina mutebeqeta Sûriyeyê dê pêvajoyê derb bike
09:55 Ji Serokê Baroya Dîlokê ji bo pêvajoyê pêşniyaza 'destûra bingehîn a nû' li baroyan
09:48 Piştî binçavkirina Îmamoglû medyaya dijîtal hat bisînorkirin
09:40 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû dan
09:40 Li Stenbolê çalakî û xwepêşandan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin
09:24 Ji bo rojnameger Îsmaîl Saymaz biryara binçavkirinê hat dayin
09:22 Newrozên dîrokî yên Amedê
09:19 ‘Ji bo çareseriyê sererastkirinê hiqûqî divê tecrîd bê rakirin'
09:17 'Sê darikên niftikê wateyeke nû li Newrozê bar kir'
09:15 Jin bi ruhê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê
09:02 Dozgeriyê ji bo Îmamoglû got ‘rêveberê rêxistina sûc’
09:00 ROJEVA 19’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Artêşa Iraqê êrişî wesayîta YBŞ'ê kir: 3 kes birîndar bûn
07:49 Îstasyonên metro yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatin girtin
07:48 Ji Îmamoglû parvekirina yekem
07:48 Îmamoglu hat binçavkirin
18/03/2025
16:47 Li Dihê û Dîgorê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
16:30 Li Qoserê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:24 Riha ji bo Newrozê amade ye: Werin em agirê azadiyê bi hev re gur bikin
16:20 Di êrişên Îsraîlê de 4 rayedarên hikûmetê hatin kuştin
16:16 Rêveberiya Xweser: Divê gelê Efrînê vegere ser xaka xwe
16:08 Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin
15:58 PYD û ENKS civiyan
15:57 Hatem Ozdemîr bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ye
15:56 Li navçeyên Amedê tevî baranê jî gel Newroz bi coş pîroz kir
15:42 Keskîn Bayindir: Kurd dixwazin dengê Ocalan bibihîzin
15:33 Newroza Silopiyayê: Em xwedî li manîfestoya jiyana nû derkevin
15:16 Di Newroza Colemêrgê de gel piştgirî da banga dîrokî
15:00 Kampanyaya şandina pereyan a ji girtiyan re didome
14:24 Hejmara kesên di êrişa li Xezeyê de hatin qetilkirin derket 412’an
14:21 Bertek nîşanî qetilkirina Cansever Sucu dan
14:14 DEM Partî çû serdana TBB’ê
14:08 Bakirhan bersiv da Tûnç: ‘Mafê hêviyê’ heye û mafek e
13:49 Bakirhan: Niha dora zivirandina pedalê ya hikûmetê û dewletê ye
13:35 Li Agiriyê Newroza azadiyê: Ev pêvajo yekalî nameşe
13:35 DEM Partî ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike serlêdan kir
13:20 Tunç ji bo Newrozê got: Heke daxwaz çêbibe mijara nameyê dikare bê nirxandin
12:43 Li Qoserê posterên Ocalan hatin hilgirtin
12:42 Îzmîr ji bo Newrozê amade ye: Em di 22’yê Adarê de li Gundogduyê bin
12:30 MKG’ê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kir
11:30 Li 7 navendan Newroz tê pîrozkirin
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:17 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê banga tevlibûna Newroza dîrokî kir
11:10 Leyla Xalid rakirin nexweşxaneyê
10:58 Abdullah Ocalan: Ev bang wê ji bo gelê me yê Êzidî Ronesans be
10:45 Di nava 24 saetan de li Sûriyeyê 63 kes hatin qetilkirin
10:17 Amadekariyên Newroza Mûşê temam bûn
10:03 Ji bo 11 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî hate kirin
09:53 Wan 34 sal in navnîşana Newrozên biheybet e
09:46 Li Girtîgeha Wanê bi lêdanê girtî li erdê dirêj kirin
09:44 Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kirin
09:39 Eulalia Reguant: Divê civaka navneteweyî ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:14 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm190 kes hatin qetilkirin
09:01 'Dê Newroza Îzmîrê bihêztir derbas bibe'
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2025’AN
08:53 Di tevahiya şevê de Newroz hate pîrozkirin
17/03/2025
16:26 Li Misircê piştî 11 salan Newroz hat pîrozkirin
16:13 Tuncer Bakirhan: Em li ser hiqûqa aştiyê axivîn
Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne dewlet gavên erênî biavêje
16:12 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê saetek û 50 deqeyan domiya
15:57 Li dijî Til Temirê êrişên dijwar
15:49 Banga dîrokî di Newroza Manîsayê de olan da
15:22 Li Hezexê agirê Newrozê ji hêla jinan hat vêxistin: Divê Ocalan azad bibe
15:13 Ozturk bang li hikûmetê kir: Hûn pêvajoyê sabote dikin
14:24 Li Îdirê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
14:24 Li Qendîlê SÎHA'yek hate xistin
14:22 DEM Partî çû serdana AKP'ê
14:11 Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de êrişên hewayî
14:08 Li Serhedê Newroz: Divê dewlet gavan biavêje
14:03 Rêveberiya Xweser: Lêpirsîna navneteweyî bê vekirin
13:47 Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî komkujiya li Berxbotanê daxuyanî da