Bakirhan: Metna mutebeqetê li gorî banga Ocalan e

img

AMED - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî mutebeqeta di navbera HSD’ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin axivî û wiha got: “Ev mutebeqet di heman demê de li gorî banga birêz Ocalan e.” 

Li Deriyê Mêrdînê ya navçeya Sûrê ya Amedê deklarasyona Newroza îsal hate aşkerakirin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştî deklarasyonê pirsên rojnamegeran bersivand. 
 
Bakirhan, ji bo pirsa “Gelo dê siyasetmedarên derveyî welat vegerin an na?” wiha bersiv da: “Em dixwazin pêvajo bi ser keve û hevalên me yên li Ewropayê dîs vegerin. Pêvajo hêj nû ye û dê giran bimeşe. Em qala meseleyeke 200 salan dikin. Heke ev meseleye çareser bibe dê pirsgirêkên we pirsî jî çareser bibin.” 
 
‘EM MUTEBEQETÊ ERÊNÎ PÊŞWAZÎ DIKIN’ 
 
Têkildarî pirsa der heqê mutebeqeta di navbera Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera de jî Bakirhan ev tişt anî ziman: “Ev mutebeqeta li Sûriyeyê girîng e. Beriya her tiştekî nîşaneya wê ye ku dê rejîmeke yekperest tune be. Di wê mutebeqetê de avakirina Sûriyeyeke demokratîk tê vegotin. Em vê mutebeqetê erênî dibînin.”
 
‘EM HEWL DIDIN AŞTIYÊ CIVAKÎ BIKIN’ 
 
Têkildarî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî Bakirhan wiha got: “Ev, meseleyên teknîkî ne. Birêz Ocalan peyama xwe ragihand. Peyam pir zelal e. Got; ‘Bila têkoşîneke xurtir, dînamîktir were dayin lê bila têkoşîn li ser zemîneke demokratîk were dayin û şer û çek tune bin.’ Ev gelek girîng û biqîmet bû. 50 sal in di rojeva Tirkiyeyê de pevçûn û tundî heye û guherîna vê rojevê bi tena serê xwe ji bo 85 milyon hemwelatiyan pir biqîmet e. Hêvîdarim li dijî vê bangê her kes berpirsyartiya xwe bicih bîne. Weke siyaseta demokratîk em hewl didin berpirsyartiyên xwe bicih bînin. Em hewl didin aştiyê civakî bikin. Di vê çarçoveyê diçin serdana hemû dînamîkên siyasî û civakî yên Tirkiyeyê û qîmeta wê vedibêjin.” 
 
 ‘MUTEBEQET LI GORÎ BANGÊ YE’
 
Ji bo pirsa “Hûn ê biçin serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan na” jî Bakirhan ev bersiv da: “Bawer bikin avakirina Sûriyeyeke demokratîk dê herî zêde bi Tirkiyeyê bide qezenckirin. Dê bi gelên li wir û herêmê bide qezenckirin. Ev mutebeqet di heman demê de li gorî banga birêz Ocalan e. Hêvîdarim mîna li vir li wir jî bi ser keve. Di serî de Tirkiye û Sûriye, bila ji bo hemû Rojhilata Navîn bibe modela zemîneke demokratîk. Şandeya me difkirî ku biçe serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Piştî van daxuyaniyan ev yek hêsantir bû, baştir bû. Girîng e ku em nêrînên aliyên ew mutebeqet îmze kirin guhdar bikin. Geşedanên gelek girîng dibin.” 
 
NEWROZ 
 
Bakirhan, got ku ji Herêma Federe ya Kurdistanê û dîasporayê gelek rewşenbîr, hunermend, nivîskar û kesên naskirî vexwendine Newrozê. 
 
Herî dawî jî Bakirhan got ku aştî ji bo xêra hemû welatiyan e û ew ê ji Behra Reş heta Trakyayê û tevahiya Tirkiyeyê hewl bidin peyamên aştiyê bigihînin gel. 
 

Sernavên din

19/03/2025
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê
10:45 Serbestberdana Rozerîn Kalkan dîsa 11 meh hat taloqkirin
10:31 Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike
10:26 Ji DEM Partiyê ji bo Îmamoglû daxuyanî: Tolhildana têkçûnê ye
10:25 Ji bo Newroza Mêrsînê bang
10:23 Dozgeriyê binçavkirina Îmamoglû girêdayî KCK’ê kir
09:59 Dîroknas Aydin: Aştî li ser bingeha welatîbûna wekhev pêkan e
09:58 Doç. Dr. Demîrer: Divê şert û mercên xebatên yên Ocalan bên başkirin
Hakan Tahmaz: Hewldana sabotekirina mutebeqeta Sûriyeyê dê pêvajoyê derb bike
09:55 Ji Serokê Baroya Dîlokê ji bo pêvajoyê pêşniyaza 'destûra bingehîn a nû' li baroyan
09:48 Piştî binçavkirina Îmamoglû medyaya dijîtal hat bisînorkirin
09:40 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû dan
09:40 Li Stenbolê çalakî û xwepêşandan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin
09:24 Ji bo rojnameger Îsmaîl Saymaz biryara binçavkirinê hat dayin
09:22 Newrozên dîrokî yên Amedê
09:19 ‘Ji bo çareseriyê sererastkirinê hiqûqî divê tecrîd bê rakirin'
09:17 'Sê darikên niftikê wateyeke nû li Newrozê bar kir'
09:15 Jin bi ruhê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê
09:02 Dozgeriyê ji bo Îmamoglû got ‘rêveberê rêxistina sûc’
09:00 ROJEVA 19’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Artêşa Iraqê êrişî wesayîta YBŞ'ê kir: 3 kes birîndar bûn
07:49 Îstasyonên metro yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatin girtin
07:48 Ji Îmamoglû parvekirina yekem
07:48 Îmamoglu hat binçavkirin
18/03/2025
16:47 Li Dihê û Dîgorê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
16:30 Li Qoserê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:24 Riha ji bo Newrozê amade ye: Werin em agirê azadiyê bi hev re gur bikin
16:20 Di êrişên Îsraîlê de 4 rayedarên hikûmetê hatin kuştin
16:16 Rêveberiya Xweser: Divê gelê Efrînê vegere ser xaka xwe
16:08 Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin
15:58 PYD û ENKS civiyan
15:57 Hatem Ozdemîr bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ye
15:56 Li navçeyên Amedê tevî baranê jî gel Newroz bi coş pîroz kir
15:42 Keskîn Bayindir: Kurd dixwazin dengê Ocalan bibihîzin
15:33 Newroza Silopiyayê: Em xwedî li manîfestoya jiyana nû derkevin
15:16 Di Newroza Colemêrgê de gel piştgirî da banga dîrokî
15:00 Kampanyaya şandina pereyan a ji girtiyan re didome
14:24 Hejmara kesên di êrişa li Xezeyê de hatin qetilkirin derket 412’an
14:21 Bertek nîşanî qetilkirina Cansever Sucu dan
14:14 DEM Partî çû serdana TBB’ê
14:08 Bakirhan bersiv da Tûnç: ‘Mafê hêviyê’ heye û mafek e
13:49 Bakirhan: Niha dora zivirandina pedalê ya hikûmetê û dewletê ye
13:35 Li Agiriyê Newroza azadiyê: Ev pêvajo yekalî nameşe
13:35 DEM Partî ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike serlêdan kir
13:20 Tunç ji bo Newrozê got: Heke daxwaz çêbibe mijara nameyê dikare bê nirxandin
12:43 Li Qoserê posterên Ocalan hatin hilgirtin
12:42 Îzmîr ji bo Newrozê amade ye: Em di 22’yê Adarê de li Gundogduyê bin
12:30 MKG’ê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kir
11:30 Li 7 navendan Newroz tê pîrozkirin
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:17 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê banga tevlibûna Newroza dîrokî kir
11:10 Leyla Xalid rakirin nexweşxaneyê
10:58 Abdullah Ocalan: Ev bang wê ji bo gelê me yê Êzidî Ronesans be
10:45 Di nava 24 saetan de li Sûriyeyê 63 kes hatin qetilkirin
10:17 Amadekariyên Newroza Mûşê temam bûn
10:03 Ji bo 11 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî hate kirin
09:53 Wan 34 sal in navnîşana Newrozên biheybet e
09:46 Li Girtîgeha Wanê bi lêdanê girtî li erdê dirêj kirin
09:44 Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kirin
09:39 Eulalia Reguant: Divê civaka navneteweyî ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:14 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm190 kes hatin qetilkirin
09:01 'Dê Newroza Îzmîrê bihêztir derbas bibe'
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2025’AN
08:53 Di tevahiya şevê de Newroz hate pîrozkirin
17/03/2025
16:26 Li Misircê piştî 11 salan Newroz hat pîrozkirin
16:13 Tuncer Bakirhan: Em li ser hiqûqa aştiyê axivîn
Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne dewlet gavên erênî biavêje
16:12 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê saetek û 50 deqeyan domiya
15:57 Li dijî Til Temirê êrişên dijwar
15:49 Banga dîrokî di Newroza Manîsayê de olan da
15:22 Li Hezexê agirê Newrozê ji hêla jinan hat vêxistin: Divê Ocalan azad bibe
15:13 Ozturk bang li hikûmetê kir: Hûn pêvajoyê sabote dikin
14:24 Li Îdirê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
14:24 Li Qendîlê SÎHA'yek hate xistin
14:22 DEM Partî çû serdana AKP'ê
14:11 Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de êrişên hewayî
14:08 Li Serhedê Newroz: Divê dewlet gavan biavêje
14:03 Rêveberiya Xweser: Lêpirsîna navneteweyî bê vekirin
13:47 Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî komkujiya li Berxbotanê daxuyanî da