Salih Muslim hûrgiliyên peymanê vegot: Em ê bi hev re birêve bibin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Têkiliyên Karên Derve yê PYD’ê Salih Muslim, têkildarî 8 xalên peymanê wiha got: “Hem ji bo Elewiyan hem jî ji bo Durzî û Êzidiyan destkeftiyeke mezin e. Bêyî ku ferq û cudahî di navbera komên olî û neteweyan de were kirin, her kes dê wekhev bên dîtin.” 

Duh di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û serokê Heyet Tehrîl El-Şam (HTŞ) ku serokê dewletê yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ye Ahmet El-Şara de peymaneke girîng hat îmzekirin. Bi peymana hatiye îmzekirin re biryar hate dayin ku tevahiya mafên destûra bingehîn ên Kurdan bên misogerkirin. Her wiha di mijara bidawîkirina êrişên ser gel û baweriyên cuda de jî lihevkirin çêbû.
 
Berdevkê Têkiliyên Karên Derve yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim têkildarî peymanê pirsên ANF’ê bersivand. 
 
* Duh di navbera Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî û Serokê demkî yê Sûriyeyê Ahmed El Şaraa de peymanek hat îmzekirin. Şîroveya we ya ewil a li ser vê peymanê çi ye?
 
Biryara vê lihevkirinê, beriya çend rojan di civîna hevpar a Rêveberiya Xweser û Hêzên HSD'ê de hatibû girtin. Biryar hat dayîn ku komîte werin avakirin û lihevkirinek ji 7-8 xalan pêk were. Biryar ew bû ku komîte bên avakirin û hûrgiliyên wê di nava komîteyan de werin nîqaşkirin.
 
* Em ê li ser xalan yek bi yek biaxivin, lê di çarçoveya giştî de nêrîna we çi ye? Bi gotineke din em dikarin bêjin ku Şoreşa Rojava bihêztir bûye an jî Rojava di aliyê herêmî de statuyek bi dest xistiye?
 
Belê em dikarin bêjin xurtir bûye. Me ewqas şer kir û têkoşîn meşand. Di encamê de em dikarin bêjin ku; em dibin hevparê her tiştî yê vê dewletê. Em dibin hevparê rêveberî, qanûna bingehîn, jiyan, aborî û her tiştî.
 
* Em bi madeya yekemîn destpê bikin; “Bêyî ku li ol û neteweya gelên Sûriyeyê bê nêrin, di nava hemû pêvajoyên siyasî û saziyên dewletê de bi awayek erkdarî û berpirsyariya wekhev temsîl bikin û mafên wan bên misogerkirin.” Di rastiyê de ev projeyek bû ku li Rojava jiyana hevpar a hemû beşên civakî hedef digirt. Gelo ev proje wê li seranserî Sûriyeyê bikeve meriyetê yan tenê ji bo Rojava hatiye gotin?
 
Na, tenê ji bo Rêveberiya Xweser nîne, wê ji bo hemû Sûriyeyê pêk were. Hûrgûlî wê bên axaftin, lê ev tenê ji bo hemû Sûriyeyê ye.
 
* Madeya duyemîn girîng e: “Civaka Kurd, civakeke xwecihî ya dewleta Sûriyê ye û dewleta Sûriyeyê hemwelatîbûn û hemû mafên destûra bingehîn misoger dike.” Li Sûriyeyê Kurd xwedî ti nasnameyê nebûn, welatî jî nedihatin hesabkirin. Hûn vê madeyê çawa dinirxînin? 
 
Rejîma Baasê bernameyek xistibû dewrê ku mirov bênasname diman, ev yek hate derbaskirin. Her wiha hin qanûnên berê hebûn, ew jî wê bên sererastkirin. Yanî Kurd wê hemû mafên xwe yên hemwelatiya wekhev, bi dest bixin.
 
Madeyeke din jî, li tevahiya xakên Sûriyeyê agirbest, lê belê êrişên li ser Rojava didomin. Êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî didomin. Gelo wê li dijî van êrişan helwesteke hevpar were nîşandan?
 
Ev pevçûn û kiryarên çeteyan, wê derqanûnî bin. Em ê bi hev re li dijî van êrişan rabin. Ti kes nikare bêje evane hêzeke dewletê ne. Ji ber ku ew çete ne û ji dervey qanûnê ne. Eger çete êrişên xwe bidomînin, şerê bi hev re wê hewce bike.
 
* Madeyeke din jî; “Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, deriyên sînor, balafirgeh, qadên petrol û gaza xwezayî entegreyî rêveberiya dewleta Sûriyeyê bê kirin.” Têkildarî vê madeyê hûn ê çi bêjin?
 
Deriyên li ser sînorên me, mesele deriyên mîna Nisêbîn û Til Koçerê em ê bi hev re bi rêve bibin. Em ê ji bo belavkirin û rêvebirina dahatiyên ku ji van deran tên, bi hev re biryar bidin. Yanî ev jî wê girêdayî qanûn û peymanan be. Di peymanan de wê hûrgûliyên van bên avakirin.
 
* Madeyeke din jî, “Sûreyiyên ku ji cih û warê xwe hatine derxistin, wê vegerin gund û bajarên xwe û ji hêla dewleta Sûriyeyê ve bên parastin.” Bi taybetî destpêkê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê tê hişê mirov. Plana li ser van herêman çiye? Em ji vê peymanê çi fêm dikin? 
 
Wê her kes vegere cih û warê xwe. Malên hinekan hatine desteserkirin, kesên ji derve anîne lê hatine bicihkirin. Ev kes wê vegerin cihên xwe yên berê. Di wateyekê de ev der wê ji dagirkeriya Tirkiyeyê rizgar bibin.
 
* Gelo “Têkoşîna dewleta Sûriyeyê ya li dijî bermahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlekarî û yekîtiya wê were destekkirin”, tê çi wateyê?
 
Em ê bi hev re bin. Bermahiyên rejîma Baas wê cih ji xwe re nebînin. Yanî wê ji cihên me sûd negirin û li dijî rejîmê şer nekin.
 
* Di madeya 7’an de ev tê gotin: “Em hemû gotinên nefretê û hewlên belavkirina fitne û bangên ku dubendiyê dixin navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê red dikin.” Di vî warî de dewleta Tirk li ser HTŞ’ê yekperestî ferz dikir. Gelo em dikarin bêjin, bi vê peymanê ev zext vale derket?
 
Hemwelatiyê Sûriyeyê bêyî cudakariya ol û nîjad, wê wekhev bên hesabkirin. Mesele ti kes nikare bêje ez Êzidiyan qebûl nakim. Yan jî zorî li wan nake ku bibin Misilman. Bi rêveberiyeke demokratîk a mezin, her kes çawa dixwaze wê wisa bijî. Di vî warî de destkeftiyeke mezin e. Hem ji bo Elewiyan, hem ji bo Durziyan, hem ji bo Êzidiyan û hem jî ji bo Xristiyanan destkeftiyeke mezin e.
 
* Gelo komîteyên rêveber ji bo peyman herî dereng heya dawiya salê bikeve meriyetê, wê xebatên xwe bidomînin û komîte wê heta dawiya salê ji bo ketina meriyetê ya vê peymanê, bikevin hewldanê? Ev di heman demê de tê wateya amadekirina zagona bingehîn? Yan tenê wê li vir fealiyetên pratîkî bikevin meriyetê? Gelo Zagona Bingehîn wê hîn demdirêjtir were amadekirin?
 
Ji bo her yek ji 8 madeyan, wê komîteyek were avakirin. Wê komîteyeke hêzên çekdar hebe. Wê şêwazê tevlîbûna hêzên çekdar nîqaş bike. Wê lihevkirinek çêbe û piştre wê nîqaş were kirin ku dê rêveberî çawa be. Ev komîte wê di nava salekê de, hemû peymanê pêk bînin. Di nava vê de, dibe meseleya Zagona Bingehîn jî hebe, dibe zagoneke bingehîn a demkî jî hebe. Piştre wê ji bo vê Zagona Bingehîn a demkî, referandûm were kirin.
 
* Ev peyman di qada navneteweyî de tê çi wateyê? Rola hêzên Rojavayî di avakirina Sûriyeya Nû de çi ye?
 
Hêzên navneteweyî bûn navbeynkar. Navbeynkarê herdu aliyan hebûn. Ev tê wê wateyê ku van navbeynkaran vê rewşê erê kirine û dê wezîfeyên xwe bi cih bînin. Bi kurtî em êdî bi awayekî fermî hevparên vê dewletê ne.
 
* Bi qasî em fêm dikin hûn dibêjin hêzên navneteweyî jî tevlî peymanê bûne an jî aliyek a vê peymanê ne?
 
Her tiştî de, em hem li hundir û hem jî li derve dibin hevparê her tiştê vê dewletê.
 
* Mijarek bi vê ve girêdayî ku tê nîqaşkirin, nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Rojava re şandiye. Di wê nameye de çi hatiye gotin, mijara bêçekbûnê heye an nîne ev tê nîqaşkirin. Bi taybetî çapemeniya AKP’ê îdîa dike ku ji bo HSD’ê û YPG’ê banga bêçekbûnê hatiye kirin. Ev Peyman ji bo van propagandayan jî bû bersiv?
 
Ew name ji rêveberiyê re hat. Bi kurtî bi qasî ku hayê min jê heye, di wê nameye de tiştê hatiye diyarkirin, em di rêyek rast de ne. Yanî bûyîna parçeyek ji Sûriyeyê, bi hevkarî tevgerîn û aştî misogerkirin. Ji ber vê yekê em ne li derveyî gotinên di wê nameyê de ne. Bi kurtî em di xalên ku Rêbertî diyarkirine de rêve diçin.
 
* We name xwendibû?
 
Navaroka nameyê ji min re hat ragihandin, hayê min jê heye. Weke rêgez em aştiyê û bûyîna parçeyek a vê dewletê dipejrînin. Helbet bi şertê parastina azadî û mafên xwe em ê cihê xwe di nava vê dewletê de bigirin. Ji xwe ji destpêkê ve me ev yek anî ziman û li gorî wê em tevgeriyan. Hûn qala çapemeniya alîgir dikin. Çapemeniya alîgir, wê vê peymanê weke ‘teslîmiyetê’ bibîne û li gorî wê propaganda bike. Lê rastî ne wisaye. Gihîştina lihevkirineke bi vî rengî ji bo me destketiyeke mezin e. Xwezîka li Bakûrê Kurdistanê jî tiştekî bi vî rengî hebûya, wê gelekî baş bûya.
 
* Ji ber agahiyên we hene, dixwazim zelal bikim. Di nameya Abdullah Ocalan a ku ji bo Rojava şandiye de, behsa bêçekbûnê an jî ji bo xweparastinê paşve gav avêtinê dike?
 
Tiştek bi vî rengî teqez nîne.
 
* Başe, em dikarin bibêjin ku metna peymanê ya ku pêk hatiye, li gorî perspektîfa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di derbarê Rojava de xeyal kiriye?
 
Em parçeyek ji Sûriyeyê ne û em dixwazin bi hev re bijîn. Em dixwazin azadiya xwe biparêzin. Ev hemû di peymana ku hatiye îmzekirin de heye.
 
* Hûn di dawiyê de dixwazin tiştek bibêjin?
 
Divê gelê me guh nede çapemeniya alîgir. Me ti carî derew nekirine. Ji ber vê divê guh bidin me. Spas dikim. 

Sernavên din

19/03/2025
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê
10:45 Serbestberdana Rozerîn Kalkan dîsa 11 meh hat taloqkirin
10:31 Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike
10:26 Ji DEM Partiyê ji bo Îmamoglû daxuyanî: Tolhildana têkçûnê ye
10:25 Ji bo Newroza Mêrsînê bang
10:23 Dozgeriyê binçavkirina Îmamoglû girêdayî KCK’ê kir
09:59 Dîroknas Aydin: Aştî li ser bingeha welatîbûna wekhev pêkan e
09:58 Doç. Dr. Demîrer: Divê şert û mercên xebatên yên Ocalan bên başkirin
Hakan Tahmaz: Hewldana sabotekirina mutebeqeta Sûriyeyê dê pêvajoyê derb bike
09:55 Ji Serokê Baroya Dîlokê ji bo pêvajoyê pêşniyaza 'destûra bingehîn a nû' li baroyan
09:48 Piştî binçavkirina Îmamoglû medyaya dijîtal hat bisînorkirin
09:40 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû dan
09:40 Li Stenbolê çalakî û xwepêşandan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin
09:24 Ji bo rojnameger Îsmaîl Saymaz biryara binçavkirinê hat dayin
09:22 Newrozên dîrokî yên Amedê
09:19 ‘Ji bo çareseriyê sererastkirinê hiqûqî divê tecrîd bê rakirin'
09:17 'Sê darikên niftikê wateyeke nû li Newrozê bar kir'
09:15 Jin bi ruhê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê
09:02 Dozgeriyê ji bo Îmamoglû got ‘rêveberê rêxistina sûc’
09:00 ROJEVA 19’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Artêşa Iraqê êrişî wesayîta YBŞ'ê kir: 3 kes birîndar bûn
07:49 Îstasyonên metro yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatin girtin
07:48 Ji Îmamoglû parvekirina yekem
07:48 Îmamoglu hat binçavkirin
18/03/2025
16:47 Li Dihê û Dîgorê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
16:30 Li Qoserê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:24 Riha ji bo Newrozê amade ye: Werin em agirê azadiyê bi hev re gur bikin
16:20 Di êrişên Îsraîlê de 4 rayedarên hikûmetê hatin kuştin
16:16 Rêveberiya Xweser: Divê gelê Efrînê vegere ser xaka xwe
16:08 Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin
15:58 PYD û ENKS civiyan
15:57 Hatem Ozdemîr bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ye
15:56 Li navçeyên Amedê tevî baranê jî gel Newroz bi coş pîroz kir
15:42 Keskîn Bayindir: Kurd dixwazin dengê Ocalan bibihîzin
15:33 Newroza Silopiyayê: Em xwedî li manîfestoya jiyana nû derkevin
15:16 Di Newroza Colemêrgê de gel piştgirî da banga dîrokî
15:00 Kampanyaya şandina pereyan a ji girtiyan re didome
14:24 Hejmara kesên di êrişa li Xezeyê de hatin qetilkirin derket 412’an
14:21 Bertek nîşanî qetilkirina Cansever Sucu dan
14:14 DEM Partî çû serdana TBB’ê
14:08 Bakirhan bersiv da Tûnç: ‘Mafê hêviyê’ heye û mafek e
13:49 Bakirhan: Niha dora zivirandina pedalê ya hikûmetê û dewletê ye
13:35 Li Agiriyê Newroza azadiyê: Ev pêvajo yekalî nameşe
13:35 DEM Partî ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike serlêdan kir
13:20 Tunç ji bo Newrozê got: Heke daxwaz çêbibe mijara nameyê dikare bê nirxandin
12:43 Li Qoserê posterên Ocalan hatin hilgirtin
12:42 Îzmîr ji bo Newrozê amade ye: Em di 22’yê Adarê de li Gundogduyê bin
12:30 MKG’ê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kir
11:30 Li 7 navendan Newroz tê pîrozkirin
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:17 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê banga tevlibûna Newroza dîrokî kir
11:10 Leyla Xalid rakirin nexweşxaneyê
10:58 Abdullah Ocalan: Ev bang wê ji bo gelê me yê Êzidî Ronesans be
10:45 Di nava 24 saetan de li Sûriyeyê 63 kes hatin qetilkirin
10:17 Amadekariyên Newroza Mûşê temam bûn
10:03 Ji bo 11 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî hate kirin
09:53 Wan 34 sal in navnîşana Newrozên biheybet e
09:46 Li Girtîgeha Wanê bi lêdanê girtî li erdê dirêj kirin
09:44 Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kirin
09:39 Eulalia Reguant: Divê civaka navneteweyî ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:14 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm190 kes hatin qetilkirin
09:01 'Dê Newroza Îzmîrê bihêztir derbas bibe'
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2025’AN
08:53 Di tevahiya şevê de Newroz hate pîrozkirin
17/03/2025
16:26 Li Misircê piştî 11 salan Newroz hat pîrozkirin
16:13 Tuncer Bakirhan: Em li ser hiqûqa aştiyê axivîn
Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne dewlet gavên erênî biavêje
16:12 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê saetek û 50 deqeyan domiya
15:57 Li dijî Til Temirê êrişên dijwar
15:49 Banga dîrokî di Newroza Manîsayê de olan da
15:22 Li Hezexê agirê Newrozê ji hêla jinan hat vêxistin: Divê Ocalan azad bibe
15:13 Ozturk bang li hikûmetê kir: Hûn pêvajoyê sabote dikin
14:24 Li Îdirê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
14:24 Li Qendîlê SÎHA'yek hate xistin
14:22 DEM Partî çû serdana AKP'ê
14:11 Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de êrişên hewayî
14:08 Li Serhedê Newroz: Divê dewlet gavan biavêje
14:03 Rêveberiya Xweser: Lêpirsîna navneteweyî bê vekirin
13:47 Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî komkujiya li Berxbotanê daxuyanî da