Saziyên ziman piştgirî dan bangê: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê

AMED - Saziyên zimanê Kurdî piştgirî dan banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan û gotin ku divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. 

Saziyên zimanê Kurdî, têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke piştgiriyê dan. Daxuyanî, li baxçeyê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” hate hilgirtin.” 
 
Kurmanciya daxuyaniyê ji hêla endamê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil û ya Kirmanckî jî Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakut xwend. 
 
‘BANGA OCALAN GAVEKÎ DÎROKÎ YE’ 
 
Cahî Akil, bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “27’ê Sibata 2025’an ji aliyê rêzdar Abdullah Ocalan ve binavê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ pêngaveke dîrokî ya serdemeke nû hat avêtin. Ev pêngava dîrokî ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd qonaxeke nû ya dîrokî ye. Armanca vê pêngavê li ser bingeha azadiyê, bi awayekî mayînde sazkirina aştiyeke birûmet û avakirina civakeke demokratîk e.”
 
BANGA OCALAN
 
Di berdewamê de Cahît Akil wiha got: “Bêguman aştiyeke birûmet û civateke demokratîk bi azadiya hebûn, ziman, nasname, bawerî, çand, jin û nirxên neteweya Kurd û hemû netewe, bawerî kom û derdorên din ên cuda pêkan e. Wek ku rêzdar Ocalan di daxuyaniya xwe de dibêje ku; ‘Rêzgirtina li nasnameyan, azadiya ramanê, birêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan tenê bi hebûna civakî û qada siyasî ya demokratîk pêkan e.’ Ev ji bo me Kurdan jî wisa ye. Jixwe sedemeke bingehîn a têkoşîna gelê Kurd ew e ku her cureyê hovîtiyên li ser zimanê xwe ji holê rake û li her qada jiyanê bi zimanê xwe û hemû nirxên xwe yên neteweyî û civakî azad bijî.
 
KURD NIKARIN BÊYÎ ZIMANÊ XWE BIJÎN
 
Wek rêzdar Ocalan dibêje; ‘Mijara zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Heke tu zimanê dayika xwe hîn nebî, bi wê perwerdehiyê nebînî tu nikarî rast û baş bifikirî, tu nikarî tiştekî hilberînî, her wekî ku mejiyê te mirî ye li te tê.’ Herwiha rêzdar Ocalan dibêje ‘Pêşketina civakekê girêdayî pêşketina zimanê wê ye. Civakekê zimanê dayika xwe çend bi pêş xistibe tê wê wateyê ku asta jiyana xwe ewqas bi pêş xistiye. Dîsa zimanê xwe çend winda kiribe û çend ketibe bin serdestiya zimanên din tê wê wateyê ku ewqas bûye mêtingeh, hatiye pişaftin û rastî tevkujî û qirkirinê hatiye.’ Em Kurd jî careke din bi taybetî diyar dikin ku zimanê me Kurdî hêmana me ya herî bingehîn, xwebûnî û dîrokî ya neteweyî ye. Nav û nîşana nasnameya me Kurdan a herî sereke ye; xeta me Kurdan a herî sor û jêneger e. Jêderk û çavkaniya me ya bingehîn a hebûn û jiyana me ye. Ji bo me ji nan û avê wêdetir e. Em Kurd bêyî zimanê xwe nikarin bijîn û bêyî zimanê xwe jiyanê qebûl nakin.
 
DIVÊ KURDÎ BIBE XWEDÎ STATU 
 
Ji bo hewldanên aştiyeke birûmet û avakirina civakeke demokratîk biçin serî divê beriya her tiştî, hem di zagonan de hem jî li her qada jiyanê hemû polîtîka û kiryarên tunehesibandinên nûjenkirî, kiryar û pêkanînên cur bi cur ên pişaftin û qedexekirinê, her awayê zext, zordarî, sînor û dorpêçên li ser zimanê me Kurdî bên rakirin. Wek rêzdar Abdullah Ocalan jî bi rengekî zelal û aşkera gotiye, divê ligel hemû mafên neteweya Kurd hemû mafên zimanî yên Kurdan jî ji aliyê hiqûqî û siyasî ve bên qebûlkirin. Li ser vê bingehê divê hemû zagonên yekperest bên guhertin û zagonên ku wekhevî û azadiya hemû zimanan qebûl dikin bên sazkirin. Divê Kurdî bibe xwedî statu û bibe zimanê perwerdehiyê. Divê Kurdî li hemû qadên civakî û li her derê ku jiyan lê heye heta dawiyê serbest û azad be. Helbet, ji bo ku Kurdî bi awayekî azad bikaribe bijî di heman demê de divê mafê Kurdan ê xwerêveberiyê bi awayekî bê qebûlkirin û hemû astengiyên li ber xwebirêxistinkirina Kurdan ji holê bên rakirin.
 
NÊZIKATIYÊ LI DIJÎ OCALAN NÊZIKATIYA LI DIJÎ ZIMANÊ KURDÎ YE 
 
Divê baş bê zanîn ku nêzîkatiya ji bo zimanê Kurdî di heman demê de nêzîkatiya ji bo aştî, azadî û demokrasiyê nîşan dide. Bêguman nêzîkatiya ji bo rêzdar Ocalan û banga wî ya aştî û civata demokratîk jî nêzîkatiya ji bo zimanê Kurdî nîşan dide. Ji ber vê yekê em jî wek hemû hêz û derdorên Kurd ên azadîxwaz û aştîxwaz dibêjin ku daxuyaniya rêzdar Ocalan di heman demê de daxuyaniya me ye, em heta dawiyê pê re ne û ji bo pêkhatina wê em ê heta dawiyê têbikoşin û bixebitin. Bêguman ji bo pêkhatina vê banga dîrokî berî her tiştî divê tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan demildest bê rakirin, hemû şert û mercên ku bikaribe azad bixebite û her awayî têkiliyan deyne pêk bên. Divê her cureyê êriş û zextên li ser Kurdan û nirxên wan ên neteweyî bên bi dawîkirin.”
 
EM HETA DAWIYÊ PIŞTGIRIYÊ DIDIN BANGA OCALAN 
 
Li ser vê bingehê; em wek saziyên zimanê Kurdî, bang û gazîdikin ku di serî de em hemû Kurd, hemû kes, hêz, partî, kom, gel, nivîskar, hunermend, rewşenbîr û derdorên demokrat, azadîparêz, aştîxwaz û mirovahîparêz jî bi daxuyanî, gotin, kiryar, têkoşîn û xebatên xwe bi rengekî zelal û aşkera heta dawiyê piştgiriyê bidin daxuyaniya dîrokî ya rêzdar Ocalan, ji bo pêkhatina aştiyeke birûmet û civakeke azad û demokratîk, bi rêbaz, şêwaz, rêxistinbûyîn, têkoşîn û xebatên herî afirîner û encamgir, bi giyanê seferberiyê xwe li her qadê û ji her alî ve bilindtir û berfirehtir bikin. Bijî aştiyeke birûmet û civaka demokratîk. Bijî ziman û nasnemeya azad. Bijî jiyana azad!”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” hate berzkirin.
 
SAZIYÊN PIŞTGIRÎ DAYIN DAXUYANIYÊ
 
Saziyên zimanê Kurdî yên piştgirî dane daxuyaniyê ev in: 
 
* Enstîtuya Kurdî ya Amedê - Amed
 
* Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê - Stenbol
 
* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê - Îzmîr
 
* Komeleya Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) - Wan
 
* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botanê - Sêrt
 
* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê - Semsûr
 
* Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê - Êlih
 
* Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) - Amed
 
* Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê - Erdîş
 
* Komeleya Wêjekarên Kurd - Amed
 
* Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek – Cizîr/Şirnex
 
* Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya ANKA - Enqere
 
* Komeleya Zimanê Kurdî (CUDÎ-DER) - Silopiya/Şirnex
 
* Komeleya Ziman û Wêjeyê (MEDYA-DER) – Tetwan /Bedlîs
 
* Kovara Destarê - Amed
 
* Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Konê (KON-KULTUR)
 
 

Sernavên din

19/03/2025
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê
10:45 Serbestberdana Rozerîn Kalkan dîsa 11 meh hat taloqkirin
10:31 Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike
10:26 Ji DEM Partiyê ji bo Îmamoglû daxuyanî: Tolhildana têkçûnê ye
10:25 Ji bo Newroza Mêrsînê bang
10:23 Dozgeriyê binçavkirina Îmamoglû girêdayî KCK’ê kir
09:59 Dîroknas Aydin: Aştî li ser bingeha welatîbûna wekhev pêkan e
09:58 Doç. Dr. Demîrer: Divê şert û mercên xebatên yên Ocalan bên başkirin
Hakan Tahmaz: Hewldana sabotekirina mutebeqeta Sûriyeyê dê pêvajoyê derb bike
09:55 Ji Serokê Baroya Dîlokê ji bo pêvajoyê pêşniyaza 'destûra bingehîn a nû' li baroyan
09:48 Piştî binçavkirina Îmamoglû medyaya dijîtal hat bisînorkirin
09:40 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû dan
09:40 Li Stenbolê çalakî û xwepêşandan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin
09:24 Ji bo rojnameger Îsmaîl Saymaz biryara binçavkirinê hat dayin
09:22 Newrozên dîrokî yên Amedê
09:19 ‘Ji bo çareseriyê sererastkirinê hiqûqî divê tecrîd bê rakirin'
09:17 'Sê darikên niftikê wateyeke nû li Newrozê bar kir'
09:15 Jin bi ruhê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê
09:02 Dozgeriyê ji bo Îmamoglû got ‘rêveberê rêxistina sûc’
09:00 ROJEVA 19’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Artêşa Iraqê êrişî wesayîta YBŞ'ê kir: 3 kes birîndar bûn
07:49 Îstasyonên metro yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatin girtin
07:48 Ji Îmamoglû parvekirina yekem
07:48 Îmamoglu hat binçavkirin
18/03/2025
16:47 Li Dihê û Dîgorê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
16:30 Li Qoserê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:24 Riha ji bo Newrozê amade ye: Werin em agirê azadiyê bi hev re gur bikin
16:20 Di êrişên Îsraîlê de 4 rayedarên hikûmetê hatin kuştin
16:16 Rêveberiya Xweser: Divê gelê Efrînê vegere ser xaka xwe
16:08 Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin
15:58 PYD û ENKS civiyan
15:57 Hatem Ozdemîr bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ye
15:56 Li navçeyên Amedê tevî baranê jî gel Newroz bi coş pîroz kir
15:42 Keskîn Bayindir: Kurd dixwazin dengê Ocalan bibihîzin
15:33 Newroza Silopiyayê: Em xwedî li manîfestoya jiyana nû derkevin
15:16 Di Newroza Colemêrgê de gel piştgirî da banga dîrokî
15:00 Kampanyaya şandina pereyan a ji girtiyan re didome
14:24 Hejmara kesên di êrişa li Xezeyê de hatin qetilkirin derket 412’an
14:21 Bertek nîşanî qetilkirina Cansever Sucu dan
14:14 DEM Partî çû serdana TBB’ê
14:08 Bakirhan bersiv da Tûnç: ‘Mafê hêviyê’ heye û mafek e
13:49 Bakirhan: Niha dora zivirandina pedalê ya hikûmetê û dewletê ye
13:35 Li Agiriyê Newroza azadiyê: Ev pêvajo yekalî nameşe
13:35 DEM Partî ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike serlêdan kir
13:20 Tunç ji bo Newrozê got: Heke daxwaz çêbibe mijara nameyê dikare bê nirxandin
12:43 Li Qoserê posterên Ocalan hatin hilgirtin
12:42 Îzmîr ji bo Newrozê amade ye: Em di 22’yê Adarê de li Gundogduyê bin
12:30 MKG’ê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kir
11:30 Li 7 navendan Newroz tê pîrozkirin
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:17 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê banga tevlibûna Newroza dîrokî kir
11:10 Leyla Xalid rakirin nexweşxaneyê
10:58 Abdullah Ocalan: Ev bang wê ji bo gelê me yê Êzidî Ronesans be
10:45 Di nava 24 saetan de li Sûriyeyê 63 kes hatin qetilkirin
10:17 Amadekariyên Newroza Mûşê temam bûn
10:03 Ji bo 11 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî hate kirin
09:53 Wan 34 sal in navnîşana Newrozên biheybet e
09:46 Li Girtîgeha Wanê bi lêdanê girtî li erdê dirêj kirin
09:44 Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kirin
09:39 Eulalia Reguant: Divê civaka navneteweyî ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:14 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm190 kes hatin qetilkirin
09:01 'Dê Newroza Îzmîrê bihêztir derbas bibe'
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2025’AN
08:53 Di tevahiya şevê de Newroz hate pîrozkirin
17/03/2025
16:26 Li Misircê piştî 11 salan Newroz hat pîrozkirin
16:13 Tuncer Bakirhan: Em li ser hiqûqa aştiyê axivîn
Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne dewlet gavên erênî biavêje
16:12 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê saetek û 50 deqeyan domiya
15:57 Li dijî Til Temirê êrişên dijwar
15:49 Banga dîrokî di Newroza Manîsayê de olan da
15:22 Li Hezexê agirê Newrozê ji hêla jinan hat vêxistin: Divê Ocalan azad bibe
15:13 Ozturk bang li hikûmetê kir: Hûn pêvajoyê sabote dikin
14:24 Li Îdirê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
14:24 Li Qendîlê SÎHA'yek hate xistin
14:22 DEM Partî çû serdana AKP'ê
14:11 Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de êrişên hewayî
14:08 Li Serhedê Newroz: Divê dewlet gavan biavêje
14:03 Rêveberiya Xweser: Lêpirsîna navneteweyî bê vekirin
13:47 Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî komkujiya li Berxbotanê daxuyanî da