Xizmên girtiyan: Em bi destên hev bigirin û astengiyên li pêşiya aştiyê rakin

AMED - Xizmên girtiyan ku demekê bi çalakiya xwe ya nobetê ya li pêşiya girtîgehan bûbûn rojev, bal kişandin ser banga Abdullah Ocalan û gotin: “Ji bo êş bi dawî bibe û aştî çêbibe divê dewlet jî gavan biavêje.” 

Malbatên girtiyan ên ku ji bo berdana girtiyên nexweş bi çalakiya Nobeta Edaletê bûbûn rojev, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Xizmên girtiyan gotin ku ji bo êşên wan bi dawî bibin, banga Abdullah Ocalan girîng e. 
 
Rabîa Ataş ku keça wê Şîvekar Ataş jî ji girtiyên nexweş e û di çalakiya nobetê de cih digirt, wiha got: “Derîçeyê dilê keça min riziyaye û nexweşiyên wê yên cuda hene. Her 15-20 rojan carekê diçe kontrolê. Keçek a min jî di 2013’an de tev li PKK’ê bû. Ji wê rojê ve em agahiyan jê nagirin. Her roj bi tirsa ku xebereke nexweş were dijîm. Jixwe rewşa keça min a li girtîgehê jî nebaş e.” 
 
Rabîa Ataş, diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî di nava hewldanên edaletê de ne û wiha got: “Me dixwest ev tecrîd were rakirin. Niha gavek hate avêtin û hêvîdarin ji vir şûnde tiştên baştir çêbibin. Salên demdirêj e em li benda aştiyê ne. Xwîn bi xwînê nayê paqijkirin. Rêberê me gavek avêt, gel jî bi Rêbertiya xwe re ye. PKK’ê jî agirbest ragihand û gav avêt. Lê aştî yekalî nabe. Divê dewlet jî gavan biavêje. Ji ber ku tenê zarokên Kurdan namirin. Yên Tirkan jî dimirin. Bila êdî ev xwîn bisekine. Em dayik naxwazin bêhtir zarokên me bimirin. Heke aştî bibe dê keça min a girtî azad bibe û dê bigihijim keça xwe ya li çiyê. Em aştiyê dixwazin.” 
 
'HETA AŞTIYEKE BIRÛMET EM Ê TÊBIKOŞIN’ 
 
Reşahat Ada ku birayê wê Hamdulsena Ada li girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin, diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên birayê wê hene û got: “Her mehê dibin nexweşxaneyê. 16 sal in girtî ye û tehliyeya wî 6 mehan taloq kirin. Weke malbat em keyfxweş bûn ku cezayê wî qediya lê bernadin. Jê re dibêjin ‘tu poşmanî yan na?’ Ew jî dibêje ‘Ev 16 sal in ji vê dozê girtî me, ez ê çawa ji doza xwe poşman bim? Ez poşman nînim.’ Heta ku aştiyeke birûmet û edalet pêk tê em ê têbikoşin. Rêberê me û PKK’ê gavek avêt. Niha dora dewletê ye. Banga min ji bo serokkomar û wezîrê dadê ye; bila gav biavêjin. Divê gavan biavêjin ku dayik negirîn. Em li dijî vê zilmê ne, zilmê qebûl nakin. Bila dayikên Tirkan jî bi destê me bigirin. Ji ber ku em ji bo aştî, biratî û edaletê têdikoşin.” 
 
'ÊŞÊN HER KESÎ HENE LÊ DIVÊ EM BI DESTÊN HEV BIGIRIN’ 
 
Sulhiye Saruhan ku kurê wê Mahsum Saruhan li Girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin jî wiha got: “Girtîgeh dûr e lewma ev 6 meh in min nedîtiye. Ji ber şertên aboriyê û tenduristiyê nikarim biçim serdana kurê xwe. Girtina wan bes nake ku îcar sirgunê cihên dûr dikin. Bi vê yekê re zilmê li girtiyan û malbatan dikin. Ez gelek bêriya kurê xwe dikim, hûn dizanin ka dema parçeyeke mirov ji mirov dûr be tiştekî çawa ye? Nikarim xwarinê bixwim ew tê bîra min, nikarim avê vexwim ew tê bîra min. Min du zarokên xwe zewicand lê li cem me nebû. Şîna me çêbû, nekarî li cem me be. Anku parçeyeke me her tim kêm bû. Çavên min her tim li wî digerin. Me dît, lê bila kesên din nebînin. Êdî bes e, bes e, bes e... Bila aştiyek bibe û zêde xwîn nerije. Bila tu dayik negirîn. Me xaka Kurdistanê bi xwîna xwe av da. Me xwişk û birayên xwe, zarokên xwe winda kirin. Êşa Tirkan jî heye. Em dibêjin werin em dayik bi destên hev bigirin. Wê demê tu tiştek nikare pêşiya me bigire û em dikarin hemû astengiyan rakin.” 
 
'DERIYÊN ZINDANA VEKIN’
 
Sulhiye Saruhan, anî ziman ku banga Abdullah Ocalan gelek girîng e û axaftina xwe wiha qedand: “Me peyama wî di dilê xwe de hîs kir. Em heta dawiyê bi Rêbertiya xwe û bi doza xwe re ne. Çi bikeve ser milê me em ê bikin. Abdullah Ocalan gavek avêt û niha jî dora dewletê ye. PKK’ê agirbest ragihand û çekan bi kar nayîne. Lê dewlet hêj jî êrişan dike. Divê êriş êdî bisekinin. Şerekî 46 sal in didome heye. Ji bo ev şer bisekine divê hemû partiyên siyasî tişta dikeve ser milê xwe bikin. Êdî bes e, bila deriyên zindanan vekin û aştî çêbibe.” 
 
MA / Heval Onkol
 

Sernavên din

19/03/2025
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê
10:45 Serbestberdana Rozerîn Kalkan dîsa 11 meh hat taloqkirin
10:31 Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike
10:26 Ji DEM Partiyê ji bo Îmamoglû daxuyanî: Tolhildana têkçûnê ye
10:25 Ji bo Newroza Mêrsînê bang
10:23 Dozgeriyê binçavkirina Îmamoglû girêdayî KCK’ê kir
09:59 Dîroknas Aydin: Aştî li ser bingeha welatîbûna wekhev pêkan e
09:58 Doç. Dr. Demîrer: Divê şert û mercên xebatên yên Ocalan bên başkirin
Hakan Tahmaz: Hewldana sabotekirina mutebeqeta Sûriyeyê dê pêvajoyê derb bike
09:55 Ji Serokê Baroya Dîlokê ji bo pêvajoyê pêşniyaza 'destûra bingehîn a nû' li baroyan
09:48 Piştî binçavkirina Îmamoglû medyaya dijîtal hat bisînorkirin
09:40 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû dan
09:40 Li Stenbolê çalakî û xwepêşandan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin
09:24 Ji bo rojnameger Îsmaîl Saymaz biryara binçavkirinê hat dayin
09:22 Newrozên dîrokî yên Amedê
09:19 ‘Ji bo çareseriyê sererastkirinê hiqûqî divê tecrîd bê rakirin'
09:17 'Sê darikên niftikê wateyeke nû li Newrozê bar kir'
09:15 Jin bi ruhê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê
09:02 Dozgeriyê ji bo Îmamoglû got ‘rêveberê rêxistina sûc’
09:00 ROJEVA 19’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Artêşa Iraqê êrişî wesayîta YBŞ'ê kir: 3 kes birîndar bûn
07:49 Îstasyonên metro yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatin girtin
07:48 Ji Îmamoglû parvekirina yekem
07:48 Îmamoglu hat binçavkirin
18/03/2025
16:47 Li Dihê û Dîgorê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
16:30 Li Qoserê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:24 Riha ji bo Newrozê amade ye: Werin em agirê azadiyê bi hev re gur bikin
16:20 Di êrişên Îsraîlê de 4 rayedarên hikûmetê hatin kuştin
16:16 Rêveberiya Xweser: Divê gelê Efrînê vegere ser xaka xwe
16:08 Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin
15:58 PYD û ENKS civiyan
15:57 Hatem Ozdemîr bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ye
15:56 Li navçeyên Amedê tevî baranê jî gel Newroz bi coş pîroz kir
15:42 Keskîn Bayindir: Kurd dixwazin dengê Ocalan bibihîzin
15:33 Newroza Silopiyayê: Em xwedî li manîfestoya jiyana nû derkevin
15:16 Di Newroza Colemêrgê de gel piştgirî da banga dîrokî
15:00 Kampanyaya şandina pereyan a ji girtiyan re didome
14:24 Hejmara kesên di êrişa li Xezeyê de hatin qetilkirin derket 412’an
14:21 Bertek nîşanî qetilkirina Cansever Sucu dan
14:14 DEM Partî çû serdana TBB’ê
14:08 Bakirhan bersiv da Tûnç: ‘Mafê hêviyê’ heye û mafek e
13:49 Bakirhan: Niha dora zivirandina pedalê ya hikûmetê û dewletê ye
13:35 Li Agiriyê Newroza azadiyê: Ev pêvajo yekalî nameşe
13:35 DEM Partî ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike serlêdan kir
13:20 Tunç ji bo Newrozê got: Heke daxwaz çêbibe mijara nameyê dikare bê nirxandin
12:43 Li Qoserê posterên Ocalan hatin hilgirtin
12:42 Îzmîr ji bo Newrozê amade ye: Em di 22’yê Adarê de li Gundogduyê bin
12:30 MKG’ê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kir
11:30 Li 7 navendan Newroz tê pîrozkirin
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:17 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê banga tevlibûna Newroza dîrokî kir
11:10 Leyla Xalid rakirin nexweşxaneyê
10:58 Abdullah Ocalan: Ev bang wê ji bo gelê me yê Êzidî Ronesans be
10:45 Di nava 24 saetan de li Sûriyeyê 63 kes hatin qetilkirin
10:17 Amadekariyên Newroza Mûşê temam bûn
10:03 Ji bo 11 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî hate kirin
09:53 Wan 34 sal in navnîşana Newrozên biheybet e
09:46 Li Girtîgeha Wanê bi lêdanê girtî li erdê dirêj kirin
09:44 Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kirin
09:39 Eulalia Reguant: Divê civaka navneteweyî ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:14 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm190 kes hatin qetilkirin
09:01 'Dê Newroza Îzmîrê bihêztir derbas bibe'
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2025’AN
08:53 Di tevahiya şevê de Newroz hate pîrozkirin
17/03/2025
16:26 Li Misircê piştî 11 salan Newroz hat pîrozkirin
16:13 Tuncer Bakirhan: Em li ser hiqûqa aştiyê axivîn
Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne dewlet gavên erênî biavêje
16:12 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê saetek û 50 deqeyan domiya
15:57 Li dijî Til Temirê êrişên dijwar
15:49 Banga dîrokî di Newroza Manîsayê de olan da
15:22 Li Hezexê agirê Newrozê ji hêla jinan hat vêxistin: Divê Ocalan azad bibe
15:13 Ozturk bang li hikûmetê kir: Hûn pêvajoyê sabote dikin
14:24 Li Îdirê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
14:24 Li Qendîlê SÎHA'yek hate xistin
14:22 DEM Partî çû serdana AKP'ê
14:11 Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de êrişên hewayî
14:08 Li Serhedê Newroz: Divê dewlet gavan biavêje
14:03 Rêveberiya Xweser: Lêpirsîna navneteweyî bê vekirin
13:47 Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî komkujiya li Berxbotanê daxuyanî da