Rojnameger Necla Demîr ji ber rojevên jinan tê sûcdarkirin

  • rojane
  • 12:21 10 Sibat 2025
  • |
img

STENBOL - Di îdianameya rojnameger Necla Demîrê de bernameyên têkildarî tundî û binpêkirinên mafên jinan weke sûc hatin nîşandan. Ji bo Xwediyê Produksiyona Medya Guncelê Welat Ekîn jî îdiaya “rayedarê Medya Haberê” hat kirin. 

Rojnameger Necla Demîr Arvas di 17’ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Necla Demîr, di 20’ê Çileyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin. Lêpirsîna der heqê Necla Demîr de hate temamkirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îdianameyeke ji 53 rûpelan pêk tê amade kir û cih da dîrokçeya PKK/KCK’ê û avadaniya wê ya rêxistinî.  
 
Di îdianameyê de bernameya “Polîtîk Kadin” a Necla Demîr pêşkeş dike jî cih girt. Di îdianameyê de hate gotin ku Medya Haber TV hevpeyvînên bi rayedarên PKK û KCK’ê re parve dike û parvekirina bernameya “Polîtîk Kadinê” ya di vê TV’yê de weke “têkiliya rêxistinî” hate îdiakirin. Di îdianameyê de hate îdiakirin ku Medya Haber TV weşanên “pesnê rêxistinê” didin û “piştgiriyê didin rêxistinê” dike. Lê belê di îdianameyê de nehat diyarkirin bê ka Necla Demîr di bernameyê de çi îfadeyên “pesindayin û piştgiriya rêxistinê” bi kar aniye. 
 
Di îdianameyê de 8 bernameyên Necla Demîrê weke “delîl” cih girtin û ne gotinên Necla Demîr ên di bernameyê de lê gotinên mêvanên wan weke “sûc” hatin nîşandan. Di îdianameyê de qeydeke telefonê jî cih girt û axaftina Necla Demîrê ya bi mêvanê bernameyê re weke sûc hate nîşandan. 
 
‘ROJEVÊN JINAN’ WEKE SÛC HATIN NÎŞANDAN
 
 
Di îdianameyê de rojevên têkildarî jinan ên Necla Demîr di bernameya “Polîtîk Kadin”ê de li ser sekinî weke delîlên sûc hatin nirxandin. Di îdianameyê de mijarên weke Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a 25’ê Mijdarê, veneqetandina bûdçeyê ya ji bo jinan, binpêkirinên mafan ên di sala 2023’yan de, bernameya têkildarî komkujiyên ser jinan, xebatên sivik û jidûrve, çalakiyên jinan ên li dijî tundiyê, tundiya jin li herêma erdhejê rû bi rû man, nîqaşên ser destûra binehîn û bernameyên têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke sûc di îdianameyê de cih girtin. 
 
Ji ber gotinên mêvanan ên di bernameyên behsa xeberê de û weşandina bernameyan a ji hêla Medya Haber TV’yê ve îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate kirin û hat xwestin ku Necla Demîr were cezakirin. 
 
Îdianame ji hêla 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hate qebûlkirin. 
 
JI BO EKÎN GOT ‘RAYEDARÊ MEDYA HABERÊ’ 
 
Der heqê rojnameger Welat Ekîn de ku di çarçoveya heman operasyonê de hate binçavkirin jî îdianameya ji 8 rûpelan pêk tê hate amadekirin. 4 rûpelên îdianameyê ji dîrokçeya PKK/KCK’ê pêk tê. Tevî ku Ekîn rayedarê Produksiyona Guncelê ye û ewraqên fermî hene jî di îdianameyê de Ekîn weke rayedarê Medya Haber TV’yê hate nîşandan. 
 
Ekîn ku beriya xebata Produksiyona Guncelê demekê li Ajansa Mezopotamyayê (MA) nûçegihantî kiribû. Qerta saziya MA’yê ya li ser Ekîn hatiye girtin jî di îdianameyê de weke “delîl” hate nîşandan. 
 
Bi hincetên li jor hatine destnîşankirin, ji bo Ekîn îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate kirin. 
 
Îdianameya Ekîn ji hêla 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hate qebûlkirin. 
 
MA / Dîren Yurtsever
 

Sernavên din

30/09/2025
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê
09:11 Ocalan di salekê de çi peyam dan?
09:07 'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN
08:21 Li Qersê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
26/09/2025
19:31 Rojnamevan Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket
16:16 Li Şengalê Cejna Cimayî tê pîrozkirin
16:14 Ji bo meşa dê ji bo Rojîn Kabaîşê bê lidarxistin banga tevlibûn hat kirin
16:13 Kesên bi sûcê tecawiza li dijî zarokê tên darizandin nehatin girtin
15:38 Qeyûmê Mêrdînê şêniyên gundên Şemrexê mexdûr dike
15:24 Dê ‘kapasîteya krîmînal’ a faîlê Gulîzar Yildiz qetil kiribû bê lêkolînkirin
15:24 Ji Kovara LeMan’ê 3 kes hatin berdan
14:46 Rojnameger Yalçin hate berdan
13:48 Kurtulmuş: Hevdîtina bi Ocalan re hêj nehatiye rojeva komîsyonê
12:10 Rojnameger Heval Arslan 4 roj in binçavkirî ye
12:02 Daxwaza tehliyeyê ya Ozer nehate qebûlkirin
12:01 Li ser rêya bi 15 milyon lîreyan hatibû çêkirin xebatên kolandinê dan destpêkirin
11:44 TOHAV dê çalakiya ‘di perwerdeyê de zimanê dayikê’ li dar bixe
11:02 Endamê komîsyonê Çîçek: Muxatab Ocalan e û divê lê were guhdarîkirin
09:59 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
09:08 Ûnvana 'bilindahiyê' ya Gola Masîya ji dest wê çû
09:07 Wan bi qirkirina ekolojiyê hatiye dorpêçkirin: 20 bendav û HES, 18 GES û 2 RES
09:06 Dayika Rojîn Kabaîşê: Bila kiryar bên dîtin û cezakirin
09:04 Piştî ku ferzkirina sîxurtiyê red kir bi malbata wî gef lê xwarin
09:02 Di salên 90'î de dewlet, niha jî Cengîz Holdîng: Koçberiyê li gundiyan ferz dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2025'AN
25/09/2025
18:53 Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn
16:12 Jin li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
15:52 Ji qeyûmê Wanê qirkirina daran
15:51 Der heqê Demîrtaş de dozeke din hate vekirin
15:51 Somayeh Raşîdî li Girtîgeha Qerçaxê jiyana xwe ji dest da
14:50 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê konferansa xwe li dar xist
13:31 Di doza Durdu de daxwaza raporan hate kirin
13:25 Rojnameger Heval Arslan hate binçavkirin
13:24 Gotina ‘Serokê AKP’î yê diz’ sûc hat dîtin
12:30 ‘Hevdîtina bi Ocalan re ji bo aştiya mayinde pêwîstiyek e’
11:41 Fîlozof Rebecca Goldstein ji bo banga Ocalan piştevanî xwest
11:40 ANHA servîsa xwe ya Tirkî digire
11:14 TJA dê ji Amedê bimeşe Enqereyê: Azadiya Ocalan, azadiya me ye
10:54 Coşkun: Guhdarîkirina komîsyonê ya li Ocalan ne tawîz e, mecbûriyet e
09:58 Ezio Menzione: Helwesta dewletê dê di pêvajoyê de diyarker be
09:55 'Ji bo baweriya bi pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan divê'