Jin dê di 15’ê Sibatê de li Strazburgê ‘Azadiyê’ biqîrin

  • jin
  • 09:43 9 Sibat 2025
  • |

STENBOL - Xebatên li welatên Ewropayê yên ji bo mitînga ku dê di 15’ê Sibatê de li Strazburgê bê lidarxistin, didomin. Hevseroka KCDK-S’ê Dîlan Çetînkaya got: “Ev 15’ê Sibatê dê bibe 15’ê Sibata rizgarî û azadiya me.”  

Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Li hêla din çalakiyên di çarçoveya kampanyaya “Ji bo Abdullah Ocalan azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” li seranserî cîhanê tên lidarxistin jî didomin. Di çarçoveya kampanyayê di 21’ê Çileyê de li bajarê Lorientê yê Fransayê “Meşa dirêj” hate destpêkirin. Meş, dê di 26’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan, di 15’ê Sibatê de li bajarê Strazburgê bi dawî bibe. Hevseroka Konseya Civaka Demokratîk a Kurd-Swîsreyê (KCDK-S) Dîlan Çetînkaya têkildarî xebatên ji bo mitîngê axivî. 
 
 
Dîlan Çetînkaya, da zanîn ku fikrên Abdullah Ocalan êdî gerdûnî bûne û jinên ji deverên cuda yên cîhanê jî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têdikoşin. Dîlan Çetînkaya, wiha domand: “Weke jinên Kurd em sebilind û serfiraz in ku xwedî Rêbertiyeke wiha biqudret, watedar û girîng in. Lê ev yek barê me jî giran dike. Felsefeya tevgera jinên Kurd a ‘jin, jiyan azadî’ îro ji Hindistanê heta Ewropa û Efrîqayê, li her derê belav bûye. Jin dibêjin ku ew azadiya xwe di felsefeya Rêber Apo de dibînin. Heta Rêbertiya me azad nebe şensê azadbûna me jinan jî tune ye. Divê tecrîda li ser Rêbertiyê rabe û ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Gelek entelektuel, enternasyonal û kesên cuda tev li xebatên me yên bi vê boneyê dibin. Ev yek nîşan dide ku fikrên Rêbertiya me li seranserî cîhanê bandor kiriye. Em dikarin bibêjin ku Rêbertî xwedî xeteke azadiyê ya gerdûnî ye.” 
 
'EM Ê AZADIYÊ BIQÎRIN’
 
Bi domdarî Dîlan Çetînkaya got ku wan di çarçoveya kampanyayê de seferberî îlan kirine û wiha pê de çû: “Bi ruhê vê serferberiyê em ê ji 10’ê Sibatê heta 15’ê Sibatê bi çalakiyên kon û enformasyonê li dar bixin. Dê di çalakiya konê de pirtûkên Rêbertiyê yên li zimanên Ingilîzî, Almanî, Fransî û Îtalî hatine wergerandin û broşûr bên belavkirin. Her wiha dê rojên xwendinê, dosyayên burokratîk û dîplomatîk bên amadekirin û ji cihên pêwîst re bên şandin. Li gel vê, dê xebatên girse û gel tên meşandin. Xebatên me yên ji bo mitînga 15’ê Sibatê dest pê kirin. Hedefa me ew e ku bi milyonan kesan bibin mitîngê û azadiya Rêbertiya me biqîrin.” 
 
Dîlan Çetînkaya, wiha pê de çû: “Heke îro tevgera jinên Kurd li seranserî cîhanê di gelek aliyan de derketibe asta pêşengtiyê û bûye xala hevpar, ev bi saya Rêbertiya me ye. Em jî di ferqê de ne ku heta Rêber Apo azad nebe dê jin jî azad nebin. Bi vê zanebûnê em li Ewropa û gelek cihan pêşengtiyê dikin. Qonaxa em tê de qonaxeke dîrokî ye. Têkoşîna man û nemanê tê dayin. Di vê rewşê de ji bilî azadkirina Rêbertiyê tu şensê me nîne.” 
 
‘DÊ BIBE SEDSALA JINAN’
 
Dîlan Çetînkaya, destnîşan kir ku dema îro azadiya Abdullah Ocalan daxwaz dikin, ew ne tenê azadiya gelê Kurd lê ya tevahiya gelên Rojhilata Navîn daxwaz dikin û axaftina xwe wiha qedand: “Rêber Apo, li dijî modernîteya kapîtalîst bi modernîteya demokratîk re hêviyek ji bo gelan afirand. Lewma ne tenê pêdiviya Kurdan û jinan bi Rêbertiyê heye, pêdiviya tevahiya Rojhilata Navîn pê heye. Di vê sedsalê de divê Kurd mafên xwe bidest bixin. Ev sedsal dê bibe sedsala azadiya jinên Kurd. Rojhilata Navîn bi fikrên Rêbertiyê dikare xwe ji vê tariyê xelas bike. Banga me li tevan ew e ku tev li mitîngê bibin. Tehemûla me jinan nemaye û divê em tavilê azad bibin. 15’ê Sibatê dê bibe roja rizgarî û azadiya me. Bila komploger baş bizanin ku we nekarî roja me tarî bikin û roja me ev 26 sal in tarîtiya we ronî dike.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

30/09/2025
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê
09:11 Ocalan di salekê de çi peyam dan?
09:07 'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN
08:21 Li Qersê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
26/09/2025
19:31 Rojnamevan Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket
16:16 Li Şengalê Cejna Cimayî tê pîrozkirin
16:14 Ji bo meşa dê ji bo Rojîn Kabaîşê bê lidarxistin banga tevlibûn hat kirin
16:13 Kesên bi sûcê tecawiza li dijî zarokê tên darizandin nehatin girtin
15:38 Qeyûmê Mêrdînê şêniyên gundên Şemrexê mexdûr dike
15:24 Dê ‘kapasîteya krîmînal’ a faîlê Gulîzar Yildiz qetil kiribû bê lêkolînkirin
15:24 Ji Kovara LeMan’ê 3 kes hatin berdan
14:46 Rojnameger Yalçin hate berdan
13:48 Kurtulmuş: Hevdîtina bi Ocalan re hêj nehatiye rojeva komîsyonê
12:10 Rojnameger Heval Arslan 4 roj in binçavkirî ye
12:02 Daxwaza tehliyeyê ya Ozer nehate qebûlkirin
12:01 Li ser rêya bi 15 milyon lîreyan hatibû çêkirin xebatên kolandinê dan destpêkirin
11:44 TOHAV dê çalakiya ‘di perwerdeyê de zimanê dayikê’ li dar bixe
11:02 Endamê komîsyonê Çîçek: Muxatab Ocalan e û divê lê were guhdarîkirin
09:59 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
09:08 Ûnvana 'bilindahiyê' ya Gola Masîya ji dest wê çû
09:07 Wan bi qirkirina ekolojiyê hatiye dorpêçkirin: 20 bendav û HES, 18 GES û 2 RES
09:06 Dayika Rojîn Kabaîşê: Bila kiryar bên dîtin û cezakirin
09:04 Piştî ku ferzkirina sîxurtiyê red kir bi malbata wî gef lê xwarin
09:02 Di salên 90'î de dewlet, niha jî Cengîz Holdîng: Koçberiyê li gundiyan ferz dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2025'AN
25/09/2025
18:53 Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn
16:12 Jin li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
15:52 Ji qeyûmê Wanê qirkirina daran
15:51 Der heqê Demîrtaş de dozeke din hate vekirin
15:51 Somayeh Raşîdî li Girtîgeha Qerçaxê jiyana xwe ji dest da
14:50 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê konferansa xwe li dar xist
13:31 Di doza Durdu de daxwaza raporan hate kirin
13:25 Rojnameger Heval Arslan hate binçavkirin
13:24 Gotina ‘Serokê AKP’î yê diz’ sûc hat dîtin
12:30 ‘Hevdîtina bi Ocalan re ji bo aştiya mayinde pêwîstiyek e’
11:41 Fîlozof Rebecca Goldstein ji bo banga Ocalan piştevanî xwest
11:40 ANHA servîsa xwe ya Tirkî digire
11:14 TJA dê ji Amedê bimeşe Enqereyê: Azadiya Ocalan, azadiya me ye
10:54 Coşkun: Guhdarîkirina komîsyonê ya li Ocalan ne tawîz e, mecbûriyet e
09:58 Ezio Menzione: Helwesta dewletê dê di pêvajoyê de diyarker be
09:55 'Ji bo baweriya bi pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan divê'