Keskîn Bayindir: Divê îktîdar nexşerêya xwe ya çareseriyê eşkere bike

img

RIHA - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku Abdullah Ocalan muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e û wiha bang li îktîdar û muxalefetê kir: “Êdî ne dema gotinê lê dema diyarkirina nexşerêya şênber û raberkirina îradeyê ye.”  

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo nîqaşkirina peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên piştî hevdîtinan, “Çalakiyên aştiya civakî û azadiyê” dabû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li Rihayê bi gel re civîn hat lidarxistin. Civîn, li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Rihayê hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Omer Ocalan, Ferît Şenyaşar û Dîlan Kunt Ayan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, hevşaredar, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li bûn. 
 
Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir. Piştre jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û wiha got: “Em di qonaxeke dîrokî de ne. Em di duyemîn sala erdhejê de ne. Mezintirîn sedema wêraniya di erdhejê de siyasta rantê bû. Em hêj niha jî encamên wê dijîn. Di dema erdhejê de du şaredariyên me yên biçûk seferber bûbûn. Ji bo ku birînan derman bikin. Bi saya îradeya gelên Kurdistanê me birînên xwe derman kir. Îktîdarê hem di erdhejê de hem jî piştre cihêkarî kir û dike. Gelê Kurdistanê li dijî vê cihêkariyê seferber bû. Lewma em dibêjin gelê Kurdistanê ‘exlaqî û polîtîk e.’ Bendewariyeke me ji îktîdarê tune ye.” 
 
‘MODÊLA ROJAVA JI BO SÛRIYEYÊ GUNCAV E’ 
 
Bi domdarî Bayindir destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê guherînên dîrokî diqewimin û wiha got: “Rojhilata Navîn di erefa dîzayneke nû de ye. Di navenda vê dîzaynê de jî Kurd hene. Planên her kesî li ser Rojhilata Navîn hene. Têkoşîna gelê Kurd û dostên wan di vê qonaxê de krîtîk e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişandibû ser şerê sêyemîn ê cîhanê yê li Rojhilata Navîn. Em niha di nava şer de ne. Ji bo ku gelê xwe di vê dorpêça şer de azad bikin, em têdikoşin. Rejîma Baasê ya 61 sal bûn hebûna xwe didomand hilweşiya û li şûna wê rejîmeke mîna DAIŞ’ê hat. Bi zexta Tirkiyeyê rejîmeke yekperest tê avakirin. Em dibînin ka li hemberî gelan polîtîkayeke qirkirinê ya çawa tê meşandin. Li Sûriyeyê gelek gel bi hev re dijîn. Navê wê tenê dikare bibe Komara Demokratîk a Sûriyeyê. Ev modêla lê digerin gelek li dûr nîne. Rojava li kêleka me ye. Ev 13 sal in li dijî hemû zextan li ber xwe dide. Modêlên jibîlî ve dê rê li ber karesatê vekin. Netewe dewleteke hişk a Sûriyeyê dê bi xwe re koberî û qirkirinan bîne. Heke Sûriyeyeke demokratîk were avakirin, dê pirsgirêk çareser bibin. Divê ev modêl li tevahiya cîhanê were belavkirin. Ev peywira me ye.” 
 
‘AXAFTINA ÇARESERIYÊ GIRÎNG E’ 
 
 Keskîn Bayindir bal kişand ser hevdîtinên di navbera Şandeya Îmraliyê û Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de û wiha axivî: “Ji 1ê Cotmehê vir ve pêvajoyek navlênekirî heye. Ev pêvajo ji bo çareserkirina demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Axaftina li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd ji bo me pirr girîng e. Ev ne cara ewil e kut ê axaftin. Birêz Ocalan heta roja me ya îro 13 caran îradeya xwe beyan kir. Îro gelek nîqaş tên kirin ku polîtîkaya tasfkiyekirinê bi ser neket û kêrî tiştekî nayê. Bi pêşengtiya rêzdar Ocalan têkoşîna me ya çareserkirina demokratîk a pirsgirêka Kurd berdewam dike. Têkoşîna me ya ji bo azadiya birêz Ocalan ku me da pêşiya xwe, hatiye astek gelek krîtîk û girîng.” 
 
 ‘DIVÊ DESTHILAT ZELAL BE’   
 
Bayindir destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd rol û mîsyon dikeve ser milê her kesî û wiha domand: “Divê her kes ji bo çareseriyek şênber gavan biavêje. Êdî ne dema axaftinê ye, dem dema eşkerekirina nexwşerê ye û nîşandana îradeyê ye. Divê ev mesele êdî hin bêtir neyê îstîsmarkirin. Ji bo çareseriyê heta îro sê hevdîtin hatin kirin. Birêz Ocalan bi rêya şandeyê fikr û nêrîna xwe pir bi zelalî danî holê û parve kir. Tu gumana me ji rêzdar Ocalan nîn e, lê divê desthilat vê yekê neke qurbanê berjewendiyên xwe. Divê ku desthilat giranî û helwesta xwe ya zelal deyne holê.” 
 
‘HER KES BERPIRSIYAR E’ 
 
Keskîn Bayindir anî ziman ku navnîşana çareseriyê cem Abdullah Ocalan e û got: “Rêberê Gelê Kurd rêzdar Ocalan muxatabê çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Divê her kes ji bo aştî, azadî û çareseriyê vî barî hilde ser milê xwe û bi berpirsiyar tevbigere.Em dixwazin bi van civînan jî çareseriyê, azadiyê û aştiyê şênber bikin.” 
 
Piştî axaftina Keskîn Bayindir civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
 

Sernavên din

30/09/2025
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê
09:11 Ocalan di salekê de çi peyam dan?
09:07 'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN
08:21 Li Qersê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
26/09/2025
19:31 Rojnamevan Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket
16:16 Li Şengalê Cejna Cimayî tê pîrozkirin
16:14 Ji bo meşa dê ji bo Rojîn Kabaîşê bê lidarxistin banga tevlibûn hat kirin
16:13 Kesên bi sûcê tecawiza li dijî zarokê tên darizandin nehatin girtin
15:38 Qeyûmê Mêrdînê şêniyên gundên Şemrexê mexdûr dike
15:24 Dê ‘kapasîteya krîmînal’ a faîlê Gulîzar Yildiz qetil kiribû bê lêkolînkirin
15:24 Ji Kovara LeMan’ê 3 kes hatin berdan
14:46 Rojnameger Yalçin hate berdan
13:48 Kurtulmuş: Hevdîtina bi Ocalan re hêj nehatiye rojeva komîsyonê
12:10 Rojnameger Heval Arslan 4 roj in binçavkirî ye
12:02 Daxwaza tehliyeyê ya Ozer nehate qebûlkirin
12:01 Li ser rêya bi 15 milyon lîreyan hatibû çêkirin xebatên kolandinê dan destpêkirin
11:44 TOHAV dê çalakiya ‘di perwerdeyê de zimanê dayikê’ li dar bixe
11:02 Endamê komîsyonê Çîçek: Muxatab Ocalan e û divê lê were guhdarîkirin
09:59 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
09:08 Ûnvana 'bilindahiyê' ya Gola Masîya ji dest wê çû
09:07 Wan bi qirkirina ekolojiyê hatiye dorpêçkirin: 20 bendav û HES, 18 GES û 2 RES
09:06 Dayika Rojîn Kabaîşê: Bila kiryar bên dîtin û cezakirin
09:04 Piştî ku ferzkirina sîxurtiyê red kir bi malbata wî gef lê xwarin
09:02 Di salên 90'î de dewlet, niha jî Cengîz Holdîng: Koçberiyê li gundiyan ferz dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2025'AN
25/09/2025
18:53 Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn
16:12 Jin li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
15:52 Ji qeyûmê Wanê qirkirina daran
15:51 Der heqê Demîrtaş de dozeke din hate vekirin
15:51 Somayeh Raşîdî li Girtîgeha Qerçaxê jiyana xwe ji dest da
14:50 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê konferansa xwe li dar xist
13:31 Di doza Durdu de daxwaza raporan hate kirin
13:25 Rojnameger Heval Arslan hate binçavkirin
13:24 Gotina ‘Serokê AKP’î yê diz’ sûc hat dîtin
12:30 ‘Hevdîtina bi Ocalan re ji bo aştiya mayinde pêwîstiyek e’
11:41 Fîlozof Rebecca Goldstein ji bo banga Ocalan piştevanî xwest
11:40 ANHA servîsa xwe ya Tirkî digire
11:14 TJA dê ji Amedê bimeşe Enqereyê: Azadiya Ocalan, azadiya me ye
10:54 Coşkun: Guhdarîkirina komîsyonê ya li Ocalan ne tawîz e, mecbûriyet e
09:58 Ezio Menzione: Helwesta dewletê dê di pêvajoyê de diyarker be
09:55 'Ji bo baweriya bi pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan divê'