Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye

  • rojane
  • 11:03 19 Çile 2025
  • |

STENBOL - Nivîskar Ayşegul Devecîoglû diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd biqasî tenê girêdayî “berdana çekan” neyê kirin girîng û cidî ye û wiha got: “Ji bo aştî û demokrasiya mayinde divê gav bên avêtin.” 

Nîqaşên li ser hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, peyamên piştî hevdîtinê û hevdîtinên bi partiyên siyasî re didomin. Nivîskar Ayşegul Devecîoglû ku yek ji îmzevanên aştiyê bû, diyar kir ku peyamên Abdullah Ocalan girîng in û divê her kesên wekhevî, edalet û demokrasiyê dixwazin li xwe berpirsyartiyê bigirin. 
 
Ayşegul Devecîoglû, diyar kir ku di şer de herî zêde zirar gihiştiye Kurdan û wiha got: “Du sedem hene ku dewlet neçarî van hevdîtinan bû. Ya yekemîn; îktîdar tengijî ye, nerazîbûna civakê didome û tevî bêderfetiyan jî li ber xwe dide. Ji ber ku ji sedî 60’ê civakê aştiyê dixwaze. Ya duyemîn jî; pêvajoya dîzaynkirina Rojhilata Navîn e. Tirkiye dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike. Dixwaze cihê çete lê bicih kiriye girêdayî xwe bike. Ji destpêkê ve dixwaze herêma Rojava tune bike.”
 
'MESELE BIQASÎ TENÊ GIRÊDAYÎ ÇEKBERDANÊ NEBE CIDÎ YE’ 
 
Bi domdarî Ayşegul Devecîoglû li dijî nîqaşên tenê di çarçoveya “berdana çekan” tên kirin derket û ev tişt anî ziman: “Divê cidî nêzî pirsgirêkê bibin. Pirsgirêka Kurd, biqasî tenê girêdayî çekberdanê neyê kirin girîng û cidî ye. Heke tenê girêdayî çekberdanê bikin ev tê wê wateyê ku îktîdar dixwaze çareseriyê ji bo dirêjkirina temenê xwe û xeyalên xwe yên emperyal ên Rojava pêk bîne bi kar tîne. Li hemberî hêzeke li Rojava bi hêza baweriyê têdikoşe, garaneke talanker a ku tu pereyan bidî wan dikarin li cihekê din şer bikin hene. Rojava, îdealeke nû, lêgerîneke jiyana nû ye. Û li cîhanê îtîbara wê heye. Ev bi kêrî serdestan nayê lewma êriş dibin ser. Li şûna gotinên çekberdanê, divê gavên baweriyê çêdikin bên avêtin. Gava ewil a her pêvajoya aştiyê, agirbest e. Lê berfirehkirina maf û azadiyan, berdana girtiyan, paşvekişandina qeyûman dikare bibin gava ewil. Nabe ku hevdîtinên ji bo çareseriyê tenê girêdayî berdana çekan bên kirin. Li hemû cîhanê ji ewil gavên pêbawer tên avêtin. Guherînên di Destûra Bingehîn û qanûnan de, naskirina mafan û temînata qanûnî. Zîhniyeta ku pirsgirêka zimanê dayikê, pirsgirêka xwe birêvebirinê, pirsgirêka demokrasiya herêmî, hemwelatiya wekhev û hwd. tune dihesibîne, jixwe feraseta neçareseriyê bi xwe ye.” 
 
'MA EM Ê FELAKETA KURDAN JIYAYÎ NEBÎNIN?’ 
 
Ayşegul Devecîoglû, anî ziman ku divê hevdîtin civakî bibin û wiha pê de çû: “Îktîdar dixwaze hevdîtinan di nava şertên nedemokratîk de, neşefaf û tenê bi lîderên siyasî re bimeşîne. Weke civak divê em jê re bibêjin; nexêr keko li vî welatî nêzî 50 hezar kes di vî şerî de mirin. Weke lîderê CHP’ê gotî ev ne tenê dayikên şehîdan e. Li vî welatî Kurdên hatine kuştin, yên li mala xwe bi zindî hatine şewitandin, yên zarokên wan avêtin nava agir û şewitandin hene. Heke hûn vê nebînin û tenê balê bikişînin ser malbatên şehîdan, wê demê ev xelet e. Heke em qala aştiyeke civakî bikin, ma em ê felaketa bi serê Kurdan hatiye, êşa Kurdan, komkujiyên li dijî wan hatine kirin nebînin? Yanî aştiyeke wiha nabe. Em, ji bo aştiyê civakî bikin dê hewl bidin. Ev ne meseleya AKP-MHP’ê ye. Heta ya Kurdan jî. Ev meseleyekî tevahiya civakê ye.” 
 
'ABDULLAH OCALAN QADA BIZAVÊ AFIRAND’
 
Bi domdarî Ayşegul Devecîoglû daxuyand ku berpirsyartî dikeve ser milê her kesên daxwaza aştiyê dikin û ev nirxandin kir: “Heke em aştiyê bixwazin divê wê demê em vê pirsê bikin; gelo em dixwazin bi hev re bijîn an na? Heke em aştiyê bixwazin, wê demê ji bo aştî û demokrasiyê divê tişta ji dest tê em bikin. Abdullah Ocalan weke rêberê gelê Kurd gavekî pir girîng avêt. Qala demokrasiyê kir. Got ku divê çareseriyê girêdayî berdana çekan nekin û bal kişand ser Meclisê. Bi vê yekê re hem ji Meclisê re hem hem ji civaka demokratîk re hem jî ji aştîxwazan re qada bizavê afirand. Li gorî min divê em bi qedrê vê bizanin.”
 
'EM HENE EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’
 
Ayşegul Devecîoglû, bi bîr xist ku weke rewşenbîr û nivîskaran di 14’ê Kanûnê de li Stenbolê hatine gel hev û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bang kirine ku gavên aştî û demokrasiyê bên avêtin. Ayşegul Devecîoglû, wiha domand: “Me xwest deriyekî vekin. Em hene û em aştiyê dixwazin. Muxatabê ve ne tenê Kurd, em jî ne. Me du tiştên girîng got. Ya yekemîn me got ku dema hûn êrişî Kurdên li Rojava dikin hûn nikarin li vir aştiyê bikin. Me ji bo hemû gelên Sûriyeyê aştî xwest. Divê em ji bo hemû gelên Tirkiyeyê aştiyê bixwazin.” 
 
'DIVÊ EM BI HEV RE BIBÊJIN BES E’
 
Ayşegul Devecîoglû, daxuyand ku çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd bi hemwelatiya wekhev, perwerdeya bi zimanê dayikê û hwd. mimkûn e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gel vê, divê çareserî jî civakî bibe. Sedema xizanî û birçîtiya îro ew e ku bûdçeya me ji bo xwedîkirina çeteyan, şer, operasyon û hwd. tê bikaranîn. Di vê rewşê de divê em bi hev re bibêjin bes e. Li hêla din tecrîda li ser Ocalan didome. Divê şert û mercên xebat û azadiyê yên sermuzakerevanê gelê xwe bên amadekirin. Ev şert û merc jî yên azadiyê ne. Divê tecrîd teqez rabe. Ev gavên girîng in.” 
 
'PLANA ME EW E KU LI MECLISÊ HEVDÎTINAN BIKIN’ 
 
Ayşegul Devecîoglû, bal kişand ser bangawaziya Abdullah Ocalan ku dixwest hemû derdor tev li pêvajoyê bibin û wiha got: “Em pir di ferqa qedrê vê bangê de ne. Beriya vê bangê jî me civîna xwe ya ewil li Meclisê kir. Anku em rewşenbîr û aştîxwaz muxatabê vê pêvajoyê ne. Bila ev pêvajo li pişt deriyên girtî nedome. Bila tevahiya civakê tev li bibe. Bila li Meclisê komîsyon bê avakirin, temînata qanûnî hebe. Di dema pêvajoya aştiyê ya yekemîn de Abdullah Ocalan ev yek gotibû û niha derket holê bê çiqas mafdar e. Em plan dikin ku bi serokê Meclisê û çendek partiyên siyasî re hevdîtinan bikin. Em dixwazin bi şandeya aştiyê re hevdîtinê bikin, erka wan pir binirx e. Em dixwazin li wan guhdarî bikin. Em dixwazin weke mûxatab li wir bin.” 
 
'DIVÊ CHP YEK JI AKTORÊN SEREKE BE’
 
Ayşegul Devecîoglû, got ku pêvajo ne pêvajoyeke wisa ye ku mirov ji dûr ve temaşe bike û axaftina xwe wiha qedand: “Li gorî min tevlinebûna pêvajoyeke wiha, lidervemayina polîtîkayê ye. Anku divê aktorên siyasî tev li bibin û înîsiyatîfê ji destê îktîdarê derxînin. Divê ji ewil CHP ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi pêşniyarên demokrasî, aştiyeke birûmet û adilane derkeve pêş. Divê bibe aktora sereke ya pêvajoyê. Abdullah Ocalan jî hinek wisa dibêje; ‘Bila her kes bibe aktor.’ Ji ber ku heke em tiştekî bikin dê bibe nexwe dê kes diyarî neke. Berpirsyartî dikeve ser milê hemû welatiyan. Banga min ji bo tevan ew e ku her kes tev li bibe. Bi fikir, hêza xwe bila tev li bibin da ku aştî û demokrasî bibe.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 
 

Sernavên din

05/09/2025
20:19 TJA'yê serdana malbata Rojîn Kabaîşê kir
20:06 69 filistînî hatin qetilkirin
19:36 Zarokên ji kursên MED-DER'ê mezûn bûn belgeyên xwe wergirtin
19:17 Belgefîlma ku hê nehatiye weşandin hat sansurkirin
19:10 Yildizê MHP'î: Bila komisyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
18:51 Ji bo Tamer Koç li Enqereyê şîn hat danîn
17:33 YSK'ê itiraza CHP'ê qebûl kir: Dê kongre bidomin
17:23 Rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê
17:09 HDP'ê 6'emîn Kongreya Asayî li dar xist
16:22 Bi girseyî serdana şîna Yavûz hat kirin
14:01 Hesabê Yenî Yaşamê ya X’ê hate astengkirin
14:00 Zextên li Girtîgeha Dumluyê zêde dibin: Hûn ê aştiyê nebînin
13:41 Ji bo hevdîtina ‘jin li ser aştiyê diaxivin’ banga tevlibûnê hat kirin
13:35 Felsefevana Amerîkî: Banga Ocalan bandor li min kir
11:50 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê roj bi roj girantir dibe
11:39 Li Kampa Holê operasyona ‘ewlehiyê’
11:32 Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî bi rojeva Helebê civiyan
11:29 Di êrişên Îsraîlê de 7 jê zarok 19 kes hatin qetilkirin
11:20 Sozdar Avesta: Bêyî Rêber Apo entegrasyona demokratîk pêş nakeve
10:09 Jiyana di konteynerê de jî ji bo mexdûrên erdjehê zêde dîtin!
09:27 Agirê Jiyan piştî 7 salan dê konserê bide
09:26 Li Semsûrê bi hinceta çêkirina rêyê qirkirina daran tê kirin
09:25 Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed: Tecrûbeya me ya herî mezin ew e ku jiyaneke bêyî xweparastinê nabe
09:22 Kampanyaya 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' ket meha 3'yan
09:15 Komkujiya 6-7'ê Îlonê: Banga Ocalan ji bo hevrûbûna bi van êşan re firsend e
09:10 Êrişa nijadperest a li Nîgdeyê: Xwestin me hemûyan bikujin
09:08 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserekê were pîrozkirin
09:02 Li Tatosê wêneyên dengbêjan li dîwaran hatin xemilandin
09:00 ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
04/09/2025
23:48 Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo li meclisê biaxive
23:30 Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
20:10 21 kesên ku 10 sal berê li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:59 Sîncar û Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:23 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Peymana 10'ê Adarê de daxuyanî
19:18 Kesên êrişî rojnamevan Hêmin Mamend kirin hatin girtin
16:48 Sendîkayên Fransayê ji bo betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:35 Rewşenbîrên Ereb xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
16:01 Şîna Semra Duvayê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:52 'Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin’
15:25 Li Xezeyê herî kêm 37 Filistînî hatin qetilkirin
15:19 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û bal kişand ser ‘siyaseta demokratîk’
14:03 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:45 Tevgera Şemiya Mor: Bêdengî şirîkatiya sûcê Talîbanê ye
13:34 Halîde Turkoglû: Em ê aştiyê bi pêşengtiya jinan ava bikin
13:25 Encamên pêşbirka lîstikên şanoya Kurdî dê di Mijdarê de bên aşkerakirin
12:30 'Di doza Sîncar de pêvajoyeke faîl diparêze tê meşandin’
12:14 Li Antalyayê tehliyeya 3 girtiyan hate taloqkirin
11:58 Rojnameger Berekat: Bêyî Rêveberiya Xweser nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin
10:46 Li Hesekê erdhej çêbû
10:46 Ciwan dê li Wanê şahiyê li dar bixin
10:39 Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî Îsraîl hişyar kir: Îlheqkirina Şerîaya Rojava xeta me ya sor e
10:12 Kêla gorên zarokên wê hatibûn rakirin: Ev zilm e
09:57 DEDAŞ’ê guh neda qedexeyê û trafo danî hewşa dibistanê
09:34 Li Reqayê 5 DAIŞ’î hatin girtin
09:33 7 meh piştî tehliyeya xwe wefat kir: Kuştin piştre berdan
09:17 Li Tuzluçayirê dê şahiya ‘civaka demokratîk’ bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN
03/09/2025
13:11 YRA'yê êrişa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir
13:09 TAJÊ: Veqetandina êzdiyan ji koka wan berdewamiya fermanê ye
12:28 Romana nû ya Rênas Jiyan derçû
12:12 CHP'ê gazî 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê
12:11 Dengbêj Silêmanê Şirnexî jiyana xwe ji dest da
10:59 Hesabê enflasyonê yê TUÎK'ê dîsa kêm derket
10:56 Ciwanê ku li Dêrgulê hat binçavkirin serbest hat berdan
10:50 Şewata li Bestayê hat tefandin
10:33 ENAG: Enflasyon di Tebaxê de ji sedî 3,23 zêde bûye
10:30 Li hemberî şaredariyên CHP'î yên Avcilar û Beşîktaşê operasyon
10:15 NY, bang li Îranê kir ku îdamê rawestîne
10:08 Li Girtîgeha Metrîsê êriş û gef
10:01 32 sal di ser qetilkirina Sîncar re derbas bûn: Berpirsiyariyeke mezin hişt
09:11 Qeyûm guh neda bertekan, careke din dest bi qirkirina daran kir
09:00 Ji Serokê Baroya Amedê pêşniyazên 'çareseriyê'
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2025'AN
02/09/2025
20:58 Rojnamevan Hêmin Mamend di êrişeke çekdarî de birîndar bû
20:32 Bahçelî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar
18:23 Rayedarekî amerîkî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
18:05 Serokatiya Meclisa Giştî ya Bedlîsê derbasî DEM Partiyê bû
17:59 MYK'a CHP'ê bi awayekî awarte civiya
17:54 Kongreya CHP'ê ya Stenbolê hat betalkirin
15:53 Rejîma Îranê 39 girtiyên din darve kir
15:42 Li Silêmaniyeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:51 DBP’ê li Çermûgê silha du malbatan kir
14:39 Li Kurtderesiyê talana ‘îstîmlaqkirina lez’
14:06 Li ser rêya Hesekê-Şedadê qeza çêbû: 11 kes mirin
13:13 Rêxistina Efûyê: Li Siwêdayê 46 Durzî hatin înfazkirin
13:08 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê giran dibe
12:22 Li Bestayê şewat derket
12:21 Li goristana Ermenan hestiyên mirovan li derve ne!
11:51 Li Tirkiyeyê milyonek û 264 hezar û 506 navê qadê û malper hatin sansurkirin
11:36 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserê were pîrozkirin
11:33 MKG: 5 rojnamegerên jin girtî ne
11:01 Serlêdanên ji bo pêşbirkên xelatên rojnamegeriyê didomin
09:43 Li Sûdanê hezaz: Gundek tune bû, zêdetirî hezar kes mirin
09:37 Li Efxanistanê hejmara miriyan 800 derbas kir
09:36 Kesên tev li 1’ê Îlonê bûn: Divê Ocalan azad bibe
09:34 Serokê Baroya Rihayê: Pêdivî bi destûreke bingehîn a li ser esasê hemwelatiya wekhev heye
09:03 Li ÎSTOÇ’ê şewat derket
09:02 Vegeriya gundê xwe yê 30 sal berê hatibû valakirin: Ez ê têkoşîna xwe li vir bidomînim
09:00 ROJEVA 2’YÊ ÎLONA 2025’AN
01/09/2025
21:48 Tulay Hatîmogûllari: Em wêrek bin û gavên berbiçav biavêjin