Bakirhan: Firsendeke dîrokî heye, divê Ocalan biaxive û muzakere dest pê bikin

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd got; “Heke dewlet li pey lîstikan dê ev yek bibe şaştiyeke mezin” û ev tişt anî ziman: “Firsendekî dîrokî heye. Divê bi Ocalan re biaxivin û tavilê muzakere dest pê bikin.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û piştî 43 mehên tecrîda mutleq, di 23’yê cotmehê de bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan got ku tecrîd hêj didome û “Heke derfet çêbibin ez xwedî wê hêzê me ku vê rewşa pevçûn û tundiyê derbasî zemîneke hiqûqî û siyasî bikim.” Di vê navberê MYK’a DEM Partiyê têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd daxuyaniyeke girîng da û bang li îktîdar û muxalefetê kir. 
 
‘GOTINÊN BAHÇELÎ GIRÎNG IN’
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî nîqaşên ser “pêvajoya nû” û pozîsyona partiyê ya di vê mijarê de ji Ajansa Mezopotomyayê (MA) re axivî. Bakirhan, ji ewil bal kişand ser daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û wiha got: “Pirsgirêka kurd a ev 100 sal in nayê çareserkirin, di heman demê de bandorê li pirsgirêkên jî dike. Bahçelî xwedî fikrên dijber e û bilêvkirina wî her kes şaş kir. Lê heke meseleyek, çareseriyê ferz bike û îktîdarê bixitimîne, wê demê tiştekî asayî ye qala wê were kirin. Her çend dereng be jî ev gotin girîng in. Lê ya girîng, gavên pratîk in. 
 
Rêbaz û fêmkirina me ya ji pirsgirêkê û ya Bahçelî ji hev cuda ne. Lê di du mijarên esasî de hate cihê me dixwest. Ya yekemîn; muxatabê pirsgirêkê rast nîşan da. Qebûl kir ku birêz Ocalan hêza îradî ya çareseriya pirsgirêka kurd e. Ya duyemîn jî qala tecrîda bi sala ye didome kir û got ‘bila deriyan vekin û were biaxive.’ Tevî van tespîtên girîng jî tu bername û polîtîkayeke çareseriyê ya Bahçelî û Erdogan tune ye. Berevajî vê, pratîkên wan ên neçareseriyê hene. Heke çareseriyeke wan a rast hebe divê bi raya giştî re parve bikin. Hewcehî bi bername û polîtîkayeke şênber a çareseriyê heye.” 
 
‘JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ JI EWIL TECRÎD WERE RAKIRIN’
 
Bakirhan, destnîşan kir ku ji bo çareseriyê divê ji ewil tecrîd were rakirin û wiha pê de çû: “Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Divê gavên şênber jî biavêjin. Divê alî biaxivin û rêxistinên civaka sivîl daxil bibin. Zemînê aştiyê bi vî awayî dibe. Bahçelî dibêje ‘aştiya Tirkiyeyê.’ Jixwe aştî di navbera aliyan de dibe. Pirsgirêka kurd êdî li pişt deriyên girtî nayê çareserkirin. Divê her kes jê haydar be. Divê rewşenbîr, nivîsar, hunermend û rêxistinên civaka sivîl bi awayekî xurt aştiyê birêxistin bikin. 
 
‘OCALAN XWEDÎ PÊŞNIYARÊN ŞÊNBER E’
 
Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de got ku ew ji bo çareseriyê amade ye. Divê mirov ji Bahçelî û Erdogan jî bipirse, gelo hûn jî amade ne? Gelo hûn ê pirsgirêka kurd çawa çareser bikin? Daxuyaniyên birêz Ocalan firsendeke dîrokî ne. Di çareseriyê meseleyê de gav û projeyên şênber pêşkeş dike. Modêla neteweya demokratîk, komara demokratîk, modêleya jiyana wekhev pêşkeş dike. Heke bibêjin ‘em di sedsala duyemîn de komarê demokratîk bikin’, wê demê divê tavilê bi birêz Ocalan re biaxivin û derbasî muzakereyan bibin. Binêrin, li Îmraliyê îradeya çareseriyê heye û divê ev firsend bê nirxandin. Divê li Îmraliyê kampa aştî û muzakereyan were avakirin.” 
 
GEFÊN ERDOGAN ÊN LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ
 
Di berdewamê de Bakirhan bal kişand ser gefên Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev nirxandin kir: “Rojava, rûyê spî yê hemû mirovahiyê ye. Rojava, gef nîne. Li rexekî dibêje ‘birayên kurd bi destê min bigirin’ û li rexa din kurdan weke gef dibînin. Ma hûn dê çawa aştiyê bikin? Siyaseta ku êrişa li dijî Rojava weke ‘aştiya navxweyî’ dibîne dê têk biçe. Aştiya navxweyî tenê bi aştiya derveyî sînoran pêkan e. Dijminatiya bi Rojava re dê bide windakrin. Êrişa li dijî Rojava, navê tunekirina destkeftiyên kurdan e. Divê êdî biryarê bidin bê ka şer dixwazin an aştî, xwişk-biratiyê.” 
 
‘DEM PARTÎ JI BO ÇARESERIYÊ AMADE YE’
 
Bi domdarî Bakirhan anî ziman ku DEM Partî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd amade ye û wiha pê de çû: “Dibe ku sibe dusibe bi hincetên cuda bibêjin ‘me hewl da çareser bikin lê bi destê me negirtin.’ Em ji xwe bawerin. Inyeta wan çi dibe bila bibe em li gel çareseriya demokratîk in. Em ji bo vê amade ne û dê bi hemû hêza xwe bixebitin. Di mijara aştiyê de em dilwêrekin û ji xwe bawerin. Heke hin kes destê xwe dirêj bikin, em ê bi wî destî bigirin. Heke hewl bide li me bixe jî em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û têbikoşin.”  
 
Bakirhan, destnîşan kir ku ew helwesta partiyên muxalefetê ya têkildarî nîqaşên dawî erênî dibînin: “Heke bala we kişandibe hinek erênî nêz dibin. Divê mirov guh nede zimanê jehrî yên çendek partiyên muxalîf ên nîjadperest. Di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de cara ewil e ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd piştgiriyeke wiha mezin heye. Ev zemîna konsensusê jî firsendekî dîrokî diafirîne. Divê îktîdar û dewlet vê bibîne û vê firsendê tune neke.” 
 
‘QEYÛM ZEMÎNA MUZAKEREYAN JEHRÎ DIKE’
 
Bakirhan, ji bo tayînkirina qeyûman wiha got: “Em dibêjin gel, îktîdar dibêje wesayet. Em dibêjin demokrasiya herêmî, îktîdar dibêje qeyûm. Bi tayînkirina qeyûman re îktîdar bi dijminane nêzî demokrasî û îradeya gelê kurd dibe. Îktîdar bi israr naxwaze îradeya gelê kurd nas bike. Şaredariyan weke qada talana aboriyê dibîne. Hezara caran jî biceribînin dê her tim têk biçin. Li rexekî têkbirina kurdan û li rexa din aştiya Tirkiyeyê dê çawa bibe? Kesek nikare bi rêya qeyûman me bîne ser xeta xwe. Polîtîkaya qeyûman, zemîna muzakere û guftûgoyê jehrî dike. Ji vê zîhniyetê jî çareserî dernakeve. Dê têkoşîna me ya li dijî derbeya qeyûm bidome.” 
 
HEVDÎTINÊN BI PARTIYÊN MUXALÎF RE
 
Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo aştiyê, divê zemîna civakî û siyasî ya hevpar ava bibe. Heke em zemîna têkoşînê mezin bikin, em ê wê demê bikarin vê meseleyê veguherînin pêvajoyake birûmet û aştiyê. Di vê çarçoveyê de me bi partiyên muxalîf ên Meclisê re hevdîtin dan destpêkirin. Hevdîtinên bi Davutoglû û Babacan re erênî derbas bûn. Di rojên pêş de jî em ê bi partiyên din re hevdîtinan bikin. Dibe ku nêrînên me cuda bin lê em dikarin zemînên hevpar ên çareserî û muzakereyan mezintir bikin. Her wiha em bi derdorên çep sosyalîst, muxalefeta demokratîk re jî hevdîtinan dikin. Hemû derdorên me pê re hevdîtin kirin, di mijara çareseriya demokratîk de hemfikir in.” 
 
NÎQAŞÊN TÊKILDARÎ DESTÛRA BINGEHÎN
 
Ji bo nîqaşên têkildarî Destûra Bingehîn a nû jî Bakirhan got ku AKP’ê tu pêşniyarên şênber ne anîne û ev tişt anî ziman: “Em jî dizanin pêdivî bi destûreke bingehîn a nû heye lê divê her kesî bigire nav xwe. Heke xebatên wan ji bo destûreke bingehîna demokratîk be, em li gel in. Lê zirûfên niha rê nadin vê. Heke di ya nû de guh bidin denê kurdan, elewiyan, kedkaran, karkeran û baweriyên cuda, ma em çima piştgiriyê nedin? Lê heke hin kes tenê ji bo pêşeroja xwe hewl bidin, em ê destûr nedin.”
 
‘AŞTÎ BI TÊKOŞÎNEKE RÊXISTINBÛYÎ DIBE’
 
Bakirhan, destnîşan kir ku aştî bi têkoşîneke birêxistinbûyî dibe û axaftina xwe wiha qedand: “Yên rêxistiniya wan mezin, aştî û çareseriya wan jî misoger in. Ji bo çareseriya demokratîk divê em bibin hêz û birêxistinkirî bin. Heke îktîdar bibîne ku aştî û çareserî nebe nabe ye, wê demê zemîna muzakereyan xurt dibe. Her îktîdar dixwaze pergala heyî bidome. Berpirsyartî dikeve ser milê kesên ji vê pergalê aciz. Ji bo vê jî divê hemû hêzên Tirkiyeyê ji bo demokrasî, aştî û jiyaneke wekhev bibin yek.” 
 
MA / Selman Guzelyuz 
 

Sernavên din

07/07/2025
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû
13:06 DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike
13:00 Ji DEM Partiyê daxuyaniyeke girîng
12:57 Li Gabarê bi hezaran dar şewitîn
12:19 Hevserokên DEM Partiyê: Ev operasyon rêya çareseriyê dixetimînin
11:59 AYM’ê têkildarî Kader Ortakaya biryara mafê jiyanê hatiye binpêkirin da
11:12 Dê doza Îzol ji nû ve bê lidarxistin: Parêzeran ji bo ragirtinê serlêdan kirin
09:52 Şîrketa Nasiroglûyê AKP'î Sîsê talan dike
09:52 Sûavî: Huner bi aştiyê azad dibe
09:50 Fîşeka gazê ya ku Ûytûn qetil kir 16 sal in winda ye
09:30 Banga ji bo komxebata ciwanan
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:16 Li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: Karalar, Tûtdere û Bocek hatin binçavkirin
04/07/2025
21:50 Tûnç Soyer û Serokê CHP'ê yê Bajêr hatin girtin
17:10 Di sempozyûma mafên mirovan de bal kişandin ser ‘tekoşîna hevpar’
16:38 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler rapora “rewşa wî ji bo girtîgehê guncav nîne' da
16:36 Projeya GES’ê ya li Xeceriyê hate betalkirin
16:35 Li Stenbolê dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ bê lidarxistin
16:34 Şaredarê Manavgatê hate binçavkirin
16:12 Ji ber gotina ‘Rêberê PKK’ê’ 2 sal û mehek ceza lê hate birîn
16:06 Ji ber stranên di lênûskê de cezayê hucreyê lê hate birîn
15:32 DBP’ê li Agiriyê rêveberiya nû diyar kir
15:13 Di lehî û hezaz a li Hindistanê de: 69 mirî 110 birîndar
14:21 Li Omeryayê şewat bi daristanê ket
14:19 Çetîn Arkaş li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin
12:53 Şewata li Gabarê li herêmeke berfireh belav bû
12:50 Tunç Soyer û 98 kesên din bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
12:42 Hejmara girtiyan a piştî 10’emîn Pakêta Darazê
11:44 Rewşa dawî ya şewatên li Îzmîrê
11:37 Li Wanê li girtiyan hevdîtin hate qedexekirin
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
10:59 Parlamenterê Partiya Gelecekê Torûn: Divê tavilê komîsyon bê avakirin
10:48 Serokê Baroya Amedê: Em amade ne alîkariya hiqûqî bidin pêvajoyê
09:56 Li Îzmîrê 137 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
09:45 Meclisa Ciwanan dê bi rojeva ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bicive
09:42 Yek ji bihûştên xwezayê Heftborî dê bi HES’ê bê tunekirin
09:06 Îsal li Îdirê berê mişmişan bibereket e
09:05 Gundên Qaxizmanê bê av û ceyran in!
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Em ji her wextî bêtir ji bo yekitiya neteweyî bi hêvî ne
09:05 Dîrektora IHRNGO'ê: Li Îranê armanca zêdebûna zextan astengkirina protestoyan e
09:05 Kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim': Armanca sereke azadiya Ocalan e
09:03 Aydin: Şensê taloqkirin û derenxistina kongreya neteweyî nemaye
09:02 Li Wanê dê pêşangeha ‘Hêviya Hunerê’ ya zarokan vebe
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2025'AN
03/07/2025
23:59 Civînên 'Aştî û Civaka Demokratîk' didomin