Mamosteya li dijî xespkirina îradeyê têdikoşe: Ez xwedî li dengê xwe derdikevim

  • rojane
  • 10:58 13 Mijdar 2024
  • |
img

ÊLIH - Mamoste Sîbel Suna ya ku di protestoyên li dijî qeyûm ên Êlihê de hatibû binçavkirin û piştre hate berdan, wiha got: “Me dengê xwe da DEM Partiyê û em hêj jî li gel dengê xwe ne. Bi berxwedana vê derê serbilind im.” 

Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û Esenyurtê berdewam in. Yek ji kesên li pêşiya Şaredariya Êlihê li dijî tayînkirina qeyûman li ber xwe dide jî mamosteyê muzîkê Sîbel Suna bû. Di roja ewil a tayînkirina qeyûm anku di 4’ê mijdarê de meş hat lidarxistin û yek ji çalakvanan jî Suna bû. Suna, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dabû û wiha gotibû: “Heke hûn bêdeng bimînin wê demê hûn şeytanên bêziman in. Madem dê we qeyûm tayîn bikira wê demê we çima hilbijartin li dar xist? Min dayik û bavên xwe yên kal li derveyî bajar anîn. Dengê xwe dan. Em vê neheqiyê qebûl nakin.” Suna, di çalakiyên tevahiya rojê de cih girtibû û hatibû binçavkirin. Suna, piştî 2 rojan jî hatibû berdan. Suna, piştî berdanê dîsa tev li çalakiyan bû. 
 
'ME Û SONUK LI HEMAN POLÊ XWEND’
 
Suna, qala dema binçavkirina xwe kir û got ku dê têkoşîna wê ya li dijî qeyûm bidome. Suna, diyar kir ku di 4’ê mijdarê de dîtiye ku şaredarî hatiye dorpêçkirin û ji ewil fêm nekiriye bê ka çi dibe. Suna, wiha domand: “Dema min fêm kirî ku qeyûm hatiye tayînkirin, pir hêrs bûm. Ji 2018’an heta niha li vir mamostetiyê dikim. Bi xwe bûm şahida zîhniyeta qeyûm. Ji roja destpêkê ve di protestoyena de cih digirim. Gulistan Sonuk hevala min a dibistana amadehî ye. Me li heman dibistanê û polê xwend. Ez bûm mamoste ew jî bû hevşaredar. Ji 2018'an ve min li Amed, Konya, Enqere û hwd. mamostetî kir. Mamosteya muzîkê me. Ji Dêrsimê me. Ji hêla wijdanî ve min qebûl nekir lewma tev li protestoyan bûm.” 
 
LI NEZARETHANEYÊ HATE DERBKIRIN
 
Suna, got ku bi îşkenceyê hatiye binçavkirin û wiha domand: “Du rojan di bin çavan de mam. Li vir ji pişt ve destên min kelemçe kirin û hatim îşkencekirin. Du rojan li nezaretxaneyê mam. Li gorî qanûnê mayina li nezaretxaneyê rojeke lê dozger bi zanebûn du rojan girt. Ji bo îşkence zêdetir bibe. Ji ewil birin nezaretxaneya Şaxa Qaçaxçitiyê. Piştre birin TEM’ê. Li wir em çar jin hatin îşkencekirin. Li wir bi jopan li me xistin. Li cihekî jê re digotin hucre ev îşkence kirin.” 
 
'DOZGER XWEST BÛYERÊ BINUXÛME’ 
 
Di berdewamê de Suna anî ziman ku dema îfadeya didan dozger, dozger hewl dida bûyerê bixûmîne û wiha got: “Dozger ji me rîca kir. Bi taybet jî ji ber ku ez mamoste bûm ji min re got; ‘Ez rapora we ya derbkirinê li dosyayê zêde nekim.’ Bi domdarî got; ‘bila payeya we bilind bibe û bibin midûr.’ Min jî teqez red kir. Neçar ma ku min derxîne derve. Lê ez hêj jî li pişt gotinên xwe me.  Li gel min çar jin îşkence kirin. Dozger ji min re dibêje; ‘Tu mamosteya dewleta me yî, em bi te re bi tenê biaxivin.’ Got; ‘Em wê raporê tune bikin.’ Min jî ev teklîfa qirêjî qebûl nekir.” 
 
'EZ Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIM’
 
Suna, got ku dijderketina qeyûman berpirsyartiyeke wijdanî ye û axaftina xwe wiha qedand: “Hêj niha jî li nezaretxaneyan îşkence tê kirin. Nikarin mirovan bêdeng bikin. Hêj jî laşê jinan reş û şîn e. Ez bi berxwedanê vê derê serbilind im. Dê heta nefesa xwe ya dawî têbikoşim. Keyfxweş im ji ber mirovan dengê me bihîstiye. Heta qeyûm diçin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Destê xwe nedin mamosteyan, ji ber ku ew zarokên me digehînin. Zarokên polîs, dozger û dadgeran em digehînin. Dayika min kal e û tevî vê halê wê me anî û dengê xwe da. Tu nikarî destê xwe nêzî reyiya min bikî. Me dengê xwe da DEM Partiyê û hêj li gel dengê xwe ne. Li gel têkoşîna xwe me. Min ev ji dozger re jî got. Dixwazin bila min ji kar biavêjin. Gelek mamoste ji peywirê avêtine. Bila ez jî bibim yek ji wan lê bila weke mamosteyek bişeref bimînim.” 
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

03/07/2025
20:05 Zeynep Kinaci û Sema Yuce hatin bibîranîn
16:10 Du bersûcên zarok neçarî întîharê kirin dîsa nehatin girtin
15:45 Şewata li Stenbolê hate kontrolkirin
15:43 Şandeyeke pirspor li Çemê Tagarê lêkolîn kir
15:34 Rojnameger Aksu hate berdan
15:10 Şîna Mûsa Kaya bi girseyî hate ziyaretkirin
15:08 DEM Partî: Dê di mijara bêçekbûnê de hefteya pêş gaveke dîrokî were avêtin
14:26 Parêzer Bariş Işik dawî li jiyana xwe anî
14:21 Li Stenbol û Antalyayê şewat derket
14:16 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
13:38 Di şewata Îzmîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:35 Binçavkiriyên Saraçhaneyê sewqî edliyeyê hatin kirin
13:34 Di Şaredariya Rêya Armûşê de şewat derket
13:34 Yerlîkaya, bîlançoya şewatan parve kir
12:22 Pentagon: Me bernameya nukleerê ya Îranê dereng da xistin
12:20 Şandeya Ewropayê li ser ‘Maseya Gilover’ çi nîqaş kir?
11:52 Serkeşeyê Suryan: Em di rêya Serok Apo de dimeşin
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:09 Zema ji bo mûçeyê teqawidan hatiye kirin diyar bû
11:06 ENAG: Enflasyon ji sedî 68,68 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 35,05 e
10:59 Rapora Hezîranê ya DFG’ê: 16 rojnameger hatin binçavkirin, 6 hatin girtin
10:51 Hîkmet Çetîn çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
10:40 Meclisa Ciwanan dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:34 Serokê Baroya Sêrtê: Gelo dema çek hatin berdan dê di qanûnan de sererastkirinan bikin?
10:21 Li Mêrdînê rexmê ‘qedexeyê’ çinîna garis dest pê kir
09:46 Tevî hemû îtîrazan jî qirkirina xwezayê ya li Gabarê nayê sekinandin!
09:08 Li Çeşme û Odemîşê şewat derket
09:07 Seroka ÎHD a Stenbolê: Girtiyên nexweş nikarin li benda Îlon-Cotmehê bin!
09:03 Emîne Uçak Erdogan: Ji bo mayinde bûna pêvajoyê sererastkirinên qanûnî divê
09:01 KJAR: Em ji bo jina azad, Îrana demokratîk têdikoşin
09:00 ROJEVA 3’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
08:22 Mûstafa Karasu: Derdoreke di nava dewletê de dixwaze pêvajoyê xera bike
02/07/2025
23:13 Çetîn Arkaş hate berdan
19:24 Hevşaredara Silopiyayê bi daxwaza îxrackirinê sewqî lijneya dîsîplînê hat kirin
16:42 Rapor: Aborjîn hatine qirkirin
16:35 Li Egeyê şewatên daristanan
16:15 Şirnexiyan li pêşiya wezaretê got: Bila projeyên bendavan bên betalkirin
15:10 Di lêpirsîna Lemanê de ji bo 4 kesan daxwaza girtinê
15:07 DFG û MKG ji bo piştevaniyê çûn serdana rojnameger Zeynep Durgutê
14:53 Îranê hevkariya xwe ya bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re da sekinandin
14:49 Li nexweşxaneyê tecawizî zaroka astengdar hate kirin
14:48 Di doza tecawiza li dijî zarokê de biryara ‘domandina rewşa girtî’ hat dayin
14:31 Li Gemlîkê bi pileya 4.3’yê erdhej çêbû
14:07 Der barê Lemanê de lêpirsîna darayî hate vekirin
14:06 Halîde Turkogluyê ji bo meşa li Enqereyê banga tevlibûnê kir
13:45 Meclisa Giştî ya Agiriyê têkildarî nelirêtiyên li bajar daxuyanî da
12:47 Li Sekasurê berxwedan didome: Telafiya zirara xwezayê nîne
12:31 Şandeya ji Ewropayê: Divê Ocalan bêşert were berdan
12:22 Ji bo doza zaroka tecawiz lê hatibû kirin banga tevlibûnê
12:05 Ji Trump daxuyaniya têkildarî Xezeyê: Îsraîlê şertên agirbestê qebûl kir
11:50 Însiyatîfa Jinan dê têkildarî pêvajoyê daxwazên xwe ragihînin Meclisê
11:48 Rejîma Îranê êrişî jinên Beluc kir: Jinek hat kuştin û 11 jî birîndar bûn
11:43 Komkujiya Madimakê di sala 32’yan de ye: Edalet û hevrûbûn divê
11:28 Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê giran dibe
11:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Divê komîsyon were avakirin û lêborîn bê xwestin
11:15 ‘Şewata pirêzeyan dibe sedema felaketê’
10:51 Abdullah Ocalan a ji bo şandeya Ewropayê peyam şand
10:29 Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê: Mîrateya wê bû îlham
10:20 Li Mexmûrê ambargo: Tedawiya nexweşan tê astengkirin
09:53 Li Îranê zextên ser Kurdan zêde bûn: Hewl didin daxwaza xweseriyê tune bikin
09:20 Ji mihrîcana Gimgimê: Jina azad, civaka azad e
09:17 Ciwanên tev li mihrîcana Erdîşê bûn: Em dixwazin çanda xwe azad bijîn
09:02 'Divê kedkar kirdeya pêvajoyê bin'
09:01 Piştî peymanê rewşa dawî ya Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê
09:00 Serokê Baroya Îdirê Tûtûlmaz: Beranberî her gavê divê gavên qanûnî bên avêtin
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan