Gelê Semsûrê guhertinê dixwaze

  • rojane
  • 09:05 27 Sibat 2024
  • |
img
SEMSÛR - Gelê Semsûrê têkildarî hilbijartinên herêmî bi lêv kirin ku li Semsûra ku bi salan e ji aliyê şaredariya AKP’ê ve tê rêvebirin tu xizmet nehatiye kirin û gotin ku divê edî guhertinek pêk were.
 
Li Semsûrê ku yek ji bajarê herî zêde ji erdhejên navênda wan Mereş bandor girt, li gor reqamên fermî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 hezar û 953 avahî hilweşiyan. Li Semsûrê ku hilweşandina avahiyên ku ji erdhejê xesara mezin girtine hê neqidiyane û pirsgirêka mexdûrên erdhejê ku xaniyên wan hilweşiyane jî hê nehatiye çareserkirin. Li Semsûr ku pirsgirêkên bajêr hê berdewam dikin bi nêz bûna hilbijartinên herêmî ve bendawariya gel ew e ku şaredarên bên hilbijartin bajarê wan ji nû ve ava bike. Welatiyên ku li taxa Karapinar a navenda Semsûrê em der barê hilbijartinên herêmî de bi wan re axivîn bi lêv kirin ku Semsûr bi salan e ji aliyê şeredariya AKP'ê ve tê rêveberin lê wan tu xizmet nedîtiye û gotin ku ev êdî guhertinê dixwazin.  
 
Ji dikandarên taxê Îsmet Coşkun (49) diyar kir ku ji ber erdhejê Semsûr bûye xirbe û got ku hê jî pirsgirêk nehatine çareserkirin. Coşkun anî ziman ku şaredariya AKP'ê ya niha di dema erdhejê de berpirsyarî negirtiye ser xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her ku hilbijartin nêzîk bû li her derê dest bi xebatên binesaziyê kirin. Rojekê av tune ye, rojek ceyran tune. Hilbijartin nêzîk dibin û binesaziyê jî dest pê kiriye. Ne tenê binesaziya bajêr gelek pirsgirêk hene. Lê dîsa jî ev pirsgirêk nehatine çareserkirin. Banga min ji gelê Semsûrê re ew e ku dema biçin ser sindoqan bila yê ku bi rastî xizmeta Semsûrê bike hilbijêrin. Semsûr bi salan ji aliyê AKP'ê ve tê birêvebirin, lê me tu xizmet nedîtiye. Divê edî guhertinek pêk were."
 
'EZ Ê PIŞTGIRIYÊ BIDIM DEM PARTIYÊ'
 
Welatiyê bi navê Yaşar Samsat (60) bi lêv kir ku şaredariya AKP'ê xizmetê ji gel re nake û wiha got: “Min heta îro nedîtiye şaredariyê li Semsûrê xizmetek kiriyê. Di erdhejê de Semsûr bi temamî hilweşiya, lê haya kesî jî jê nebû. Ez dixwazim di hilbijartinên herêmî de kesekî ku kar dike û xizmeta gel dike bi ser bikeve. Ez partiyeke ku xizmeta gel bike dixwazim. Partiya min DEM Partî ye. Ez ê di hilbijartinan de piştgiriya DEM Partiyê bikim."
 
Welatiyê bi navê Cemal Eren (60) jî gilî û gazînên xwe wiha anî ziman: “Şaredarî tu xizmetê nade gel. Jixwe her tişt li ber çavan e. Partiya ku dê xizmeta gel bike DEM Partî ye."
 
'JI BO XIZMET BÊ KIRIN DIVÊ 6 MEH CAREKE HILBIJARTIN BÊN KIRIN'
 
Yek ji karkerên ku li Taxa Karapinarê li ser rê dixebitin Îsmaîl Gunay (37) bal kişand ser gotinên Serokkomarê AKP’ê Erdogan ku gotibû ‘Eger hikûmeta navendî û hikûmeta herêmê destê xwe nedin hev û nebin yek tu xizmet nayê wî bajarî' û ev tişt gotin: "Serokkomar li Hatayê bi awayekî fermî gef li gel xwar û got yan hûn dengê xwe bidin me yan jî dê xizmet neyê kirin. Lê belê li Semsûra ku şaredariya AKP'ê bi rêve dibe tu xizmet nayên kirin. Bi salan e rêyên gundê me nayên çêkirin. Wek hûn jî dibînin ji ber nêzîkbûna hilbijartinê rêyan çêdikin. Ji bo ku hikûmet û şaredarî kar bikin divê 6 mehan carekê hilbijartin bên kirin."
 
'EM Ê DENGÊ XWE BIDIN XWE'
 
Halîl Gultekîn (60) destnîşan kir ku li Semsûrê şaredariya gel dixwazin û wiha pê dê çû: “Em ji şaredariya heyî ne razî ne. Ji ber ku li her derê wêranî heye û heta niha ev hilweşîn nehatine rakirin. Kes ji rewşa gel napirse. Em şaredariyeke civakî, demokratîk dixwazin. Ez ê piştgiriya Partiya DEM’ê bikim ku di nava partiyên beşdarî hilbijartinê de xwedî vê têgihiştinê ye. Ji ber ku em kurd in, ev welat yê me ye û em ê dengê xwe bidin xwe. Hiqûmet gefan dixwe lê em ê bersiva gefên wan di sindûqê de bidin."
 
Welatiyê bi navê Şexo Durmaz (74) anî ziman ku ev şeredariya AKP'ê ku bi salanê Semsûrê rêve dibe ne raziyê û got ku edî ev dixwazê guherînek pêk were.
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

01/03/2024
15:56 Destê endamê Meclisa DEM Partiyê Gungor ji cih derket
15:39 Li her derê 8’ê Adarê: Em ê her qadê ji aqilê zilam paqij bikin
15:38 Di doza Ûgur Kûrt de cezayekî weke xelat dan polîsî
15:38 Qonaxa duyemîn a pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' dest pê kir
15:12 Ergulê ESP’î hate girtin
15:12 Daxwaza astengkirina firotina F-16’an a Tirkiyeyê hate redkirin
15:11 Bûcak û Hatûn bi nûnerên rêxistinên sivîl re hatin bahev
14:48 Axaftina ewil a Kişanak a têkildarî hilbijartinê: Me ji bo vekirina rêyeke rast ev berpirsyartî li xwe girt
14:27 Li Kelarê malek hate bombebaran kirin
14:05 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em jiyana li me tê ferzkirin qebûl nakin
13:39 Ji DEM Partiyê xebata ‘Hûn bipirsin bila hevşaredar bibersivînin’
12:47 Tedawiya Mûhlîse Karaguzel a înfaza wê hate taloqkirin didome
12:29 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:25 Ji cînayeta Dr. Toprak AKP berpirsyar e: We çima ew kuşt?
12:15 Rojnamegerên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:15 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî çû serdana parêzerên Abdullah Ocalan
12:04 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya ji bo ewlehiya hilbijartinê bi dengên AKP û MHP’ê hate redkirin
11:28 AYM’ê ji bo nedayîna pirtûkên neqedexe got ‘binpêkirina maf e’
10:54 Qeyûm beriya hilbjijartinê park da kirê
10:31 Jinên girtî: Em li Îmraliyê azadiyê pêk bînin
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir