Dê newala Êwilê di bin ava bendava 'ewlehiyê' de bimîne
- ekolojî
- 09:18 17/7/2021
Dê Gelî û newala Êwilê ya li navçeya Qilebanê di bin ava bendava "ewlehiyê" de bimînin.
Dê Gelî û newala Êwilê ya li navçeya Qilebanê di bin ava bendava "ewlehiyê" de bimînin.
Ji qereqola Akdîzgîn a li navçeya Basayê leşkeran gule berda û li derdora Çemê Dîcleyê şewat derket. Welatî bi derfetên xwe yên kêm mudaxileyî şewatê dikin.
Di şewata li gundê Kerwas ê Licê derketî de 100 donimê daristanê şewitî.
Agirê ku li Dara Hênê bi daristanê ket, qadeke 35 kîlometrekareyî kir arî. Parlementerê HDP'ê yê Çewligê Erdal Aydemîr, destnîşan kir ku agirê li Marmarîsê di 4 saetan de, lê yê li Dara Hênê di 5 rojan de hat tefandin.
Gundiyan anî ziman ku ji ber çêkirina kana keviran a li Îkîzdereyê, ava paqij bi dest wan nakeve û ji ber vê hilberîna hinguv û çay kêm bûye.
Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê ya Îzmîrê diyar kir ku texrîbata xwezayê nîşaneya qirêjiya desthilatê ye û li dijî vê yekê banga têkoşînê kir.
Baxçeyên Hewselê ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya UNESCO'yê de cih digirin, ji ber bermahiyên kesên ku serdana wan dikin vegguherîne sergoyan.
Li herêma Bestayê ya Şirnexê şewata daristanê ku duh dest pê kir, her ku diçe belav dibe û hêj mudaxileyî şewatê nehatiye kirin.
Piştî Cûdî, Heftanîn û Metînayê li Bestayê jî tunekirina daran û avakirina qaleqoleke nû dest pê kir.
Li navçeya Dara Hênî ya Çewlîgê, şewata rû da, di roja duyemîn de nehat vemirandin. Ji ber ku mudaxileya şewatê kêm tê kirin, dûman navenda bajêr dorpêç kiriye.
Ji Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê, ekolojîst Christoph Pfahl, ku hevdîtinê xwe yên li Kurdistana Federe didomîne, bal kişand ser karesata xwezayî ya ku di encama operasyonê de rû dide û got: “Ger Tirkiye neyê sekinandin, wê pêşiya karesata xwezayê neyê girtin.”
KAYY-DER diyar kir ku wê lêgerîna madenê ya li Geliyê Perî ya li Çewligê dê bandorê li ser ekosîstemê bike û divê her kes li dijî vê têbikoşe.
Tê gotin dê di 21'ê Hezîranê de li Dehla Valîdebagê projeya rehîbîlîtasyon û sererastkirinê dest pê bike. Şênîyên semtê bi rojan e nobeta dehlê digirin. Dilxwazên Valîdebagê ku li ber vê projeyê radibin, anîn ziman ku betonê naxwazin.
Gundiyên gundê Dîbeglî yê navçeya Giyadînê ku li dijî kana mermer li ber xwe didin, ji aliyê qaymeqamê navçeyê ve ev gef li wan hat xwarin: “Heke hûn ji malan dernekevin ez ê bi zimanekî din bi we re biaxivim. Ev der mêrga dewletê ye.”
Jinên gundê Şêxanê yên navçeya Payîzavayê ku rê, av û şebekê lê tuneye li dijî avakirina kana mermer a li gund derketin û ev daxwaz kirin: “Em ne kana mermer, rê, av û axurên me yên ku hatin hilweşandin dixwazin.”