Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
- ekolojî
- 14:24 10/9/2022
Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Colemêrgê ji bo Meşa Çiyayê Cûdî ya dê di 17’ê îlonê de bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin.
Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Colemêrgê ji bo Meşa Çiyayê Cûdî ya dê di 17’ê îlonê de bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin.
Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Wanê ji bo Meşa Çiyayê Cûdî ya di 17’ê îlonê de dê bê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.
Saziyên ku bertek nîşanê hilweşîna ji ber şer û talana ekolojîk dan, bang li hemû derdorên hestyar kirin ku li dijî hilweşandina li Cûdiyê di 17’ê Îlonê de bi hev re biçin Cizîrê.
Endamê Meclisa Ekolojiyê yê HDK’ê Volkan Bûlût destnîşan kir ku bi talana ekokojiyê herêm ji mirovan tê xalîkirin û li dijî talana xwezayê tevlibûna Meşa Cûdiyê kir.
Serokê Komeleya Saetek Ji Bo Dara Hênê Anil Korkût bal kişand ser bandorên neyînî yên 4 kanên qûmê yên li qeraxa Çemê Mûradê yê li navçeya Dara Hênê û xwest ev kan bên girtin.
Endamên Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mirad Bilgîç û Derya Akyol destnîşan kirin ku xwezaya Kurdistanê bi polîtikayên şer tê wêrankirin û ji bo meşa ku dê di 17'ê Îlonê de li Cûdiyê li dijî qirkirina xwezayê li dar bixin bang kirin.
Li navçeya Pîranê ji sala 2012’an heta niha lêgerîna madenê berdewam dike. Ji ber lêgerîna madenê gelek cih hatine kolandin û teqandin. Şeniyên ku li heremê dijîn ji ber wêrankirina xwezaye bi gilî û gazin in.
Li herêma Besta û Çilênimêja yên Şirnexê darên ku tên birîn êdî bi TIR'an tên barkirin û veguhezandin.
Hevserokê ÇEV-DER a Wanê Alî Kalçik diyar kir ku Gola Wanê ku rojane 56 hezar û 457 metrekup ava qenalîzasyonê diherikê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye û xwest devê robaran bê fîltrekirin, dawerivandinên biyolojîkî bên kirin û bermayiyên malê ji hev bên derxistin.
Rêxitinên ekolojiye û partiyên siyasî dê di 17’ê îlonê de li dijî talankirina xwezayê li Çiyayê Cûdî meş li dar bixin.
Jiyana Mûhammed Badillî yê ku ji Ameriya hatiye Stenbolê, bi welîdîna zarokê xwe re hat Rihayê veguherî serpêhatiyekê. Badilli ê ku li taxa Tesxirapê hatibû dinê bi malbata xwe re jiyaneke nû da destpêkirin û ji vehewînê heya çandiniyê jiyaneke ekolojîk û komînal rêxistin dike.
Şewata daristanê ya li gundê Marûnis ê Colemêrgê ya di encama operasyona leşkerî de di 12'ê tebaxê de rû dabû, piştî 15 rojan xwe bi xwe vemirî.
Li gundê Lîçikê yê navçeya Kanîreşê qirkirina daristanan di roja 38’an de didome. Serokê Odeya Endezyarên Hawirdorê ya Şaxa Amedê Canfidal Boldaş anî ziman ku ji bo hestiyariyê divê hemû derdorên teknîkî û saziyên civaka sivîl peywirê hilgirin.
Parêzer Bariş Yildirim bal kişand ser projeyên madene yên ekosîstema Dêrsim û Çewligê ku di Hewzeya Firatê de ne tune bikin û wiha got: “Çavkaniyên ava paqij diqedin. Têkoşîna ekolojiye, têkoşîna mafê jiyanê ye. Divê weke têkoşîna herêmekê neyê fêmkirin.”
Baroya Şirnexê ji bo birîna daran bê rawestanin bang kiribû, piştî banga baroyê 180 kes daxwaznameyên ku hatibûn amadekirin tije kirin û serî li walîtî û qeymaqamtiyan dan.