‘Tirkiye ji sedî 75’î ava bo Iraqê tê dibire’
- ekolojî
- 15:21 05/3/2023
Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê da zanîn ku dewleta tirk ji sedî 75’î ava tê Iraqê dibire.
Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê da zanîn ku dewleta tirk ji sedî 75’î ava tê Iraqê dibire.
Giravok û fetlokên Çemê Dîcleyê yên di nava Baxçeyên Hewselê re derbas dibin, ji bo çandiniyê tên tijekirin. Rayedar jî xwe li nedîtinê datîn.
Ji dîwarê bendava li gundê Nêrweh ê navçeya Qileban hatiye çêkirin av tê. Bi dehan gundên nêzî bendavê jî bi fikar in. Parlamenterê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz ji bo ku Wezareta Daristan û Çandiniyê bibersivinê beriya niha pêşniyazpirsek pêşkeş kiribû lê Wezaretê tevî dîmenan jî di bersiva xwe de îdia dike ku dîwarê bendavê nederiziye û ji bo jîngehan xetere nîne.
Ekolojîst Huseyîn Çaglar diyar kir ku li ber robaran valakirina kavilên herêma erdhejê dê bibe cihê xetereyeke mezin û got: "Li gel pirsgirêk û mexdûriyetên ji ber erdhejê çêbûne, dê qirkirineke mezin a xwezayê jî rû bide."
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê di bin navê “nêçîrê” de kuştina sewalên kûvî protesto kir û got: “Em hemû bi hev re jiyana jiyana zindiyan biparêzin û wan bidin jiyandin.”
Pispor û hawîrdorparêzên ku tev li çalakiya Wan ÇEV-DER’ê ya bi minasebeta “Roja Qadên Avî ya Cîhanê” li dar xistî bûn, xwestin ku qadên avî yên li peravên Gola Wanê bên parastin.
Serokê Wan Çev-Derê Alî Kalçik, îsal nehatina berfê wekî "karesatê" nirxand û bal kişand ser hişkesaliyê.
Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê biryara erênî bo rapora ÇED’ê da ku li ser Çemê Sarimê HES bê çêkirin. Xelkê herêmê jî ji bo proje bê sekinandin serî li Şûraya Dewletê da.
Tevî ku Şûraya Dewletê cara duyemîn projeya HES’ê ya li ser Çemê Zorava betal kir jî lê tê israrkirin ku bendava duyemîn bê çêkirin. Serokê Platforma Zorava Mustafa Kurt got ew ê li dijî şirkete xwezayê û berjewendiyên gel biparêzin.
Miduriyeta Daîreya Daristanan a Hatayê li qada daristanê ya herêma Arsûz a Çiyayê Amanosê gelek dar birîn.
Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç diyar kir ku Şîrketa Kozayê li Giyadînê ji bo lêgerîna zêran qada 37 hektar rûxset girtiye û hişyariya dê ev şirket hemû Kurdistanê jehrî bike da û got: “Bi rêya îktidarê bi zannebûn dixwazin çi tiştên kurdan hebe tune bikin.”
Talankirina xwezaya Şirnexê didome. Li herêmê li aliyekî lêgerîna li madenan, birîna daran û qirêjkirina kaniyên avê, lê aliyê din jî bêhestiyariya li dijî herêmê ku ji her aliyî ve tê jehrîkirin didome.
Endamê Komeleya Ekolojiyê Zekî Kanay diyar kir ku dewlet bi helwestekî dijminane êrişî xwezaya Kurdistanê dike û wiha got: “Em çiqas bertekên xurt nîşan bidin ewqas dikarin pêşî li vê qirkirine bigrin.”
HES, bendav û kanên madenan gefê li Dêrsimê dixwin. Hema bibêje Dêrsim her roj bi projeyên rantê pêşkêşî şîrketên madenan tê kirin.
Rêveberên odeyên çandinî û plansaziya bajêr ên şaxên Amedê diyar kirin ku ji bo "projeyên" ku bi awayekî fermî li Baxçeyên Hewselê nayên kirin, rê û rêbazên nefermî hatine bikaranîn û burokratên ne ji vî bajarî ne li bîra civakê ya bajêr talanê pêk tînin.