Rûhanî: Divê Artêşa Sûriyeyê li ser sînor bi cih bibe
- cîhan
- 13:09 09/10/2019
Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî banga devjêberdana operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û xwest ku hêzên Rejîma Sûriyeyê li ser sînor bi cih bibe.
Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî banga devjêberdana operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û xwest ku hêzên Rejîma Sûriyeyê li ser sînor bi cih bibe.
Hat diyarkirin ku Pentagon ku ragihandibû "piştgirî nade operasyonê" jî tev lî hevdîtina bi rêya telefonê ya di navbera Erdogan û Trump de ku têde plana operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû kirin, bûye.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, têkildarî operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û diyar kir ku ji bo diyaloga navbera kurdan û Şamê amade ne û divê pirsgirêk bi rêya diyalogê bê çareserkirin.
Pentagonê, daxuyand ku ji bo ewlehiyê wan leşkerên xwe ji herêma operasyonê derxistiye.
Alîkarê Wezîrê Karê Navxweyî yê Sûriyeyê Faysal Mikdad, bang li Kurdan kir ku tevlî hêzên rejîmê bibin û got: “Em ê destûrê nedin dagirkeriyê.”
Çapemeniya DYA, bal kişand ser naverok û hûrguliyên navbera axaftina Erdogan û Trump a bi telefonê. Kovara Newsweekê, di nûçeya xwe de diyar kir ku Erdogan pêşniyar kiriye ku berpirsiyariya girtiyên DAIŞ'ê bigirin ser xwe.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf diyar kir ku li hemberî liv û tevgereke leşkerî ya Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û pêşniyara Mutabaqata Edeneyê li Tirkiyeyê kir
Nûnerê Amerîkayê yê berê yê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê Brett McGurk li ser Twitterê nerehetiya xwe der barê daxuyaniya Koşka Spî de anî ziman û got biryara DYA’yê ji Rûsya, Îran û DAIŞ’ê re wekî diyariyekê ye û Trump şaşiyên kambaxtir dubare dike.
Neteweyên Yekbûyî têkildarî operasyonek muhtemel a li dijî Rojava daxuyanî da û bang li hemû aliyan kir. Kordînatorê Alîkariya Mirovî ya ji bo Krîza Sûriyê yê NY Panos Moumtzis li Cenevre daxuyanî da û got: “Em nizanin wê çi bibe… Em ji rewşa herî xirab re xwe amade dikin.”
Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî ji ber çalakiyên ku tên lidarxistin, li paytext Bexdayê derketina derve qedexe kir.
Li Ermenîstanê, perestgeha “Qûba Mêrê Dîwanê” ya Êzîdiyan a herî mezîn a cîhanê ya duh jî bo îbadetê hat vekirin. 7 qubeyên li dûra banê bikember a perestgehê ku weke sembola rojê tê binavkirin, di baweriya Êzidiyan de 7 serferişteyan teswîr dike.
Li Iraqê, di navbera bajarê Kerbela û El Hîllayê de li noqteyeke kontrolê teqînek çê bû. Li gor agahiyên bi dest ketin di teqînê de 9 kes mirinê û 6 kes jî birîndar bûne.
Bankeya Navendî ya DYA'yê biryara xwe ya derbarê faîzê de aşkere kir. Bankeyê, rêjeya faîzê kêm kir û kir 1.75-2.00 ji sedî.
Beriya civîna bilind a Enqereyê ku dê di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de bê lidarxistin, Esad efûya giştî derxist.
Li bajarê Kerbelayê yê Iraqê, di çalakiyên roja Aşûreyê de 31 kes mirin.