Kawa Nemir: Kurdî, xwedanê derfetên ji bo gelek formên hê kifşnebûyî ye
- çand û huner
- 09:23 22/11/2019
Kawa Nemir ku operaya "Tosca" ya bestekarê îtalî Gîacomo Pûccînî, wergerand kurdî, diyar kir ku kurdî, ne ku bi tenê opera, lê xwedanê derfetên ji bo gelek formên hê kifşnebûyî ye. Her wiha Nemir, got: "Toscaya Pûccînî, berhema diyarê Îtalyayê, û kilama navdar a welatê Kurdistanê, Saliho û Nûrê, ji layê babeta xwe ve pir dişibine yek û din."