Swîsre: Rêgeza demokrasiya yekser esas e
- analîz
- 09:14
Li Swîsreyê, şaredarî xwedî xweseriyeke berbiçav in. Rêgeza demokrasiya yekser, bi rêya înîsiyatîfên gel, referandûm û civînên gel yên li derve tê pejirandin.
Li Swîsreyê, şaredarî xwedî xweseriyeke berbiçav in. Rêgeza demokrasiya yekser, bi rêya înîsiyatîfên gel, referandûm û civînên gel yên li derve tê pejirandin.
Li Belçîkayê xweseriya şaredariyan di bin temînata destûra bingehîn de ye û destwerdana navendê li rêveberiyên xwecihî pir kêm e. Di modela Brukselê de, di pratîkê de hişmendiya komunîteryen di rêveberiya şaredariyê de serdest e.
Li Almanyayê, xweseriya şaredariyan û beşdariya gel di bin temînata destûra bingehîn de ye. Bi rêgeza rêveberiya xurt a nenavendî û sîstema serokatiyê re, hêza rastîn di destê şaredariyan de ye.
Gumanên Tirkiyeyê yên li ser Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropayê ku armanc dike beşdariya demokratîk û nenavendîkirinê xurt bike, rê li ber tayînkirina qeyûman vedike û demokrasiya xwecihî qels dike.
Li Efrînê avaniya di bin banê Tirkiyeyê de ya ji bo xebatên girtîgehan û sîxuriyê didome û ligel vê dema peymana 10'ê Adarê ku xala "misogerkirina vegera ewle ya kesên koçber" jî di nav de ye, li ber bidawîbûnê ye.
Tirkiye bi mekanîzmayên leşkerî û sivîl li Helebê qadeke serdestiyeke fiîlî ava dike.
Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê û desthilatdariya wê ya li ser Şamê DAIŞ'ê xurt dike. Tê gotin ku rêveberên DAIŞ'ê bi rêya Urdun û Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê dibin û civînan li dar dixin û di heman demê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî girtîgehên ku endamên DAIŞ'ê tê de ne, êrişên hevdem tên plankirin.
Dorpêçkirina taxên Kurdan li Helebê, komkujiyên Elewiyan li deverên peravê û ji nû ve derketina DAIŞ'ê wekî beşek ji lêgerîna Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyeke ku bi her awayî di xizmeta wê de be tên nirxandin.
Nivîskar Fuat Kav diyar jir ku ji ber îdeolojiya PKK’ê û guhertinên ku afirandiye, divê ew wek partiyeke klasîk neyê dîtin û destnîşan kir ku îro muzakereyên bi Abdullah Ocalan tên kirin gaveke girîng e û got: “Muzakere jî beşek ji têkoşînê ye.”
Abdullah Ocalan diyar kir ku PKK şînbûna tovên hêviyê yên veşartî ye ku di sînga gelê bi tunekirinê re rû bi rû maye de ye û got: “PKK tevgerek e ji bo aşkerakirina rastiya Kurdistanê û têkneçûna hebûna wê. Gava piştî wê bidestxistina azadiyê ye.”
PKK ku wekî "Apoyiyan" di sala 1973'yan de derket ser dika dîrokê û îsal xwe fesix kir, bi têkoşîna nîvesrî gelê Kurd ê hebûna wî tune dihat hesibandin, kir aktorekî sereke yê siyasî.
MÎT ku valahiya desthilatdariyê ya li qada Sûriyeyê wekî fersend dibîne, ji taxa Kurdan a Şamê Riknedînê heta peravên Lazqiyeyê planeke berfireh a "dagirkeriya nerm" xistiye meriyetê. Di demeke wiha de ku bi feraseta "Ixwanî Muslimîn" tevna civakî tê guhertin, li aliyê din di nava rejîma HTŞ/Colanî de rizîbûn û torên qaçaxçîtiya çekan kûrtir dibin.
D.E., ya ku xwe ji tiryakkêşiyê xilas kiriye, got: “Ji nêrînên mirovan direviyam. Ez jiyana xwe ji nû ve ava dikim. Ez dizanim ku her sibeh şansek min a nû heye. Paqijmayîn zehmet e, lê mimkun e.”
Ji Jineolojiyê Eylem Aktiyê diyar kir ku pergala "kujerê qastîk", bi avakirina yekdestiyê sîstematîkkirina pergaleke êrişkar a li dijî nirxên dayiktiya civakî ye û got: "Lê belê şaristaniya desthilata qastîk hatiye asta dawî. Ev serdem, serdema şoreşa jinê ye."
M.R. ku bi fikra "ji carekê tiştek dernayê" dest bi bikaranîna tiryakê kir û piştî heft salan dev jê berda, got: "Ningê min bûbû teker, min hewl dida tamîr bikim. Mîna pandemiyeke bêdeng bû." B.K. jî ku neh salan bikar anî, got: "Zarokê min ez nas nedikirim. Ji ber ku min wext ji bo wî venediqetand."