Aborînas Katircioglu: Di bingeha krîzê de siyaset heye
- aborî-ked
- 12:47 18/4/2018
Aborînas Prof. Dr. Erol Katircioglu, bal kişand ser niqaşên li ser aboriyê û krîza ku îro di qada aborî de rû dide û wiha got: "Ger ku îro di nava civakê de mirov ji ber pirsgireka aborî xwe bişewitînin, ne tenê ji ber sedemên aborî ne. Di heman demê de sedemên siyasî heye. Hesp nexweş e û êdî nikare bimeşe."
