‘Eger wisa bidome, emê koçertî û sewalvaniyê berdin'
- aborî-ked
- 09:05 30/6/2018
Koçerên Sêrtî ku her sal berê xwe didin zozana Nebirnavê, destnîşan kirin ku ji ber qedexekirina zozanan her diçe heqê kirêya mêrgan zêdetir dibe. Koçeran got, eger wisa dewam bike ew ê ji mecbûrî dev ji koçertiyê û sewalvaniyê berdin.