Dowîz serî berdaye: Dolar 5.56, eûro 6.43 lîre
- aborî-ked
- 21:07 09/8/2018
Li hemberî Dolar Lîreyê Tirk her diçe bêtir bêqîmet dibe. Dolar îro xwe gihand 5,5671 lîreyî.
Li hemberî Dolar Lîreyê Tirk her diçe bêtir bêqîmet dibe. Dolar îro xwe gihand 5,5671 lîreyî.
Piştî nûçeyên, derbarê şandeya Tirkiyeyê ya çû DYA’yê yên weke “Di hevdîtinê de tu encam dernektin holê” hatin serwîskirin, dowîz bilind bûn. Dolar rekorek nû şikand û derket 5.44 TL’an
Li Rihayê çinîna fistiqan destpê kir û di baxçeyên fistiqan de zarok ji bo 40 -50 TL’an 13 saetan dixebitin. Zarokên di baxçeyan de tên xebitandin, diyar kirin ku ew neçarî vê jiyanê hatine kirin û bi vî awayî dijîn.
Serokê Zêrker û Serafan a Amedê Mûstafa Akkûl, diyar kir ku ji ber ku fiyetên zêran zêde dibin mirov nikarin dawetên xwe bikin û ji ber vê ji dêvla ku zêran bikirin kirê dikin.
Prof. Dr. Hayrî Kozanoglû, destnîşan kir ku ji rewşa aboriyê diyar e ku dê di payîzê de krîza aborî rû bide. Kozanoglû, bilêv kir ku dê ev yek tesîrê tenê li welatiyan neke, dê bernameya kemergirdanê jî bê sepandin.
Li Rihayê karkerên çandiniyê ku di germahiyeke heta 50 pileyî diçe de rojê 12-13 saetan dixebitin, diyar kirin ku tu ewlehiya wan tune ye û bi heqedesteke kêm dixebitin. Karkeran got, xebatên rêxistinên kedê yên di vî warî de kêm in.
Aborîzan Mustafa Sonmez, diyar kir ku tê xwestin DYA bikin sedam krîza aborî, lê ya rast sedema krîza aobî rejîma yek zilamiye û got: “Tirkiye dinava bêçareseriyê deye. Êdî ji kontrolê derketiye û krîza rêveberî tê jiyîn. Tişta dibe eve.”
Li Rihayê fisteqvanan, diyar kirin ku îsal ji ber terez û baranê bereke baş bi dest nexistin û dewletê jî destekek baş nedaye wan. Fisteqavan, anî ziman ku ji ber krîza aborî jî zirara wan zêdetir çêbûye.
Kura Dolar di ser radeya 5.11’an de rekora xwe nû kir û dest bi hefteyê kir.
Welatiyên ku bertek nîşanî zemkirina ceryan û gaza xwezayî dan, destnîşan kirin ku êdî nikarin heqê fatûreyên xwe jî bidin.
Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê Omer Melîk bilêv kir ku polîtîkayên "Veguherîna Tenduristiyê" xebatkarên tenduristiyê hedef digirin û şideta ku tê kirin ji ber ku nayê cezakirin, hin derdor xwe dispêrên vê yekê û dibêjin "Em ê cezayê xwe bibirin."
ÎSÎG, rapora cînayetên kar ên di meha Tîrmehê de pêk hatin, eşkere kir. Li gorî raporê, di meha Tîrmehê de herî kêm 195 karkeran jiyan xwe ji dest dan û di 7 mehên 2018’an de jî, herî kêm hezar û 103 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Cîgira Hevseroka HDP’ê Gunay Kûbîlay ji ber rewşa aborî ya li Tirkiyeyê hişyariya stagflasyonê kir û ev tişt anîn ziman: “Mayîndekirina Rewşa Awarte, tercîhkirina siyaseta şer û pevçûnê, zêdekirina xerckirinên ewlehiyê, bi awayekî lez û bez bû sedema bilindbûna enflasyonê.”
Endamê Sendîkayê Sendîkaya Metal Îş'ê Ugur Îlter diyar kir ku ew karkerê Paksan Makînayê ne û got: "Lê şirketê em ji kar avêtin. Ligel ku em endamê Sendîkayê bûn jî, li dijî şîrketê destek neda me û biryara çalekiyê me bi însiyatîfa xwe girt."
Esnafê Îdirê diyar kirin ku ew ji ber rewşa xirab a aboriyê nikarin kirêya dikanên xwe bidin û gotin: "Krîza niha em têde dijîn, ji krîza serdema Bulent Ecevît jî girantir e. Em hatin asta daxistina derebeyên xwe bigirin."